A A A

“Meşa edalatê bêjeya edaletê îstîsmar dike”

: 2017-07-05 12:43

ENQERE - HUDA PAR diyar kir ew meşa ku ji teref CHPya ku bi neheqî û bêedaletiyan rûbarî hev neketiye ve hatiye destpêkirin bêjeya edaletê îstîsmar dike.

 “Meşa edalatê bêjeya edaletê îstîsmar dike”

Ji teref Navenda Giştî yê HUDA PARê di derheqê rojeva hundir û derveyê welêt de daxuyaniyek hat dayîn û di derbarê mijarên cûrbecûr de  nirxandinên balkêş hat kirin.

Di daxuyaniya ku ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hatiye belavkirin de di derheqê meşa ku ji teref Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ve ji ber ku parlementerê partiya wî ji ber Doza TIRên MÎTê hatibû girtin hatibû destpêkirin de hat gotin di welateke ku tê de bêedaletî  gelek zêde bûye de lêgerîna edaletê  bêşiphe  him normal e û him jî pêwîst e, encax ji ber ku Kiliçdaroglu serokê giştî yê partiya ku bêedaletiyê dihilberîne ye rengê kar diguherîne.

 “Ew ‘Meşa Edalatê’ ji îstîsmarkirina bêjeya edaletê pê ve nayê tu wateyî”

Di berdewama nirxandina rojevê de di derheqê mijarê de her wiha hat diyarkirin  hêj tesîra wan bêedaletî û neheqiyên ku ji bo damizrandina neteweyeke ya di salên ewil ên komarê de bi xelkê hatin jiyandin berdewam dikin û dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “ Ew CHPyê ku xwediyê vê pergalê ye û bi şikleke dijwar parastvantiya wê dike hêj bi van neheqî û bêedaletiyan re  rûbarî hev neketiye û digel vê yekê serokê giştî yê partiyê ‘meşa edaletê’ dide destpêkirin ku ev yek ji îstîsmarkirina bêjeya edaletê pê ve ne tû tişt e. Ji rexê din ve Serokê Giştî yê CHPê Birêz Kemal Kiliçdarogluyê ku ji bo meseleyên mîna; hêj bi hezaran mehkûmên ku ji teref hêzên FETOyîst û darbekerên 28ê Sibatê hatin girtin di girtîgehan de ne,  hêj ew masûmên ku bi hevkariyeke kiret û qirêj  belesebeb li Sûsa û  Başbaglarê hatine qetilkirin û ji bona Yasînan edaletê nayêne bîra xwe,  rabûye ji bo parlementerekî partiya xwe  teleba edaletê dike. Ev teleba di vî halî de çawa ku di nava civakê de bûbe sedema lêpirsîna samîmiyetê bi heman awayî me jî sewqî lêpirsîna samîmiyeta wî dike.”

Di berdewama daxuyaniyê de di derbarê mijarê mîna wek bajêr mayîna Şirnex û Colemêrgê  de, di derbarê  milaqatên ku di standina personelan de tê sepandin de, di derheqê qeyrena Qatarê û di derheqê dijmintiya Îslamê ya ku li Xerbê zêde dibe de nirxandinên balkêş hatin kirin.

Ji bo temamê daxuyaniya ku hatiye belavkirin bitikenin. (ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

 “Bi destê dewletê leystandin û teşwîqkirina qumarê ne exlaqî ye”

“Bi destê dewletê leystandin û teşwîqkirina qumarê ne exlaqî ye”

2017-09-13 12:45:57

HUDA PAR bi daxuyaniya ku belav kir destnîşan kir bi destê dewletê leystandin û teşwîqkirina qumarê ne exlaqî ye û divê dewlet xelkê teşwîqî qezenca keda helal bike.

Înîsiyatîfa Piştgiraya Referandûma Serxwebûnê konferans tertîp kir

Înîsiyatîfa Piştgiraya Referandûma Serxwebûnê konferans tertîp kir

2017-08-27 10:33:55

Înîsiyatîfa Piştgiraya Referandûma Serxwebûnê ya ku ji bo piştgiriyê ji teref 5 partiyên siyasî ve hatiye damizrandin li Qosera Mêrdînê ji bo referandûma Kurdistana Iraqê konferansek tertîp kir.

Parlamenteriya Hezer û Sariyildizê HDPyî hat betalkirin

Parlamenteriya Hezer û Sariyildizê HDPyî hat betalkirin

2017-07-27 16:17:03

Parlementeriya Tugba Hezer Ozturk û Faysal Sariyildizê HDPyî hat betalkirin

Hemû Nûçe

Divê hemû kes xwe ji helwest û gotinên ku li gor mesleheta emperyalîstan in mihafeze bike

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu derheqê referandûma serxwebûnê ya li Herema Kurdistanê de destnîşan kir “Divê hemû kes xwe ji wan gotin û helwestên ku dê bi wan ji emperyalîstan re dawetiye bê dayîn mihafeze bike.”

“Referandûm bo Tirkiyê ne faktoreke gefê ye”

Neçîrwan Barzanî piştî ku raya xwe da re daxuyaniyek da, Barzanî di daxuyaniya ku belav kir de diyar kir “Referandûm bo Tirkiyê qet ne tehdîd e. Em hêvî dikin ku Tirkiye me fêm bike û vê yekê ji xwe re wek gefê nebîne.”

“Heqê xelkê Kurdistanê heye ku wek gelên din azad bijî”

Li Herema Kurdistana Başûr “referandûma serxwebûnê” îro di seat 08.00an de dest pê kir. Alî Bapîrê Rêberê Komel piştî ku raya xwe da re ji endamên çapemeniyê daxuyanî da.

Serokkomar Erdogan: Em referandûmê di hukmê tune de qebûl dikin

Serokkomar Erdoganê ku di lûtkeya obdusmantiyê de axaivî ji qerara referandûmê ya Kurdistana Iraqê re bertek nîşan da û diyar kir “Em referandûmê di hukmê tune de qebûl dikin.”

“Dema ku mijar Misliman bin hemû kes kerr û lal dibe”

Arîkarê Serokê Giştî yê Îttîhadul Ulemayê Mela Beşîr Şîmşek derheqê wefata Mehdî Akîfê ji rêberên Îxwanê de diyar kir, zalim ji bêdeng û bêhesasiya ummeta Îslamê cesaret distînin û alimên Îslamê bêperwa şehîd dikin.
Hemû Nûçe