A A A

Di bin 45 pile germehiyê de firingiyan berhev dikin

: 2017-07-07 15:07

ÊLIH - Cotkarên li Êlihê di bin 45 pile germahiyê de ji bo karibin debara xwe bikin hewil didin firingiyan berhev bikin.

Di bin 45 pile germehiyê de firingiyan berhev dikin

Li Sêgirkaya girêdayê navenda Êlihê  berhevkirina firingiyan di bin 45 pile germahiyê de dest pê kir. Cotkarên ku îsal di zeviyên xwe de firingî danîbûn diyar kirim îsal mehsûl baş e  û bihaya wan jî li gor dilê wan e. Cotkar ji bo ji germahiyê zirarê nebînin serê şeveqê zû şiyar dibin  heta danê nîvro dema ku germahiyên zêde dest pê bikin berhevkirina firingiyan didomînin. Cotkar piştî ku germahî zêde kirin re bîskek navbirê didinê xebata xwe û bêhna xwe berdidin. Piştî bêhnvedanê cotkar  cardin  dest bi xebatê dikin û tesîra gemê hewil didin  bi ava ku li rû û serê xwe dikin kêm bikin.

“Ev 35 sal e ku ez bi vî karî mijûl dibim”

Şemseddîn Balînê ji cotkarên gund di derheqê mijarê de diyar kir ew ji sedî 60ê pmdiviya haal Êlihê tedarek dikin û ew kîloya firingiyan di navbera lîreyek û 200 quriş û 50 qurişî de difiroşin. Balîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew karê bav û kalên xwe dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev 35 sal e ku ez bi vî karî mijûl dibim. Em debara xwe bi sebzeyan dikin. Em vî karî wek karê bav û kalên xwe dikin.  Hemd ji Xweda re em dikarin debara xwe bikin. Me di meha nîsanê de dest bi çandina firingiyan kir. Piştî çandinê me karê xepar û avdanê kir û em niha jî bi berhevkirina wan mijûl dibin. Him bi bereket e û him jî bihaya wê jî baş e. Em hêvî dikin wisa baş bin. Firingiyên ku tên berhevkirin li halê ji teref komîsyonvanan ve ji me re tên firotin. Ev şikl ji bo me rihet û baş e.”

 “Em ji german diperitin”

Balîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir germên îsal ji yên salên borî zêdetir e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji ber german em dikin biperitin.  Em serê şeveqê şiyar dibin û tên serê karê xwe  da ku em bi hênikayî karên xwe biqedinîn. Elbet ji bo xebatê wextên hênik têra me nakin û em ji naçarî di germê de jî dixebitin. Ji ber vê yekê em avê li xwe didakin da ku em hênik bibin.”(ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

 “Em bi qasî keda xwe qezenc nakin”

“Em bi qasî keda xwe qezenc nakin”

2017-08-02 15:47:09

Kêsên ku li Rihayê di bin wê germahiya zêde de karê zûwakirina firingiyan dikin destnîşan kirin ew bi qasî keda xwe qezenc nakin û ji ber vê yekê jî ew dixwazin fabrîkayeke ku ew karibin mehsûlên xwe lê bifiroşin bê damizrandin.

Di bin 45 pile germehiyê de firingiyan berhev dikin

Di bin 45 pile germehiyê de firingiyan berhev dikin

2017-07-07 15:07:34

Cotkarên li Êlihê di bin 45 pile germahiyê de ji bo karibin debara xwe bikin hewil didin firingiyan berhev bikin.

Şikeftan wek sarincê bi kar tînin

Şikeftan wek sarincê bi kar tînin

2017-07-06 13:06:15

Hekariyên ku di demsala havînê de pincarên ku ji serê çiyayan berhev dikin û xurekên ku hazir dikin ji bo ji germahiya havînê mihafeze bikin şikeftên heremê wek sarincê bi kar bînin.

Hemû Nûçe

“Em bi kêf û şahiya Eyda Qurbanê ji feqîran re goşt belav bikin”

Mustafa Ozarslanê ji rayedarên Kerwanê Ûmudê yê Entabê ye destnîşan kir ew xebatên Eyda Qurbanê dane destpêkirin û banga bexşandina qurbanan li xêrxwazan kir.

Li Venezuelayê di girtîgehê de pevçûn: 37 mirî

Li başûrê Venezuelayê di girtîgehekê de di navbera girtiyên çekdar û erkdarên ewlehiyê de pevçûn derket, di encama pevçûna ku derket de 37 kes mirin.

Li Sîerra Leonê hejmara miriyan derket 400î û 600 kes jî winda ne

Hejmara miriyan ên kesên ku ji ber barana zêde û lehiyê li Freetowna Sîerra Leonê jiyana xwe ji dest dan derket 400î, her wiha hat ragihandin ji ber lehiyê 600 kes jî winda ne.

Yûsufiyên mexdûr ên ku di salên 90î de serî li ber zilmê netewandine li benda azadiyê ne

Ew Yûsufiyên ku li ber wê bagera tarî ya salên 1990an, pêvajoya bi sir û seqem a 28ê Sibatê, zext, cinayet û qetlîamên JÎTEM û PKKê serî netewandine û bi kumpas û komployên FETO hatine mexdûrkirin hêj li benda ji holê rakirina mexdûriyetan in.

Li Şirnexê pevçûn: Eskerek jiyana xwe ji dest da

Hat diyarkirin di pevçûna ku li Şirnexê derket de eskerek jiyana xwe ji dest da.
Hemû Nûçe