A A A

Yapicioglu: Di serê wan kesên ku li dijî darbê li berxwedan de cemaatên Îslamî tên

: 2017-07-15 21:46

DIYARBEKIR - Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu di daxuyaniya çapemeniyê ya ku ji ber minasebeta salvegera teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê da de destnîşan kir di serê wan kesên ku li dijî teşebûsa darbê li ber xwe didan de cemaatên Îslamî tên.

Yapicioglu: Di serê wan kesên ku li dijî darbê li berxwedan de cemaatên Îslamî tên

Ji ber minasebeta salvegera teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê  ji teref Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu ve li Serokatiya Bajêra Diyarbekirê ya HUDA PARê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Zekeriya Yapiciogli di daxuyaniya ku da de destnîşan kir di pey temamê wan darbeyên ku heta îro hatine kirin de Amerîka heye.

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de di bîran xist ji ser wê teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê ya ku tê de şebekeyên îxanetê berê lûleyên  çekan dabûn millet û tê de 250 can hatibûn qetilkirin re salek derbas bû û dû re wiha got: “ Ez bi vê wesîleyê ji bo kesên ku şehîd bûne rehmetê  û ji malbat û naskiriyên wan re jî sebrê teleb dikim û serê wan û yên millet sax be.”

“Xwediyên wê teşebûsa meşûm, nêzî 40 salan haziriyê kirin”

Yapicioglu diyar kir mimkûn e ku ev teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê wek ‘teşebûsa derxistina herba navxweyî’ û ‘teşebûsa welêt ji îşxalê re hazirkirin’ bê navkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Xwediyên wê teşebûsa meşûm, nêzî 40 salan haziriyê kirin , qewet û serwet berhev kirin, kemînan danîn û zilaman gihaştandin. 40 salan pêşiya wan vebû, zêde bûn û ji zilmên wan re tenê şahid hat mayîn. Bi desteka dewletê xelkê xelas kirin û mezin bûn.”

 “Ne mimkun e ku FETO û cemaatên Îslamî wek hev bên dîtin û berewajiya vê jî zilm e”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe diyar kir ne mimkun e ku FETO û cemaatên Îslamî wek hev bên dîtin û berewajiya vê jî zilm e û dû  re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Çawa ku hinek eskerên ku bi cilên eskeran teşebûsî darbê kirine ne mimkûn e  temamê eskeran an jî saziya eskeriyê bê hedefgirtin; bi heman awayî  ne  mimkûn e ku FETOyê ji bo melanetên xwe veşere navê cemaatê li xwe kiriye û cemaetên Îslamî yek  bên hesibandin. Berewajiya vê yekê zilm e. Rewşê parîkek din pêşde birin û li hember Îslamê  cebhe vekirin jî cinayet e. Di serê wan kesên ku di 15ê Tîrmehê de xwe berdan kolanan û li dijî darbê li ber xwe didin de cemaatên Îslamî dihatin. Em ji bo kesên ku ji bîr kirine di bîran dixin û em wek millet jî wan kesên ku hewil didin bidin jibîrkirin dikin. Em ji milletê xwe re jî dibêjin  wê şoreşa ku we berî vê salekê qezenc kir nedin dizîn.”(ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Yetîm-Der xelkê ji bo merasîma dawetê vexwand

Yetîm-Der xelkê ji bo merasîma dawetê vexwand

2017-07-25 14:15:42

Yetîm-Dera ku navenda wê li Diyarbekirê ye ew ê di bergeha projeya ‘Ber bi hizûrê ve gav’ de xelkê vexwend bernameya daweta ku dê di 28ê Tîrmehê bê tertîpkirin.

"Kameramanê" ku di êrîşên 6-7ê Cotmehê de balan kişandibû li ser xwe hat binçavkirin

2017-07-25 13:11:39

Nûçegihanê berê yê Gelê Kurdistan TVyê yê ku di êrîşên 6-7ê Cotmehê de balan kişandibû li ser xwe di operasyonên ku vê şeveqê li Diyarbekirê li dijî PKKê hatin lidarxistin de hat binçavkirin.

Li Edenê operasyona ‘ByLock’ê: 45 binçavî

Li Edenê operasyona ‘ByLock’ê: 45 binçavî

2017-07-25 11:57:33

Li Edenê di bergeha operasyona FETO/PDYê de 45 kesên ku tê îddîakirin bernameya ‘ByLock’ê bi kar anîne hatin bikaranîn.

Hemû Nûçe

Darizandina eskerên ku di teşebûsa darbê de Walîtiya Sêrtê dorpêç kiribûn dest pê kir

320 eskerên berê yên ku di teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê ya ku bi piştevaniya Amerîkayê ji teref FETO ve hat kirin de Walîtiya Sêrtê dorpêç kirin hatin derxistin mehkemê.

6 PKKyî hatin kuştin

Li Bêtûşebaba Şirnexê di bergeha operasyona ku tê birêvebirin de 6 PKKyî hatin kuştin.

Li Efxanistanê êrîşa bombeyî: 24 mirî 42 birîndar

Li Kabîla paytexta Efxanistanê bi wesayîta bombebarkirî êrîş hat lidarxistin, di encama êrîşê de 24 kes jiyana xwe ji dest da û 42 kes jî birîndar bûn.

Serokkomar Erdogan li Kuweytê ye

Serokkomar Recep Tayyîp Erdoganê ku ji bo ziyaretinan çûbû Erebîstana Siûd piştî ku ziyaret qediya re derbasî Kuweytê bû.

Balyozê Îngîlîz: Di pey darbê de Gulen heye, lê ew ne rêxistina terorê ye

Balyozê Tirkiyê yê Îngîlîstanê Rîchard Mooreyê ku ji CNN Turkê pirsên Hakan Çelîk bersivand derheqê teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê û FETO de daxuyanî da.
Hemû Nûçe