A A A

Ev 45 sal e ku debara xwe bi şikandina êzingan dike

: 2017-07-11 11:58

RİHA - Aslan Bagiyê ku li Hilwana Rihayê ev 45 sale bi heqê êzingan dişkîne û hewil dide debara xwe bike diyar kir ji ber ku emrê wî zêde bûye weke berê nikare bixebite.

Ev 45 sal e ku debara xwe bi şikandina êzingan dike

Li Hilwana Rihayê Xalê Aslan ev 45 sale ku hewil dide  bi keda xwe debara malbata xwe bi şikandina êzingan  bike. Xalê Aslan ê ku ev 45 sale bi keda helal debara malbata xwe dike dibêje ‘Bi keda helal qezenckirin ji her tiştî muhîmtir e.’

Bagiyê ku di derheqê mijarê de diyar kir ew rojane 10 an jî 15 lîre qezenc dike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Emrê 64 e û ev 45 sal ez karê şikandina êzingan dikim. Ji ber ku maaşê min nîne, ez ji naçarî vî karî dikim û di pey de diçim. Lê yewmiya min dernaye. Em dibêjin bila heqê nanê me derkeve besî me ye.Dema ku em tiştekî distînin em nikarin tiştê din bistînin, her wiha dema em nexweş dikevin em nikarin biçin xestê. Bielfî du bela em debara xwe bikin.”

 “Bi sihhet bûn û xwarina nanê helal me gelek kêfxweş dike”

Bagi di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew nikare tu karê din bike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji xwe karê sivik jî nakeve destên me. Carinan em diçin karê mişmişan. Carinan xêrxwaz genimdidin min. Bi sihhet bûn û xwarina nanê helal me gelek kêfxweş dike. Carinan ji ber ku zarok nexweş dikevin. Em diçin hinek pereyan peyde dikinû  em diçin xestê. Niha du zarokên min bêkar in. Carinan diçin karê yewmiyê.”

Bagi di dawiya axavtina xwe de diyar kir ger pereyên wî hebana ew ê dev ji vî karî berdabana û ew êdî parîkek be jî li rihetiya xwe nihêrtibana.(ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

 “Siyonîst ji bo emel û armancên xwe terora ku  tetbîq nekin tuneye”

“Siyonîst ji bo emel û armancên xwe terora ku tetbîq nekin tuneye”

2017-07-23 10:00:08

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz destnîşan kir siyonîst ji bo emel û armancên xwe terora ku tetbîq nekin tuneye û got ‘ Divê Mislimana dev ji îxtîlafan berdin û li dijî siyonîzmê bibin yek.”

Ji zimanê şahidan berxwedana 15ê Tîrmehê-8

Ji zimanê şahidan berxwedana 15ê Tîrmehê-8

2017-07-22 15:40:30

Serokê Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê Erdal Elîbuyukê ku di teşebûsa 15ê Tîrmehê de ji wan kesên ku ewil derketibûn derve şexsek bû qala wê şeva teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê kir.

Bi dîmenan xwepêşanên ku ji bo Mescîda Eqsayê hatine tertîpkirin

Bi dîmenan xwepêşanên ku ji bo Mescîda Eqsayê hatine tertîpkirin

2017-07-22 11:18:43

Li gelek bajêr û navçeyan xelkê Misliman xwe berdan kolan û meydanan û ji bo Mescîda Eqsayê xwepêşanan li dar xistin.

Hemû Nûçe

Berdevkê Serokkomartiyê Kalin: Mescîda Eqsa ne bêxwedî ye

Berdevkê Serokkomartiyê Îbrahîm Kalin di civîna çepemeniyê ya ku li dar xist de destnîşan kir ‘Mescîda Eqsa ne bêxwedî ye.'

Ji HUDA PARê ji ummeta Îslamê re banga yekîtiyê

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê M. Bahattîn Temel bang li ummeta Îslamê kir da ku dev ji îxtîlafên beredayî yên di nav xwe de berdin û berê xwe bidin hedefên esil.

Diyarbekirî dê roja înê ji bo Mescîda Eqsayê derkevin meydanan

Ji ber ku îşxalkerên siyonîst li Mescîda Eqsayê ji kirina îbadetan re dibin asteng û di hewşa Mescîda Eqsayê de Mislimanan şehîd dikin ew ê xelkê Diyarbekirê sibe li ber devê Mizgefta Mezin kom bibin û daxuyaniya çapemeniyê bidin.

Encamê tayînên mamostetiya bi hevpeyman hat eşkeririn

MEB, encamên tayînên mamostetiya bi hevpeyman îro daxuyand.

Qabîneya nû hat eşkerekirin

Serokwezîr Bînalî Yildirim piştî ku bi Serokkomar Erdogan re hevdîtin kir re qabîneya nû daxuyand.
Hemû Nûçe