A A A

Mehkûmê nexweş Alpsoy destên wî kelepçekirî birin ameliyatê

: 2017-07-13 09:21

ENQERE - Şeyhmus Alpsoyê hikûmxwarê ku di girtîgehê de bi nexweşiya qenserê ket û li Nexweşxaneya Nimûne ya Enqerê tedawî didît destên wî kelepçekirî birin ameliyatê.

Mehkûmê nexweş Alpsoy destên wî kelepçekirî birin ameliyatê

Şeyhmus Alpsoyê hikûmxwar ê ku ev 18 sal e ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di girtîgehê de ye û di girtîgehê de bi nexweşiya qenserê ket û li Nexweşxaneya Nimûne ya Enqerê tedawî didît destên wî kelepçekirî birin ameliyatê.

Malbata Alpsoyê ku di seat 09.00an de ket ameliyatê  diyar kirin Şeyhmus dikeve ameliyateke pir giran û ji ber vê yekê ew ji bo Şeyhmus ji temamê Mislimanan dia teleb kirin.

Di dîmenên ku hatine kişandin de tê dîtin dema ku Alpsoy ji bo ameliyatê dibin destên wî di kelepçeyan de ye û leşkerên ku li ber serên wî ne jî çekên wan di destên wan de bi şikleke amade pê re ne. Lê di ya rastiyê de diviyabû leşker bi çekên xwe di derên girtî de ne wisa bana.

Şeyhmus Alpsoy ev 18 sal e ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di girtîgehê de tê girtin. Piştî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê ya ku bi piştevaniya Amerîka hat kirin re  Şeyhmus Alpsoyê ku êşa qanserê pê re heye û ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di girtîgehê de tê girtin ji Girtîgeha Sîncanê neqlî Girtîgeha Tîpa Fyê ya bi Nimreya 2yemîn hat kirin. Alpsoyê ku li Tekîrdagê nexweşiya wî lê zêde kiriye tu kesî serê xwe pê neêşand û wî nerakirin revîrê. Ji ber ku tu kes bi Alpsoy eleqedar nebû nexweşiya wî zêdetir pêşve çû, ji ber vê yekê Alpsoy hat rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)
 



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Yetîm-Der xelkê ji bo merasîma dawetê vexwand

Yetîm-Der xelkê ji bo merasîma dawetê vexwand

2017-07-25 14:15:42

Yetîm-Dera ku navenda wê li Diyarbekirê ye ew ê di bergeha projeya ‘Ber bi hizûrê ve gav’ de xelkê vexwend bernameya daweta ku dê di 28ê Tîrmehê bê tertîpkirin.

"Kameramanê" ku di êrîşên 6-7ê Cotmehê de balan kişandibû li ser xwe hat binçavkirin

2017-07-25 13:11:39

Nûçegihanê berê yê Gelê Kurdistan TVyê yê ku di êrîşên 6-7ê Cotmehê de balan kişandibû li ser xwe di operasyonên ku vê şeveqê li Diyarbekirê li dijî PKKê hatin lidarxistin de hat binçavkirin.

Li Edenê operasyona ‘ByLock’ê: 45 binçavî

Li Edenê operasyona ‘ByLock’ê: 45 binçavî

2017-07-25 11:57:33

Li Edenê di bergeha operasyona FETO/PDYê de 45 kesên ku tê îddîakirin bernameya ‘ByLock’ê bi kar anîne hatin bikaranîn.

Hemû Nûçe

Darizandina eskerên ku di teşebûsa darbê de Walîtiya Sêrtê dorpêç kiribûn dest pê kir

320 eskerên berê yên ku di teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê ya ku bi piştevaniya Amerîkayê ji teref FETO ve hat kirin de Walîtiya Sêrtê dorpêç kirin hatin derxistin mehkemê.

6 PKKyî hatin kuştin

Li Bêtûşebaba Şirnexê di bergeha operasyona ku tê birêvebirin de 6 PKKyî hatin kuştin.

Li Efxanistanê êrîşa bombeyî: 24 mirî 42 birîndar

Li Kabîla paytexta Efxanistanê bi wesayîta bombebarkirî êrîş hat lidarxistin, di encama êrîşê de 24 kes jiyana xwe ji dest da û 42 kes jî birîndar bûn.

Serokkomar Erdogan li Kuweytê ye

Serokkomar Recep Tayyîp Erdoganê ku ji bo ziyaretinan çûbû Erebîstana Siûd piştî ku ziyaret qediya re derbasî Kuweytê bû.

Balyozê Îngîlîz: Di pey darbê de Gulen heye, lê ew ne rêxistina terorê ye

Balyozê Tirkiyê yê Îngîlîstanê Rîchard Mooreyê ku ji CNN Turkê pirsên Hakan Çelîk bersivand derheqê teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê û FETO de daxuyanî da.
Hemû Nûçe