A A A

Li Portekîzê şewata daristanê: 43 mirî

: 2017-06-18 11:21

NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin di şewata daristanê ya ku li herema Pedrogaoya Portekîzê derket de herî kêm 43 kes jiyana xwe ji dest dan.

Li Portekîzê şewata daristanê: 43 mirî

Li herema ku 200 kîlometre dûrî Lîzbona paytexta Portekîzê ye  di daristanê de şewat derket. Di şewata ku derket de herî kêm 43 kes jiyana xwe ji dest dan. Ji bo şewat bê tefandin tev de 400 agirkuj hatin seferberkirin.

Di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Karên Hundir ê Portekîzê ve hatiye dayîn de hat ragihandin temamê kesên ku jiyana xwe ji dest dane siwîl in û ji van hinek kes di wesayîtên xwe de mahsûr mane û di nav agir de şewitîne. Hat diyarkirin di şewatê de herî kêm 20 kes birîndar bûn û 2 kes jî winda bûne û malên li heremê zirar dîtine.

Li gor  daxuyaniya ku Serokwezîr Antonîo Conta daye ev şewata ku derketiye şewata herî mezin a van salên dawî ye.

Sedema şewatê hêj nayê zanîn.(ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Li Venezuelayê di girtîgehê de pevçûn: 37 mirî

Li Venezuelayê di girtîgehê de pevçûn: 37 mirî

2017-08-17 08:14:25

Li başûrê Venezuelayê di girtîgehekê de di navbera girtiyên çekdar û erkdarên ewlehiyê de pevçûn derket, di encama pevçûna ku derket de 37 kes mirin.

Li Sîerra Leonê hejmara miriyan derket 400î û 600 kes jî winda ne

Li Sîerra Leonê hejmara miriyan derket 400î û 600 kes jî winda ne

2017-08-16 17:58:28

Hejmara miriyan ên kesên ku ji ber barana zêde û lehiyê li Freetowna Sîerra Leonê jiyana xwe ji dest dan derket 400î, her wiha hat ragihandin ji ber lehiyê 600 kes jî winda ne.

Li Yemenê heta niha 500 hezar kes bi nexweşiya kolerayê ketin

Li Yemenê heta niha 500 hezar kes bi nexweşiya kolerayê ketin

2017-08-15 13:27:55

Li gor rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê li Yemenê heta niha 500 hezar kes bi nexweşiya kolerayê ketin.

Hemû Nûçe

Li Şirnexê pevçûn: Eskerek jiyana xwe ji dest da

Hat diyarkirin di pevçûna ku li Şirnexê derket de eskerek jiyana xwe ji dest da.

Mûşekên tankasawarê yên bi menşeya Îsweçê di operasyona PKKê de hatin bidestxistin

Li Bêtûşebaba Şirnexê di operasyona ku li dijî PKKê hat lidarxistin de 2 mûşekên tankasawarê yên bi menşeya Îsweçê hatin bidestxistin.

Tatîla Eyda Qurbanê bû 10 roj

Piştî civîna Lijneya Wezîran hat ragihandin tatîla Eyda Qurbanê heta 10 rojan hat dirêjkirin.

“Em di warê peydakirina gezik nan de jî zehmetiyê dikşînin”

Malbata Çetînbaşê ku ji 9 nefsan pêk tê lu Qabilcewza Diyarbekirê hewil dide di malake axî ya bi 2 ode bijîn diyar kirin ew di warê peydakirine gezik nan de jî zehmetiyê dikşînin û niha li benda alîkariyê ne.

“Divê dewlet êdî dev ji çavgirtina li dijî îhlalên heqan berde”

Ji teref HUDA PARê ve hat diyarkirin divê êdî dewlet dev ji çavgirtina li dijî îhlalên heqan berde.
Hemû Nûçe