Serokkomar Erdogan li Qatarê ye
Doha - Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di bergeha ziyaretên welatên kendavê de çû Dohaya paytexta Qatarê.

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û heyeta pê re li Balafirgeha Hamadê ya Navneteweyî ji teref Mîrê Qatarê Şêx Temîm bîn Hamad Al Sanî û Fîkret Ozerê Balyozê Dohayê yê Tirkiyê ve hat pêşîwazîkirin. Piştî pêşîwazîkirinê Serokkomar Erdogan û Mîrê Qatarê ji bo hevdîtinê derbasî Dîwana Mîrektiyê bûn.
Di heyeta ku bi serokomar re çû Qatarê de gelek kesên paye bilind hene.(ÎLKHA)