A A A

Kesên ku golika bi çavekî dîtin ecêbmayî man

: 2017-07-11 12:56

MÊRDÎN - Golika ku li Qosera Mêrdînê çêbû ji ber ku bi çavekî bû û riha wî hebû kesên derdorê lê ecêbmayî man.

Kesên ku golika bi çavekî dîtin ecêbmayî man

Li Gundê Boxaziya Mezin a Qosera Mêrdînê  çêleka kesê bi navê Abdullah Erden bi sezeryanê golikek anî dinyayê.  Kesên ku golikê dîtin ecêbmayî man. Lewra golik tenê çavekî wî hebû û bi rih bû.

Xwediyê çêlekê Erden di derbarê mijarê de diyar kr  ji ber ku wext ji ser zayînê derbas bûbû wî xeber daye baytar  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me gazî baytar kir, baytar hat û golik bi sezeryanê çêbû. Em li benda golekekî bûn;lê li hember dîmena ku me dî em ecêbmayî man.  Lewra tenê çavekî golkê hebû û bi rih bû.  Pozê wî tunebû û çavê wî mezin bû. Em cara ewil li rast tiştekî wisa tên  Teqdîra Xweda ye, me karin çi bibêjin? Xweda vê yekê nîşanî me da da ku em jê ibretê bigrin.”

 “Xweda vê yekê ji bo însan jê ibretê bigrin û tobe bikin şandiye”

Dapîra  Reddeya ku însanê herî pîr ya gund  di debrarê mijarê de diyar kir temena wê vaye bû 110 lê wê heta niha tiştek wisa nediye. Dapîr dû re wisa li axavtina xwe zêde kir:  “Xweda li gor amela evdên xwe li wan muamele dike. Din nav însanan de dîn, îman, ewlehî û wijdan nemaye. Vaye emrê min bû 110.  Min ew qas heywan xwedî kir û heywan ewqas bercewiyan dianîn, lê tu carî min tiştekî wisa nediye. Xweda vê yekê ji bo însan jê ibretê bigrin û tobe bikin şandiye. Lê mixabin tu kes tobe nake. Li vî zemanî tobe nemaye. Divê em tobe bikin.”

“Dibe ku ev bûyer ji ber cûreyeke giyaya ku heywan dixwin pêk hatibe”

Baytar Musa Koçhan di derbarê mijarê de diyar kir dibe ku ev bûyer ji ber cûreyeke giyaya ku heywan dixwin pêk hatibe û dû re wiha pê de çû: “ Golik bi sezeryanê hat dinyayê. Dema ku me golikê nihêrt me dît ku  çavekî wî heye, bi rih e û pora wî heye. Her wiha dengên gelek ecêb derdixist. Ne dişibha wan golikên din. Nîvê serê wî dişba serê însanan. Dema ji kêlekê lê dihat nihêrtin dikşba kuçikan. dibe ku ev bûyer ji ber cûreyeke giyaya ku heywan dixwin pêk hatibe.”(ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

 “Siyonîst ji bo emel û armancên xwe terora ku  tetbîq nekin tuneye”

“Siyonîst ji bo emel û armancên xwe terora ku tetbîq nekin tuneye”

2017-07-23 10:00:08

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz destnîşan kir siyonîst ji bo emel û armancên xwe terora ku tetbîq nekin tuneye û got ‘ Divê Mislimana dev ji îxtîlafan berdin û li dijî siyonîzmê bibin yek.”

Ji zimanê şahidan berxwedana 15ê Tîrmehê-8

Ji zimanê şahidan berxwedana 15ê Tîrmehê-8

2017-07-22 15:40:30

Serokê Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê Erdal Elîbuyukê ku di teşebûsa 15ê Tîrmehê de ji wan kesên ku ewil derketibûn derve şexsek bû qala wê şeva teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê kir.

Bi dîmenan xwepêşanên ku ji bo Mescîda Eqsayê hatine tertîpkirin

Bi dîmenan xwepêşanên ku ji bo Mescîda Eqsayê hatine tertîpkirin

2017-07-22 11:18:43

Li gelek bajêr û navçeyan xelkê Misliman xwe berdan kolan û meydanan û ji bo Mescîda Eqsayê xwepêşanan li dar xistin.

Hemû Nûçe

Berdevkê Serokkomartiyê Kalin: Mescîda Eqsa ne bêxwedî ye

Berdevkê Serokkomartiyê Îbrahîm Kalin di civîna çepemeniyê ya ku li dar xist de destnîşan kir ‘Mescîda Eqsa ne bêxwedî ye.'

Ji HUDA PARê ji ummeta Îslamê re banga yekîtiyê

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê M. Bahattîn Temel bang li ummeta Îslamê kir da ku dev ji îxtîlafên beredayî yên di nav xwe de berdin û berê xwe bidin hedefên esil.

Diyarbekirî dê roja înê ji bo Mescîda Eqsayê derkevin meydanan

Ji ber ku îşxalkerên siyonîst li Mescîda Eqsayê ji kirina îbadetan re dibin asteng û di hewşa Mescîda Eqsayê de Mislimanan şehîd dikin ew ê xelkê Diyarbekirê sibe li ber devê Mizgefta Mezin kom bibin û daxuyaniya çapemeniyê bidin.

Encamê tayînên mamostetiya bi hevpeyman hat eşkeririn

MEB, encamên tayînên mamostetiya bi hevpeyman îro daxuyand.

Qabîneya nû hat eşkerekirin

Serokwezîr Bînalî Yildirim piştî ku bi Serokkomar Erdogan re hevdîtin kir re qabîneya nû daxuyand.
Hemû Nûçe