A A A

Ji zimanê şahidan berxwedana 15ê Tîrmehê-2

: 2017-07-12 13:11

STENBOL - Ji ser teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê salek derbas bû, di salvegera 15ê Tîrmehê de malbatên şehîdan qala wê şevê kirin û diyar kirin zarok, bav û zilamên wan ji bo xwedî li dahatûya xelkê Misliman derkevin derketine kolan û meydanan.

Ji zimanê şahidan berxwedana 15ê Tîrmehê-2

Ji ser wê teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê salek derbas bû. Ew şeva ku tê de êş û elemên ku nayên jibîrkirin hatin jiyan de millet berxwedaneke wisa nîşan da ku ew ê ev yek ji bo neslên ku dê werin bibe mînak û nimûne. Malbatên şehîdan qala wê şevê kirin û diyar kirin zarok, bav û zilamên wan ji bo li hember îşxalê bisekinin û ji bo xwedî li dahatûya xelkê Misliman derkevin derketine kolan û meydanan.

Bê şiphe ji wan  kesên ku wê şevê xwe bêtirs berdan meydanê û li hember teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê ya ku bi piştevaniya Amerîka û emperyalîzmê hat kirin sekinî kesek jî Omer Cankatar bû. Selahaddîn Cankatarê bavê Omer Cankatar bi halê keelgirî qala wê rojê û lawê xwe kir.

Cankatar di axavtina xwe de diyar kir  meziyetên gelek mezin ên Omer hebûn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Edaleta wî mislê yê Hz. Omer bû. Tu kesî nediqeherand.  Min hemêz dikir. Lê niha tu kes nîne, tu kesê min nema…  Ez tehmê ji tu tiştî nastînim. Lawê min însanekî pir baş bû. Min pir zêde jê hez dikir. Ez û wî wek perçeyekî bûn. Lawê min li ber Şaredariya Mezin a Stenbolê di dema ku li dijî darbekeran li ber xwe dida hat şehîdkirin.”


“Heyata wî bi fedakariyê derbas bû”

Cankatar di berdewama axavtina xwe de diyar kir lawê Omer di nav zehmetiyê de dijiya û dema ku hat şehîdkirin 33 salî bû. Bav Selahaddîn dû re wisa li axavtina xwe zêde kir: “Omer her tim di nav jiyaneke bi meşaqet de bû. Jiyana wî bi fedakeriyê derbas bû. Li mêze dikir. Lawê min însanekî baş bû. Li ser malbata xwe dire’elî û ji her kesî re dibû alîkar.  Debara me wî dikir. Xweda hezar carî jê razî be.”

“Mislê Hz. Omer bi edalet bû”

Cantakar ddiyar kir meziyetinan Omer hebûn ku ji yên wî çêtirtir bûn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me dû re wê şeva ku şehîd bûye hîn bû. Li gor ku dibêjin dema ku Omer dike xwe bitewîne berik îsabetî serê wî dike û hema di cî de şehîd dibe. Xweda jê  razî be. Meziyetinan Omer hebûn ku ji yên min çêtirtir bûn. Mislê Hz. Omer bi edalet bû.”

“Bi min de dixeyidin û dibêjin ‘Xwe bide hev’, lê ez nikarim xwe bidim hev, lewra pir zêde beriya wî dikim”

Bav Cankatar diyar kir jiyana bêyî Omer bi zehmet e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir : “ Xwezî wê şevê ez li balê bana. Dibû ku min wî parastibana, dibû ku min tiştina  kiribana. Lê çênebû. Rebbê min jê hez kir û girt ba xwe. Omer li kû xebitîbana hemû kes jê razî bû û jê hez dikirin. Ez her tim têm ser gora wî. Ez bê wî nikarim îdare bikim. Bi min de dixeyidin û dibêjin ‘Xwe bide hev’, lê ez nikarim xwe bidim hev, lewra pir zêde beriya wî dikim. Rebbê min me bîne ba hev ew ê pir baş bibe. Em wek hevalan bûn. Hemû tiştên xwe ji min re digot.”

Selahaddîn Cankatar diyar kir ew qatilan hewalî Xwedê dike û edaleta Xweda bi qewettir e. Cankatar dû re wiha pê de çû: “ Kî sûcdar be  ew ê Rebbê ceza bidiyê. Ez wan hewaleyî Xwedê dikim. Edaleta Xweda bi qewettir e. Lê yê girînd edalata Xweda ye.Dewlet tiştê pêwîst dike, lê di nav me de xaînên firotî hene.”

Omer Cantakarê ku li Fatîha Stenbolê hatibû dinyayê û mezin bûbû, perwerdehiya xwe li wir qedand. Cankatarê ku muhasebê dixwend di şeva 15ê Tîrmehê de ji diya xwe re gotibû ‘Daye, ez jî biçim, şehîd bibin bi  guleyekê.’   û cardin venegeriya.(ÎLKHA)

 



Ji zimanê şahidan berxwedana 15ê Tîrmehê-1
Ji zimanê şahidan berxwedana 15ê Tîrmehê-1

Ji ser wê teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê salek derbas bû. Ew şeva ku tê de êş û elemên ku nayên jibîrkirin hatin jiyan de millet berxwedaneke wisa nîşan da ku ew ê ev yek ji bo neslên ku dê werin bibe mînak û nimûne....

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

 “Me bo azadiya xwe raya xwe da”

“Me bo azadiya xwe raya xwe da”

2017-09-25 20:16:36

Rerefandûma serxwebûnê ya ku di seat 08.00an de dest pê kir di seat 19.00an de bi dawî bû. Hilbijêrên ku ji ÎLKHAyê re axivîn diyar kirin ew bo azadiya xwe çûn ser sindoqan û raya xwe dan.

Walîtiya Colemêrgê: Di êrîşa PKKê de penaberek mir û 5 jî birîndar bûn

Walîtiya Colemêrgê: Di êrîşa PKKê de penaberek mir û 5 jî birîndar bûn

2017-09-25 19:18:03

Di êrîşa PKKê ya ku li Şemzînana Colemêrgê hat kirin de penaber bûn hedef, di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Colemêrgê ve hatiye dayîn de hat diyarkirin di êrîşê de penaberek mir û 5 jî birîndar bûn.

Di êrîşa PKKê de penebar bûn hedef: Kesek jiyana xwe ji dest da û 5 kes birîndar bûn

Di êrîşa PKKê de penebar bûn hedef: Kesek jiyana xwe ji dest da û 5 kes birîndar bûn

2017-09-25 19:10:47

Li navçeya Şemzînana Colemêrgê di êrîşa ku PKKê li dar xist de kampa ku pênaber lê bûn bû hedef.

Hemû Nûçe

“Referandûm bo Tirkiyê ne faktoreke gefê ye”

Neçîrwan Barzanî piştî ku raya xwe da re daxuyaniyek da, Barzanî di daxuyaniya ku belav kir de diyar kir “Referandûm bo Tirkiyê qet ne tehdîd e. Em hêvî dikin ku Tirkiye me fêm bike û vê yekê ji xwe re wek gefê nebîne.”

“Heqê xelkê Kurdistanê heye ku wek gelên din azad bijî”

Li Herema Kurdistana Başûr “referandûma serxwebûnê” îro di seat 08.00an de dest pê kir. Alî Bapîrê Rêberê Komel piştî ku raya xwe da re ji endamên çapemeniyê daxuyanî da.

Serokkomar Erdogan: Em referandûmê di hukmê tune de qebûl dikin

Serokkomar Erdoganê ku di lûtkeya obdusmantiyê de axaivî ji qerara referandûmê ya Kurdistana Iraqê re bertek nîşan da û diyar kir “Em referandûmê di hukmê tune de qebûl dikin.”

“Dema ku mijar Misliman bin hemû kes kerr û lal dibe”

Arîkarê Serokê Giştî yê Îttîhadul Ulemayê Mela Beşîr Şîmşek derheqê wefata Mehdî Akîfê ji rêberên Îxwanê de diyar kir, zalim ji bêdeng û bêhesasiya ummeta Îslamê cesaret distînin û alimên Îslamê bêperwa şehîd dikin.

Mesûd Barzanî raya xwe avêt sindoqê

Serokê Herema Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî bo referandûma serxwebûnê li Hewlêrê raya xwe avêt sindoqê.
Hemû Nûçe