A A A

Helwesta polêsên Îngilistanê ya li hember Mislimanekî bû sedema bertekan

: 2017-07-10 15:01

Londra - Li Îngilistanê polêsan Mislimanekî bi rih ê ku jê şikdar bûn dan sekinandin û kelepçe li destên wî xistin, ev jî ne bes bû polêsan muameleya ‘terorîstbûnê’ li zilamê Misliman kirin ku ev yek jî bû sedema bertekan.

Helwesta polêsên Îngilistanê ya li hember Mislimanekî bû sedema bertekan

Li Îngilistanê ji ber ku xortekî Misliman ê bi rih di demsala havînê de cilên bi mil li xwe kiribû  dema ku hewil dida bigihije nimêja Înê ji teref polêsan ve bi hinceta şikdarbûnê hat sekinandin û destên wî xistin kelepçê.

Bûyer ji teref şexsekî ku ji wir derbas dibû ve hat qeydkirin. Di vîdyoyê de tê dîtin Mislimanekî bi rih ê ku navê wî nehat hînbûn dema ku ji bo nimêja Înê diçû mizgefta li Kolana Londrayê ji teref polêsan ve tê sekinandin  û destên wî tên kelepçekrin û dû re polês li ser wî digerin.

Ji vîdyoya ku hatiye qeydkirin tê fêmkirin sedema li destên xortê Misliman kelepçe xistin  cil û bergên bi mil û zêde li xwe kirine. DI vîdyoya ku ji teref şexsekî ku eşkere kir ew jî Misliman e ve hatiye qeydkirin de xortê Misliman wiha dibêje: “ Ez ji bo bigihijim nimêja înê dilezand. Li nêzî camiyê polês jji nişka ve pêşiya min birî û destên min xistin kelepçê. Polês ji min re got ji ber ku te zêde cil li xwe kirine me te sekinand. Lê tê du dest cil li ser min hebûn. Polês min bi li ser gerandina çekan sûcdar dikir. Lê li ser min geriyan û wek her car tiştekî li ser min nedîtin.”

Piştî demekê xortê Misliman hat serbestberdan. Di dîmenan de her wisa pîrekek tê dîtin ku pîrek ji bo polêsan tahrîk bike dibêje ‘ma di vê germa havînê de wisa cil tên lixwekirin.’ Pîrek b vê helwestê hewil dide polêsan li hember Mislimanan provoke bike.

Saziya Belgekirina Zilmên ku li Mislimanan tên kirin(DOAM) vîdyoyê ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî parve kir û ji rewşê re bertek nîşdan da. Her wisa bikarhênerên medyaya civakî ji ser medyaya civakî bi hashtaga bi navê #WearingClothesWhileMuslim vekirin destek û piştgirî dan DOAMê.(ÎLKHA)

 



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Rejîma terorê xortekî din ê Filistînî qetil kir

Rejîma terorê xortekî din ê Filistînî qetil kir

2017-07-23 11:39:46

Şebekeya terorê ya siyonîst li beldeya el- Ayzeriyyeya Qudsê xortekî din ê Filistînî şehîd kir. Her wiha hat ragihandin 67 kes jî di êrîşan de birîndar bûn.

 “Quds dozeke ku temamê ummeta Îslamê eleqedar dike ye”

“Quds dozeke ku temamê ummeta Îslamê eleqedar dike ye”

2017-07-23 10:31:01

Serokê Yekîtiya Alimên Misliman ê Cîhanê Yûsif el-Karadavî diyar kir ‘Quds tenê Ereb û Filîstiniyan eleqedar nake; bi heman awayî temamê ummeta Îslamê eleqedar dike.’

 “Ew tiştên ku li Mescîdî Eqsayê diqewimin ji bo ummetê îmtîhanek e”

“Ew tiştên ku li Mescîdî Eqsayê diqewimin ji bo ummetê îmtîhanek e”

2017-07-23 08:43:53

Şêx Îkrîme Sabrî derheqê ji teref sîyonîstên îşxalker ve astengkirin û şehîdkirina Mislimanan de destnîşan kir ‘Ew tiştên ku li Mescîdî Eqsayê diqewimin ji bo ummetê îmtîhanek e.’

Hemû Nûçe

Berdevkê Serokkomartiyê Kalin: Mescîda Eqsa ne bêxwedî ye

Berdevkê Serokkomartiyê Îbrahîm Kalin di civîna çepemeniyê ya ku li dar xist de destnîşan kir ‘Mescîda Eqsa ne bêxwedî ye.'

Ji HUDA PARê ji ummeta Îslamê re banga yekîtiyê

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê M. Bahattîn Temel bang li ummeta Îslamê kir da ku dev ji îxtîlafên beredayî yên di nav xwe de berdin û berê xwe bidin hedefên esil.

Diyarbekirî dê roja înê ji bo Mescîda Eqsayê derkevin meydanan

Ji ber ku îşxalkerên siyonîst li Mescîda Eqsayê ji kirina îbadetan re dibin asteng û di hewşa Mescîda Eqsayê de Mislimanan şehîd dikin ew ê xelkê Diyarbekirê sibe li ber devê Mizgefta Mezin kom bibin û daxuyaniya çapemeniyê bidin.

Encamê tayînên mamostetiya bi hevpeyman hat eşkeririn

MEB, encamên tayînên mamostetiya bi hevpeyman îro daxuyand.

Qabîneya nû hat eşkerekirin

Serokwezîr Bînalî Yildirim piştî ku bi Serokkomar Erdogan re hevdîtin kir re qabîneya nû daxuyand.
Hemû Nûçe