A A A

Ev 15 roj e ku mehkûmê nexweş ê ku ameliyat bûye nabin kontrolê

: 2017-08-08 14:59

ENQERE - Şeyhmus Alpsoyê mehkûmê nexweş ê ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di girtîgehê de tê girtin di wan rojên borî de ji ber nexweşiya qenserê ameliyat bû. Hat diyarkirin ev 15 roj e ku mehkûmê nexweş ê ku ameliyat bûye nabin kontrolê.

Ev 15 roj e ku mehkûmê nexweş ê ku ameliyat bûye  nabin kontrolê

Suat Alpsoya ku xanima mehkûmê nexweş Şeyhmus Alpsoyî ye derheqê mijarê de bertekên xwe nîşan da û diyar kir ev 15 roj e zilamê wê ji ber ku esker diçin dozên FETO , ji bo kontrolê nabin nexweşxanê.

 “Dema ku mehkeme dest pê dikin temamê randevuyan tên betalkirin”

Alpsoy di axavtina xwe ya ku derheqê mijarê kir de diyar kir ew nizane li ber vê rewşê çi bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Diviyabû heftiya ewil zilamê min biribana kontrolê, lê nehiştin bibin. Ji me re gotin ew ê vê heftiyê bibin.Lê hêj nebirin. Em dixwazin vê heftiyê wî bibin kontrolê.  Dibêjin ji ber ku dozên FETO dest pê kirine esker tunene û ji ber vê yekê wî nikarin bibin nexweşxanê. Ji ber ku temamê eskeran dişînin dozê FETO zilamê min nabin xestê.  Dema ku mehkeme dest pê dikin temamê randevuyan tên betalkirin. Vê yekê esker bi xwe dike. Êdî dixwaze bila mehkûmê nexweş dimre yan namire ne xema tû kesî ye.”

 “Êdî tû feydeya xeberdanê tuneye”

Alpsoy diyar kir ji ber ku zilamê wê pir nexweş e û nikare bi tena serê xwe li xwe mêze bike nikare di girtîgehê de bimîne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Kesên rayedar li hember van tiştên ku hatine serê me xwe kirine kor û kerr. Êdî me hemû tiştî hewaleyî Xwedê kir. Daxwaziyeke me tenê heye ku ew ji girtîgehê derxistina zilamê min e. Rewşa zilamê min ji min pirs dikin, dema ku ez bersiv didim wan, ew ecêbmayî dimînin û dibêjin çima hêj di hundir de ye. Du rexên zilamê min bi poşetan hatiye girêdan. Tedawiya vê nexweşiyê hetanî 5 salan berdewam dike. Doxtor dibêje em hêj li serê kar in.  Xweda hemû tiştî dizane, ez dixwazin zilamê min rojên xwe dawî di nav zarokên xwe de derbas bike.  Qet nebe wan heqên ku dane wan mehk»mên din bila bidin mêrê min jî. Bila neheqiyê nekin. Êdî em nizanin çi bibêjin, êdî tû feydeya gotinê tuneye. Ger rayedar vê yekê nekin em wan hewaleyî Xwedê dikin. Ew ê di roja axretê de her du destên min dê di pêsîra wan de be.”

Alpsoy herî dawî got zilamê wê bi tena serê xwe nikare li xwe binêre û wiha got: “Lawekî min astengdar heye, ez nizanim li wî binêrim an jî ji bo pêdiviyên wî herim ba zilamê xwe.”(ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

 “Ger li Tirkiyê serdestiya hiqûqê hebe bila nîşanî me bidin”

“Ger li Tirkiyê serdestiya hiqûqê hebe bila nîşanî me bidin”

2017-08-23 10:33:31

Zarokên Hamdullah Demîrtaşê ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî bi salan di girtîgehê de tê girtin û nexweş e destnîşan kirin, bavên wan belesebeb û bi neheqî hatiye girtin û tê cezakirin.

Ji 80 hakimên eskerî 4 hakim ji wezîfeya xwe re hatin îadekirin

Ji 80 hakimên eskerî 4 hakim ji wezîfeya xwe re hatin îadekirin

2017-08-23 10:0059

Hat diyarkirin ji 80 hakimên eskerî yên ku di bergeha OHALê de ji wezîfê hatin derxistin 4 hakim ji wezîfeya xwe re hatin îadekirin.

Derket holê ku li Heskîfê teqemenî hatiye bikaranîn

Derket holê ku li Heskîfê teqemenî hatiye bikaranîn

2017-08-22 16:00:44

Li Heskîfa dîrokî ya ku navçeya Êlihê ye derket holê latên ku dibûn sedema xeterê bi teqemeniyan hatine hilweşandin.

Hemû Nûçe

Di warê zamê de lihevkirin çêbû

Di bazara zamê ya salane ya memûran de lihevkirin çêbû.

Ji konser û mihrîcanên ku li Entabê tên tertîpkirin re bertek

Li Entabê ji teref şaredariyên Entabê ve cûrbecûr konser tên dayîn û mihrîcan tên tertîpkirin. Welatî û rojnamegerên ku ji rewşê aciz in derheqê mijarê de nerazîbûnên xwe nîşan dan û diyar kirin pereyê xelkê divê bi van tiştên wisa neyê xerckirin.

2 PKKyiyên ku wesayîta bombebarkirî dajotin hatin kuştin

Li Payîzavaya Wanê 2 PKKyiyên ku wesayîta bombebarkirî dajotin hatin kuştin.

Li Wêranşarê ÎHA ket

Li Wêranşara Rihayê balafira bêînsan ket.

Serokê OSYMê Demîr îstîfa kir

Prof. Dr. Omer Demîrê Serokê OSYMê ji wezîfeya xwe îstîfa kir.
Hemû Nûçe