A A A

Ava vexwarinê bi hespan dikşînin malên xwe

: 2017-08-09 16:14

RİHA - Şêniyên Hilwanî ji ber tunebûna ceyranê hewil didin ji kahniyên taxê bi hespan ava vexwarinê bibin malên xwe.

Ava vexwarinê bi hespan dikşînin malên xwe

Li Hîlwana Rihayê ji ber ku bênavber ceyran qut dibe şênî mexdûr dibin, şêniyên  ku ji ber qutbûnên ceyranê mexdûr bûne ji bo ava vexwarinê hespan bi kar tînin û hewil didin bi hespan avê ji kahniyên taxê bikşînin malên xwe. Şêniyên ku ji ber problem û mişkîleyan derd û kûlên xwe anîn zimên diyar kirin rayedar berê wan didin cihên cuda û ew  tenê di dema hilbijartinan tên bîra rayedaran.

Şêniyên taxê derheqê mijarê de nerazîbûn û betekên xwe nîşan dan û xwestin rayedar ji problema ceyranê re çareyekê bibînin.

Şêniyê bi navê Îmam Man ê ku karê nanvaniyê dike diyar kir ew ji temamê rayedaran gilîdar e û wiha got: “Ev nêzî 10 salan e ku ava me diçe tê. Em avê dixwazin, lê her tim dibêjin ew ê sibe were. Em ji temamê rayedaran gilîdar in. Niha depo vala ye û ji sedî 90 xelkê mexdûr e. Em tenê avê dixwazin.”

Şêniyên bi navê Mehmet Asa, Mehmet Gumuş û Abdulganî Uruz jî derheqê mijarê de nerazîbûnên xwe nîşan dan û xwestin ava wan bê berdan da ku ev zehmetiya wan ji rastê bê rakirin. Şênî her wiha diyar kirin 12 parlementerên Rihayê hene û yek ji van jî bi meselê eleqedar nabe.(ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

 “Ger li Tirkiyê serdestiya hiqûqê hebe bila nîşanî me bidin”

“Ger li Tirkiyê serdestiya hiqûqê hebe bila nîşanî me bidin”

2017-08-23 10:33:31

Zarokên Hamdullah Demîrtaşê ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî bi salan di girtîgehê de tê girtin û nexweş e destnîşan kirin, bavên wan belesebeb û bi neheqî hatiye girtin û tê cezakirin.

Ji 80 hakimên eskerî 4 hakim ji wezîfeya xwe re hatin îadekirin

Ji 80 hakimên eskerî 4 hakim ji wezîfeya xwe re hatin îadekirin

2017-08-23 10:0059

Hat diyarkirin ji 80 hakimên eskerî yên ku di bergeha OHALê de ji wezîfê hatin derxistin 4 hakim ji wezîfeya xwe re hatin îadekirin.

Derket holê ku li Heskîfê teqemenî hatiye bikaranîn

Derket holê ku li Heskîfê teqemenî hatiye bikaranîn

2017-08-22 16:00:44

Li Heskîfa dîrokî ya ku navçeya Êlihê ye derket holê latên ku dibûn sedema xeterê bi teqemeniyan hatine hilweşandin.

Hemû Nûçe

Di warê zamê de lihevkirin çêbû

Di bazara zamê ya salane ya memûran de lihevkirin çêbû.

Ji konser û mihrîcanên ku li Entabê tên tertîpkirin re bertek

Li Entabê ji teref şaredariyên Entabê ve cûrbecûr konser tên dayîn û mihrîcan tên tertîpkirin. Welatî û rojnamegerên ku ji rewşê aciz in derheqê mijarê de nerazîbûnên xwe nîşan dan û diyar kirin pereyê xelkê divê bi van tiştên wisa neyê xerckirin.

2 PKKyiyên ku wesayîta bombebarkirî dajotin hatin kuştin

Li Payîzavaya Wanê 2 PKKyiyên ku wesayîta bombebarkirî dajotin hatin kuştin.

Li Wêranşarê ÎHA ket

Li Wêranşara Rihayê balafira bêînsan ket.

Serokê OSYMê Demîr îstîfa kir

Prof. Dr. Omer Demîrê Serokê OSYMê ji wezîfeya xwe îstîfa kir.
Hemû Nûçe