A A A

Li Entabê pedal ji bo ‘Qudsê’ hatin zîvirandin

: 2017-08-08 10:08

ENTAB - Li Entabê ji teref Serokatiya Şaxên Ciwanan a HUDA PARê ve ji bo bal û dîqqet bên kişandin li ser wê terora ku terorîstên siyonîst li Qudsê tetbîq dikin bi dirûşmeya ‘Ji Bo Qudsê Derkeve Rê’ tûra bisikletê hat tertîpkirin.

Li Entabê pedal ji bo ‘Qudsê’ hatin zîvirandin

Tûra duçerxê ji Çarrahê Îmam Hostaya Entabê dest pê kir. Di dema tûra duçerxê de kesên beşdarvan heta ku gihaştin Qada Şêx Seîd bênavber tekbîr anîn û dirûşmeyên mîna ‘Ji Entabê ji Qudsê re hezar silav’, ‘Misliman raneze li Qudsê xwedî derkeve’ avêtin û ji terorîstên îşxalker re lenet xwendin.

Li rawestgaha dawî girseya duçerxê ji teref welatiyan ve bi pankartan hat pêşîwazîkirin. Li vê derê Serokê Şaxên Ciwanan ê Entabê yê HUDA PARê Huseyîn Kizilçinar metna daxuyaniya çapemeniyê xwend.

Kizilçinar di daxuyaniya ku da de destnîşan kir ew ji bo bibin dengê Quds û dengê mezlûman li vê derê kom bûne. Kizilçinar her wiha diyar kir çeteyên siyonîst her tim Mislimanan şehîd dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew çeteyê siyonîst a ku tû hiqûqê nas nake Mescîda Eqsayê dorpêç dike û têketina Mislimanan asteng dike. Ew siyonîstên îşxalker ji xwe re perçebûn û belavbûna me wek firsedê dît û di 13ê Tîrmehê de 3 birayên me yên Filistînî şehîd kir. Ev jî ne bes bû, heman çete roja înê kirina nimêja înê re bû asteng. Li wê Mescîda Eqsayê ya ku ji Mîraca Pêxemberê me Hz. Muhammed re şahîdî kiriye piştî  48 salan cara ewil nimêj înê  nehat kirin.”

Kizilçinar di dawiya axavtina xwe de diyar kir çeteyên siyonîst ji zû ve hedê xwe derbas kirine û wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Bêdengiya Mislimanan cesaretê dide siyonîstan. Divê mezinên welatên Misliman dev ji îxtîlafan berdin.”(ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Malbata Yasîn Boru ji walîtiyê re doza tazmînatê vekir

Malbata Yasîn Boru ji walîtiyê re doza tazmînatê vekir

2017-08-19 14:48:35

Malbata Yasîn Boruyê ku di êrîşên 6-7ê Cotmehê de ji tere HDP/PKKyiyan ve hat qetilkirin ji walîtiyê re doza tazmînatê vekir.

HUDA PAR dê li ber konsolxaneya çeteyê siyonîst daxuyaniya çapemeniyê bide

HUDA PAR dê li ber konsolxaneya çeteyê siyonîst daxuyaniya çapemeniyê bide

2017-08-19 13:36:15

Serokatiya Şaxên Ciwanan a Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê dê li ber konsolxaneya çeteyê siyonîst daxuyaniya çapemeniyê bide.

Hilberînerên fistiqan li benda desteka dewletê ne

Hilberînerên fistiqan li benda desteka dewletê ne

2017-08-19 12:07:55

Li Rihaya ku di van salên dawî de lê hişkesalî hakim e, hilberînerên fistiqan diyar kirin ji ber ku ew nikarin darên xwe yên fistiqan av bidin rekolteya fistiqan kêm bûye. Ji ber vê yekê hilberîner ji dewletê alîkariyê teleb dikin.

Hemû Nûçe

“Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

Şêniyên Gundê Şenika girêdayê Çewligê diyar kirin li taxa wan mişkîleyên mîna av, rê û çopan heye û ev yek ji teref şaredariyê ve têt zanîn, lê belê tu kes serê xwe pê naêşîne.

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê tuneleke ku ber bi aliyê Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin.

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

Li Hendeka navçeya Sakaryayê traktora ku karkeran vediguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 7 karker jiyana xwe ji dest dan û 20 karker jî birîndar bûn.

Hewadîsên diziyê Diyarbekiriyan aciz kir

Di van demên dawî de li Diyarbekirê hewadîsên diziyê gelek zêde bûn, ji ber hewadîsên diziyê şênî êdî nema îdare dikin û ji rayedaran alîkariyê teleb dikin da ku ji vê mişkîleyê re çareyek bê dîtin.

Mixtarê windabûyî wek mirî hat dîtin

Mixtarê gund ê ku ev 3 roj in li Gevera Colemêrgê xeber jê nayê standin li çolterê wek mirî hat dîtin.
Hemû Nûçe