A A A

“Referandûma serxwebûnê heqeke meşrû ya xelkê Kurd e”

: 2017-08-04 15:57

MÊRDÎN - Midûrê Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Raperîna Kurdistana Iraqê Dr. Îbrahîm Abdurrahman diyar kir referandûma serxwebûnê heqeke meşrû ya xelkê Kurd e.

 “Referandûma serxwebûnê heqeke meşrû ya xelkê Kurd e”

Ew ê li Kurdistana Iraqê ji bo ber bi dewletbûnê ve gava ewil dê di 25ê Îlonê de bi referandûma xweseriyê ya ku dê bê kirin bê avêtin. Midûrê Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Raperîna Kurdistana Iraqê  Dr. Îbrahîm Abdurrahman derheqê  referandûmê de û derheqê tişîtên ku tên hêvîkirin de hest û nêrînên xwe ji ÎLKHAyê re vegot.

Dr. Îbrahîmê ku diyar kir  çawa ku referandûma serxwebûnê ji her milletekî re heqê meşrû  be bi heman awayî ji bona Kurdan jî  heqeke meşrû ye û divê ji vê yekê re astengî neyên derxistin.

“Referandûm îro nebe sibe, sibe nebe du sibe, du sibe jî nebe miheqqeq dê salek şûn de bê kirin”

Îbrahîm di berdewama axavtina xwe de diyar kir Kurdistan ji bo referandûmê musaîd e û hikûmeta heremî ev 25 sal e ku hewla dewletbûnê didin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew ê referandûm muheqqeq bê kirin. Îro nebe sibe, sibe nebe du sibe, du sibe jî nebe miheqqeq dê salek şûn de bê kirin. Lewra em temamê dinyayê dinêrin  gelek dewletên ku ji aliyê erdnigariyê ve ji me biçûktir û nifûsa wan ji ya me hindiktir hene. Lê dîsa berî vê çendîn salan bûne dewlet. Çima em jî wek wan nebin xweser.”

 “Kurd xweseriyê dixwazin”

Dr. Îbrahîm got digel ku gelek mişkîleyan gelek zêde dijminên Herema Kurdistanê hene û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di vê xalê de divê temamê Kurdan li ser mijara referandûmê de bibin xwesiyê qenaetekî. Lewra xweserî heqê meşrû yên Kurdan e. Di warê xwesriyê de ji aliyê teorîk ve  îxtîlafeke me heye. Ev îxtîlaf di temamê Kurdistanê de heye. Temamê Kurdan gelek zêde dixwazin ku dewlet bê damizrandin lê ji hêla sepandinê ve xwediyê fikarê ne. Li kû dera dinyayê dibe bila bibe ez nafikirim ku Kurdek dijberê xweseriyê be. Lê weke ku min got di warê sepanê de hinek fikar hene. Ger kesên ku  fikra wan ne li aliyê xweserbûnê ye bila heta 25ê Îlonê rûnin û biaxivin. Lewra em bawer dikin ku ew ê îxtîlaf dê bi gotûbêjê bên çareserkirin.”

“Divê em di konferans û civînan de werin bal hev û îxtîlafên di nav xwe de çareser bikin”

Dr. Îbrahîm got ku meseleya referandûma xweserbûnê hewadîseke mezin e û ji bo Kurdan girîng . Îbrahîm dû re wiha got: “ Di vê pêvajoya girîng de ez di serî de bang li STK û partiyên siyasî û her wiha li rîspiyan dikim; divê em di konferans û civînan de werin bal hev û îxtîlafên di nav xwe de çareser bikin. Bi vî awayî divê em di encama îttîfaqekê de bi dengekî gurr û jidayî referandûma xwe bikin. Niha encama referandûmê texmînkirin zehmet e.”(ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Malbata Yasîn Boru ji walîtiyê re doza tazmînatê vekir

Malbata Yasîn Boru ji walîtiyê re doza tazmînatê vekir

2017-08-19 14:48:35

Malbata Yasîn Boruyê ku di êrîşên 6-7ê Cotmehê de ji tere HDP/PKKyiyan ve hat qetilkirin ji walîtiyê re doza tazmînatê vekir.

HUDA PAR dê li ber konsolxaneya çeteyê siyonîst daxuyaniya çapemeniyê bide

HUDA PAR dê li ber konsolxaneya çeteyê siyonîst daxuyaniya çapemeniyê bide

2017-08-19 13:36:15

Serokatiya Şaxên Ciwanan a Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê dê li ber konsolxaneya çeteyê siyonîst daxuyaniya çapemeniyê bide.

Hilberînerên fistiqan li benda desteka dewletê ne

Hilberînerên fistiqan li benda desteka dewletê ne

2017-08-19 12:07:55

Li Rihaya ku di van salên dawî de lê hişkesalî hakim e, hilberînerên fistiqan diyar kirin ji ber ku ew nikarin darên xwe yên fistiqan av bidin rekolteya fistiqan kêm bûye. Ji ber vê yekê hilberîner ji dewletê alîkariyê teleb dikin.

Hemû Nûçe

“Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

Şêniyên Gundê Şenika girêdayê Çewligê diyar kirin li taxa wan mişkîleyên mîna av, rê û çopan heye û ev yek ji teref şaredariyê ve têt zanîn, lê belê tu kes serê xwe pê naêşîne.

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê tuneleke ku ber bi aliyê Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin.

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

Li Hendeka navçeya Sakaryayê traktora ku karkeran vediguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 7 karker jiyana xwe ji dest dan û 20 karker jî birîndar bûn.

Hewadîsên diziyê Diyarbekiriyan aciz kir

Di van demên dawî de li Diyarbekirê hewadîsên diziyê gelek zêde bûn, ji ber hewadîsên diziyê şênî êdî nema îdare dikin û ji rayedaran alîkariyê teleb dikin da ku ji vê mişkîleyê re çareyek bê dîtin.

Mixtarê windabûyî wek mirî hat dîtin

Mixtarê gund ê ku ev 3 roj in li Gevera Colemêrgê xeber jê nayê standin li çolterê wek mirî hat dîtin.
Hemû Nûçe