A A A

“Roja Qudsê” roja li dijî Amerîka û Siyonîzmê sekinînê ye

: 2017-06-22 17:05

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber ku îna dawî ya meha Remezanê ‘Roja Qudsê ya Cîhanê’ ye dê li gelek welatan bernameyên cûrbecûr tên tertîpkirin û bal tên kişandin li ser zilma emperyalîzma Amerîka û Siyonîstan.

 “Roja Qudsê” roja li dijî Amerîka û Siyonîzmê sekinînê  ye

Berî vê 38 salan piştî ku çend seat ji ser pêk hatine Înqilaba Îslamî ya Îranê re  ji teref Ayetullah Îmam Humeynî ve  ferman hat dayîn da ku Konsulxaneya Îsraîl bê bidestxistin. Piştî vê fermanê di 11ê Sibata 1979an de Balyozxaneya Îsraîlê hat bidestxistin  û avahiya balyozxaneyê ji xelkê Filistînê re hat teqdîmkirin. Her wiha tabelaya avahiyê jî wek ‘Balyozxaneya Filistînê’ hat guhartin.

ji bo bal bên kişandin li ser îşxala Filistîn, Quds û Mescîd-î Eqsayê ji teref  Îmam Humeynî ve îna  herî dawî ya meha Remezanê wek ‘Roja Qudsê ya Cîhanê’ hatibû îlankirin û Misliman jî ji vê yekê re desteka xwe îlan kiribûn. Ji ber vê yekê di vê rojê de digel welatên Îslamî her wiha li welatên Ewrûpayê jî  ji teref Mislimanan ve xwepêşan û bername tên tertîpkirin.

Serokê Berê yê  Şaxa Siyasî yê HAMASê Xalid Meşal di daxuyaniya ku di derheqê vê gava ku ji bo azadiya Qudsê hatiye avêtin de dabû de wiha gotibû: “  Îmam dirûşmaya îro Îran sibe Filistînê diqêrîne û ji bo Misliman li dora Qudsê li hev bicivin ji ‘Roja Qudsa Cîhanê’ vedixwîne.”

 Rêberê  Cemaeta Hîzbullah jî di daxuyaniya ku di derbarê mijarê dabû de wiha gotibû: “

Civak di vî warî de ji bo bi şûir bibe divê bê agahdarkirin ku ev yek girînge. Ji ber vê minasebetê di wê îna herî dawî ya Remezanê ya ku Îmam Humeynî wek ‘Roja Qudsê ya Cîhanê’ îlan kiriye de  divê Misliman li dijî siyonîzm bername  û xwepêşanan li dar bixin û him siyonîzm û him Amerîkaya ku destekê didiyê şermezar bikin  da ku sefên xwe diyar bikin.”

Ji ber vê minasebetê  HAMAS îna sibe ‘Îna Hêrsê’ îlan kir û bang kir da ku li sînora Xazzê xwepêşaneke mezin bê tertîpkirin.(ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Rejîma terorê xortekî din ê Filistînî qetil kir

Rejîma terorê xortekî din ê Filistînî qetil kir

2017-07-23 11:39:46

Şebekeya terorê ya siyonîst li beldeya el- Ayzeriyyeya Qudsê xortekî din ê Filistînî şehîd kir. Her wiha hat ragihandin 67 kes jî di êrîşan de birîndar bûn.

 “Quds dozeke ku temamê ummeta Îslamê eleqedar dike ye”

“Quds dozeke ku temamê ummeta Îslamê eleqedar dike ye”

2017-07-23 10:31:01

Serokê Yekîtiya Alimên Misliman ê Cîhanê Yûsif el-Karadavî diyar kir ‘Quds tenê Ereb û Filîstiniyan eleqedar nake; bi heman awayî temamê ummeta Îslamê eleqedar dike.’

 “Ew tiştên ku li Mescîdî Eqsayê diqewimin ji bo ummetê îmtîhanek e”

“Ew tiştên ku li Mescîdî Eqsayê diqewimin ji bo ummetê îmtîhanek e”

2017-07-23 08:43:53

Şêx Îkrîme Sabrî derheqê ji teref sîyonîstên îşxalker ve astengkirin û şehîdkirina Mislimanan de destnîşan kir ‘Ew tiştên ku li Mescîdî Eqsayê diqewimin ji bo ummetê îmtîhanek e.’

Hemû Nûçe

Berdevkê Serokkomartiyê Kalin: Mescîda Eqsa ne bêxwedî ye

Berdevkê Serokkomartiyê Îbrahîm Kalin di civîna çepemeniyê ya ku li dar xist de destnîşan kir ‘Mescîda Eqsa ne bêxwedî ye.'

Ji HUDA PARê ji ummeta Îslamê re banga yekîtiyê

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê M. Bahattîn Temel bang li ummeta Îslamê kir da ku dev ji îxtîlafên beredayî yên di nav xwe de berdin û berê xwe bidin hedefên esil.

Diyarbekirî dê roja înê ji bo Mescîda Eqsayê derkevin meydanan

Ji ber ku îşxalkerên siyonîst li Mescîda Eqsayê ji kirina îbadetan re dibin asteng û di hewşa Mescîda Eqsayê de Mislimanan şehîd dikin ew ê xelkê Diyarbekirê sibe li ber devê Mizgefta Mezin kom bibin û daxuyaniya çapemeniyê bidin.

Encamê tayînên mamostetiya bi hevpeyman hat eşkeririn

MEB, encamên tayînên mamostetiya bi hevpeyman îro daxuyand.

Qabîneya nû hat eşkerekirin

Serokwezîr Bînalî Yildirim piştî ku bi Serokkomar Erdogan re hevdîtin kir re qabîneya nû daxuyand.
Hemû Nûçe