A A A

Alîkariyên Yetîm-Dera Ewrûpayê gihaşt Yemena ku lê mirin pêk tên

: 2017-07-29 14:11

NAVENDA NÛÇEYAN - Yetîm-Dera Ewrûpayê li Yemenê ji kesên ku bi birçîbûn û xelayê re rû bi rû mane re alîkariya erzaqê belav kir.

Alîkariyên Yetîm-Dera Ewrûpayê gihaşt Yemena ku lê mirin pêk tên

Weke ku tê zanîn her roja ku diçe ji ber şerê navxweyî ya li welêt qeyran zêde dibe. Însanan ku li Yemenê di navbera şerê navxweyî de maye li rasta Yetîm-Dera Ewrûpayê ya ku Saziya Alîkariyê ya Navneteweyî ye li Yemena ku lê xela û birçîbûn hakim e ji însanan re alîkarî belav kir.

Serokê Yewtîm-Dera Ewrûpayê Huseyîn Ateş derbarê rewşa li Yemenê de diyar kir ew tespît kirine ku li Yemenê ji zêdetirî 2 milyon zarokan di sînora birçîbûnê de ne û ji ber kêmbûna erzaq û xurekê herjmara mirina her roja ku derbas dibe zêdetir dibe.

Ateş di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber ambargoya ku li ser Yemenê heye ew bi zehmetî alîkariya erzaqê gihaştandin Yemenê û ew ê bi desteka xêrxwazan ji Yemeniyan re zêdetir alîkariyê belav bikin. Ateş dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dema li raporên ku ji teref saziyên navneteweyî ve hatine weşandin tê nihêrtin bi rastî jî tê dîtin ku li Yemenê însan bi qeyranekê re rûbirû mane û Yemenê niha qeyrana erzaqê ya herî mezin tê jiyan. Ger gavên pêwîst neyên avêtin ew ê hejmara mirinên ji ber erzaqê zêdetir bibin.”(ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Li Rûsyayê êrîşa bi kêr: 8 birîndar

Li Rûsyayê êrîşa bi kêr: 8 birîndar

2017-08-19 16:18:36

Li Surguta bajêra Rûsyayê kesek bi kêrê 8 kesan birîndar kir.

Li Venezuelayê di girtîgehê de pevçûn: 37 mirî

Li Venezuelayê di girtîgehê de pevçûn: 37 mirî

2017-08-17 08:14:25

Li başûrê Venezuelayê di girtîgehekê de di navbera girtiyên çekdar û erkdarên ewlehiyê de pevçûn derket, di encama pevçûna ku derket de 37 kes mirin.

Li Sîerra Leonê hejmara miriyan derket 400î û 600 kes jî winda ne

Li Sîerra Leonê hejmara miriyan derket 400î û 600 kes jî winda ne

2017-08-16 17:58:28

Hejmara miriyan ên kesên ku ji ber barana zêde û lehiyê li Freetowna Sîerra Leonê jiyana xwe ji dest dan derket 400î, her wiha hat ragihandin ji ber lehiyê 600 kes jî winda ne.

Hemû Nûçe

“Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

Şêniyên Gundê Şenika girêdayê Çewligê diyar kirin li taxa wan mişkîleyên mîna av, rê û çopan heye û ev yek ji teref şaredariyê ve têt zanîn, lê belê tu kes serê xwe pê naêşîne.

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê tuneleke ku ber bi aliyê Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin.

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

Li Hendeka navçeya Sakaryayê traktora ku karkeran vediguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 7 karker jiyana xwe ji dest dan û 20 karker jî birîndar bûn.

Hewadîsên diziyê Diyarbekiriyan aciz kir

Di van demên dawî de li Diyarbekirê hewadîsên diziyê gelek zêde bûn, ji ber hewadîsên diziyê şênî êdî nema îdare dikin û ji rayedaran alîkariyê teleb dikin da ku ji vê mişkîleyê re çareyek bê dîtin.

Mixtarê windabûyî wek mirî hat dîtin

Mixtarê gund ê ku ev 3 roj in li Gevera Colemêrgê xeber jê nayê standin li çolterê wek mirî hat dîtin.
Hemû Nûçe