A A A

Barîkatên hesinî yên li derdora Mescîda Eqsayê hatin rakirin

: 2017-07-27 14:01

QUDS - Ji ber bertekên tund ên ku ji teref alema Îslamê ve ji siyonîstên îşxalker ên terorîst re hat nîşandan siyonîstên terorîst barîkatên hesinî yên li derdora Mescîda Eqsayê rakirin.

Barîkatên hesinî yên li derdora Mescîda Eqsayê hatin rakirin

Weke ku tê zanîn siyonîst îsraîl ev bû demek dirêj ku li Mescîda Eqsayê her cûr zilmê li Mislimanan kir, kirina îbadetê ji bo wan astengkirin û li hewşa mizgeftê Mislimanên Filistînî şehîd kir. Di ser van temamê tehdayî û zilman de siyonîstên terorîst dedektor danîn li ber têketina Mescîda Eqsayê û bi barîkatan dora Mescîda Eqsayê dorpêç kirin.

Ji ber van tehdayî û zilman xelkê Filistînî li dora Mescîda Eqsayê xwepêşan li dar dixistin. Siyonîstên terorîst ên ku bertekên tund ji wan re hat nîşandan piştî dedektoran vêcar jî barîkatên hesinî yên li derdora Mescîda Eqsayê rakirin. Ji ber ku barîkat hatin rakirin Filistînî pir kêfxweş bûn û bênavber tekbîran anîn.

Melayê Mescîda Eqsayê Şêx Omer El-Kîsvanî derbarê mijarê de diyar kir ‘ Em ê nimêja şeveqê li Mescîda Eqsayê nekin. Ji bo em fêm bikin ka çi tişt diqewimin em ê li benda raporta komiteya eleqedar bin.”

Miftiyê Qudsê Şêx Muhammed Huseyîn jî derbarê mijarê de  bang li kesên li derdora Mescîda Eqsayê kir û ji wan xwest ku bila tu kes di mijara têketina Mescîda Eqsayê de ecele neke û bila hemû kes li benda rapora komîteyê bin.(ÎLKHA)

 

 

 

 



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Li Rûsyayê êrîşa bi kêr: 8 birîndar

Li Rûsyayê êrîşa bi kêr: 8 birîndar

2017-08-19 16:18:36

Li Surguta bajêra Rûsyayê kesek bi kêrê 8 kesan birîndar kir.

Li Venezuelayê di girtîgehê de pevçûn: 37 mirî

Li Venezuelayê di girtîgehê de pevçûn: 37 mirî

2017-08-17 08:14:25

Li başûrê Venezuelayê di girtîgehekê de di navbera girtiyên çekdar û erkdarên ewlehiyê de pevçûn derket, di encama pevçûna ku derket de 37 kes mirin.

Li Sîerra Leonê hejmara miriyan derket 400î û 600 kes jî winda ne

Li Sîerra Leonê hejmara miriyan derket 400î û 600 kes jî winda ne

2017-08-16 17:58:28

Hejmara miriyan ên kesên ku ji ber barana zêde û lehiyê li Freetowna Sîerra Leonê jiyana xwe ji dest dan derket 400î, her wiha hat ragihandin ji ber lehiyê 600 kes jî winda ne.

Hemû Nûçe

“Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

Şêniyên Gundê Şenika girêdayê Çewligê diyar kirin li taxa wan mişkîleyên mîna av, rê û çopan heye û ev yek ji teref şaredariyê ve têt zanîn, lê belê tu kes serê xwe pê naêşîne.

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê tuneleke ku ber bi aliyê Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin.

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

Li Hendeka navçeya Sakaryayê traktora ku karkeran vediguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 7 karker jiyana xwe ji dest dan û 20 karker jî birîndar bûn.

Hewadîsên diziyê Diyarbekiriyan aciz kir

Di van demên dawî de li Diyarbekirê hewadîsên diziyê gelek zêde bûn, ji ber hewadîsên diziyê şênî êdî nema îdare dikin û ji rayedaran alîkariyê teleb dikin da ku ji vê mişkîleyê re çareyek bê dîtin.

Mixtarê windabûyî wek mirî hat dîtin

Mixtarê gund ê ku ev 3 roj in li Gevera Colemêrgê xeber jê nayê standin li çolterê wek mirî hat dîtin.
Hemû Nûçe