A A A

Ji zimanê şahidan berxwedana 15ê Tîrmehê-1

: 2017-07-11 08:31

STENBOL - Ji ser wê teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê salek derbas bû. Ew şeva ku tê de êş û elemên ku nayên jibîrkirin hatin jiyan de millet berxwedaneke wisa nîşan da ku ew ê ev yek ji bo neslên ku dê werin bibe mînak û nimûne.

Ji zimanê şahidan berxwedana 15ê Tîrmehê-1

Bê şiphe ji sancaktarên ku wê şevê xwe bêtirs berdan meydanê û li hember teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê ya ku bi poştevaniya Amerîka û emperyalîzmê hat kirin sekinî kesek Mehmet Elî Kiliç bû. Mehmet Elî Kiliç wê şeva ku teşebûsa darbê lê hat kirin  ji teref nîşangiran ve hat şehîdkirin. Bav Abdullah Kiliç  di derheqê lawê xwe de diyar kir lawê wî ji bo Îslam û Mislimanan xwe berdaye meydanan û di vê oxirê de canê xwe feda kiriye.

Mehmet Elî Kiliçê 22 salî yê ku eslê xwe Bidlîsî ye  di beşa Mihendisiya Makîneyê ya Zanîngeha Namik Kemalê dixwand û zarokê herî mezin ê malbatê bû.

 “Ji dil û can canên xwe feda kirin”

Abdullah Kiliç serpêhatiyên xwe yên şeva 15ê Tîrmehê wiha anî zimên: “ Mehmet Elî ji biçûkayiya xwe ve ji mezinên xwe re bi hurmet û bi edeb bû. Muhendistiya Mekînê xelas kir. Ji derdor, millet, dîn, watan û ala xwe ve gelekî zêde girêdayî bû. Jixwe Misliman ji bo ala xwe derketin derve. Ya rastî ji bo Îslam ji holê ranebe xwe berdan kûçe û kolanan. Şehîd  ji bo menfiatekê derneketin derve. Ev ji dil û can canên xwe feda kirin.”

 “Dema ku ji malê derket cara dawî diya xwe maç kir”

Kiliç di berdewama axavtina xwe de diyar kir M. Elî dema ku derket derve weke ku fêm kir ew ê şehîd bibe diya xwe maç û jê xwest ku ew jî wî maç bike û dû re wiha qala wê roja teşebûsa darbê kir: “M. Elî di 15ê Tîrmehê de digel hevalên xwe çûbû behrê û milê xwe êşandibû. Diya wî kremê li milê wî da. Lê ji ber êşa milê xwe îdare nekir û got ez ê biçim xestê. Çorba xwe vexwar û diya xwe maç kir û çû xestê. Di wan rojên din de qet diya xwe maç nedikir dema ku derdiket derve.Dema ku ji xestê derketiye nehat malê û li taxê çû ba hevalekî xwe yê dikandar û ji xebaran dîtiye ku darbe dibe. Ji ber vê yekê li me geriya û xeberê da me û  got ‘Serokkomar bang  li xelkê dike da ku xwe berdin kolanan’ û ez ê jî biçim. Min jê re got lawê min neçe tu nexweşî, lê wî ji min re got ku ‘bavo tiştekî min nemaye, ez baş im.’ Em hînbûn Elî rahiştiye bisikleta hevalê xwe û çûyê pirê û  her wiha xortekî 13 salî pê re çûye. Hetta Elî  bi wî xortî de xeyidiye da ku herê mala xwe. Jixwe ew zarok bîskek şûnda dibe hedefa berikan û Elî wî li ser milê xwe diki û wî dibe ambûlansê. Derdora seat 4-5an de me lê geriya û me pê de xeyidî da ku were malê. Lê wî got ez nikarim werim. Piştî demekê hevalê wî geriya û ji me re got ku Elî birîndar bûye û wî rakirine xestê.”

Kiliç di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ji bo lawê xwe bibînin çûne xestê û dema ku ew wî dîtine rûyê wî wek şehîdan dikene û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ez ji temamê şehîdan ji Xwedê rehmetê dixwazim û Xweda wan ji pêxemberê me re bike cîran. Ger darbeker werin îdamkirin ev yek cardin dubare nake.”(ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

 “Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

“Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

2017-08-18 09:42:02

Şêniyên Gundê Şenika girêdayê Çewligê diyar kirin li taxa wan mişkîleyên mîna av, rê û çopan heye û ev yek ji teref şaredariyê ve têt zanîn, lê belê tu kes serê xwe pê naêşîne.

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

2017-08-18 08:55:15

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê tuneleke ku ber bi aliyê Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin.

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

2017-08-18 08:42:11

Li Hendeka navçeya Sakaryayê traktora ku karkeran vediguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 7 karker jiyana xwe ji dest dan û 20 karker jî birîndar bûn.

Hemû Nûçe

“Em bi kêf û şahiya Eyda Qurbanê ji feqîran re goşt belav bikin”

Mustafa Ozarslanê ji rayedarên Kerwanê Ûmudê yê Entabê ye destnîşan kir ew xebatên Eyda Qurbanê dane destpêkirin û banga bexşandina qurbanan li xêrxwazan kir.

Li Venezuelayê di girtîgehê de pevçûn: 37 mirî

Li başûrê Venezuelayê di girtîgehekê de di navbera girtiyên çekdar û erkdarên ewlehiyê de pevçûn derket, di encama pevçûna ku derket de 37 kes mirin.

Li Sîerra Leonê hejmara miriyan derket 400î û 600 kes jî winda ne

Hejmara miriyan ên kesên ku ji ber barana zêde û lehiyê li Freetowna Sîerra Leonê jiyana xwe ji dest dan derket 400î, her wiha hat ragihandin ji ber lehiyê 600 kes jî winda ne.

Yûsufiyên mexdûr ên ku di salên 90î de serî li ber zilmê netewandine li benda azadiyê ne

Ew Yûsufiyên ku li ber wê bagera tarî ya salên 1990an, pêvajoya bi sir û seqem a 28ê Sibatê, zext, cinayet û qetlîamên JÎTEM û PKKê serî netewandine û bi kumpas û komployên FETO hatine mexdûrkirin hêj li benda ji holê rakirina mexdûriyetan in.

Li Şirnexê pevçûn: Eskerek jiyana xwe ji dest da

Hat diyarkirin di pevçûna ku li Şirnexê derket de eskerek jiyana xwe ji dest da.
Hemû Nûçe