A A A

Ji HUDA PARê bangewaziya Mescîda Eqsayê

: 2017-07-17 14:35

NAVENDA NÛÇEYAN - HUDA PAR ji îşxala ku ji teref rejîma sîyonist ve tê kirin re bertek nîşan da û bang li temamê Mislimanan kir da ku li dijî îsraîla siyonîst bê deng neyê mayîn.

Ji HUDA PARê  bangewaziya Mescîda Eqsayê

Weke ku tê zanîn rejîma îşxalker a siyonîst berî vê çend rojan têketin  û derketina Mescîda Eqsayê girtibû û li Mescîda Eqsayê kirina nimêja Înê asteng kiribû û her wiha di hewşa Mescîda Eqsayê de 3 ciwanên Filistînî şehîd kiribû. 

Ji ber van sedema  ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve daxuyaniyek hat weşandin. Di daxuyaniya ku hat weşandin de  kiryarên îsraîlê siyonîst hatin telînkirin û bang li temamê Mislimanan hat kirin da ku li dijî bidestxistina temamê Mescîda Eqsayê û li ser temamê Qudsê bûyîna xwediyê gotinê ya îsraîla sîyonîst û îşxalker bêdeng neyê mayîn.

Di berdewama daxuyaniyê de girtina Mescîda Eqsayê, şehîdkirina Mislimanên Filistînî û li ber têketina Mescîda Eqsayê danîna dedektoran di bîra hat xistin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji ber qerara rejîma îşxalker a siyonîst a ku ji xwe re îhlalkirina heqên însanî û binpêkirina hiqûqa navneteweyî kiriye adet,  heftiya borî roja înê birayên me yên Misliman nimêjên xwe ji dêla ku di Mescîda Eqsayê de bikin li ber sûrên bajêra kevin eda kirin. Em wê îsraîla ku  heq û hiqûqê nas nake, hemû cûr zilman li birayên me yên Mislimana dike, bi Îslamê re dijminantiyê dike û  her tim êrîşî nirxên Îslamî dike  ji ber qerarên ku standine telîn dikin û lenetê lê tînin.”

Rejîma îşxalê hewil dide Mescîda Eqsayê bi dest bixe û li ser temamê Qudsê bûbe xwediyê gotinê

Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin teşebûsa herî dawî ya îsraîla îşxalker gav bi gav bi dest xistine Mescîda Eqsayê û li ser temamê Qudsê bûyîna xwediyê gotinê ye. Dû re wiha li daxuyaniya hat zêdekirin: “ Ji ber qerara rejîma îşxalker piştî 48 salan cara ewil li Mescîda Eqsayê nimêja înê nehatiye edakirin. Ev jî ne bes e bû, rejîma îşxalker dedektor danîn li ber têketina Mescîda Eqsayê û şerta lêgerîna li ser Mislimanên ku ji bo îbadetên tên mizgeftê  û tabutên ku ji bo nimêja cinazê tên anîn anî. Polêsên rejîma îşxalker heta melayê gund hemû kesî ji Mescîda Eqsayê derxist û dest danî li ser telefonên dergevanên dildar ên Mescîda Eqsayê. Qetilkirina Mislimanan û ew qerarên ku bi hinceta ewlehiyê tên dayîn û pê îbadet û taatên Mislimanan tên astengkirin  hewildana bidestxistina Mescîda Eqsayê û li ser temamê Qudsê bûyîna xwediyê gotinê ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin ew ê rejîma îşxalker piştî demekê Mislimanan bi temametî ji Mescîda Eqsayê meni’ bike û wiha hat gotin: “Em bang li  temamê Mislimanên cîhanê dikin da ku dengê xwe  li dijî  sepan û zextên îsraîla siyonîst bilind bikin û jê re bertek nîşan bidin.”(ÎLKHA)

 



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Yetîm-Der xelkê ji bo merasîma dawetê vexwand

Yetîm-Der xelkê ji bo merasîma dawetê vexwand

2017-07-25 14:15:42

Yetîm-Dera ku navenda wê li Diyarbekirê ye ew ê di bergeha projeya ‘Ber bi hizûrê ve gav’ de xelkê vexwend bernameya daweta ku dê di 28ê Tîrmehê bê tertîpkirin.

"Kameramanê" ku di êrîşên 6-7ê Cotmehê de balan kişandibû li ser xwe hat binçavkirin

2017-07-25 13:11:39

Nûçegihanê berê yê Gelê Kurdistan TVyê yê ku di êrîşên 6-7ê Cotmehê de balan kişandibû li ser xwe di operasyonên ku vê şeveqê li Diyarbekirê li dijî PKKê hatin lidarxistin de hat binçavkirin.

Li Edenê operasyona ‘ByLock’ê: 45 binçavî

Li Edenê operasyona ‘ByLock’ê: 45 binçavî

2017-07-25 11:57:33

Li Edenê di bergeha operasyona FETO/PDYê de 45 kesên ku tê îddîakirin bernameya ‘ByLock’ê bi kar anîne hatin bikaranîn.

Hemû Nûçe

Darizandina eskerên ku di teşebûsa darbê de Walîtiya Sêrtê dorpêç kiribûn dest pê kir

320 eskerên berê yên ku di teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê ya ku bi piştevaniya Amerîkayê ji teref FETO ve hat kirin de Walîtiya Sêrtê dorpêç kirin hatin derxistin mehkemê.

6 PKKyî hatin kuştin

Li Bêtûşebaba Şirnexê di bergeha operasyona ku tê birêvebirin de 6 PKKyî hatin kuştin.

Li Efxanistanê êrîşa bombeyî: 24 mirî 42 birîndar

Li Kabîla paytexta Efxanistanê bi wesayîta bombebarkirî êrîş hat lidarxistin, di encama êrîşê de 24 kes jiyana xwe ji dest da û 42 kes jî birîndar bûn.

Serokkomar Erdogan li Kuweytê ye

Serokkomar Recep Tayyîp Erdoganê ku ji bo ziyaretinan çûbû Erebîstana Siûd piştî ku ziyaret qediya re derbasî Kuweytê bû.

Balyozê Îngîlîz: Di pey darbê de Gulen heye, lê ew ne rêxistina terorê ye

Balyozê Tirkiyê yê Îngîlîstanê Rîchard Mooreyê ku ji CNN Turkê pirsên Hakan Çelîk bersivand derheqê teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê û FETO de daxuyanî da.
Hemû Nûçe