A A A

“Ger zengîn zikatên xwe bidin dê feqîr birçî nemînin”

: 2017-06-13 14:27

DIYARBEKIR - Evdirrehman Îçlekê ku endamê Îttîhadul Ulema ye diyar kir di dînê Îslamê de cihê zikatê pir muhîm e û diyar kir ger kesên dewlemend wezîfeya xwe bi cî bînin dê kesên hewcedar birçî nemînin.

 “Ger zengîn zikatên xwe bidin dê feqîr birçî nemînin”

Îçlek di axavtina xwe ya ku di derbarê zikatê kir de destnîşan kir zikat ji teref Xweda ve li ser însanan hatiye ferzkirin û înkarkirina zikatê însan dibe kufrê, her wiha terka zikatê jî însên gunahker dike.

Îçlek di berdewama axavtina xwe de diyar kir  zikat li ser wan kesên aqilkemal ferz e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ger 60,70 û 85 gram zêrê yekî hebe û ji ser wan salek derbas bûbe li ser wî kesî dayîna zikata wan ferz e. Di dînê Îslamê de cihê zikatê girînge.Xweda Teala di Qur’ana Kerîm de wisa dibêje ‘ Ey Muhammed! Ji malên wan sedeqe(zikatê) bigre; ew ê tu bi vê yekê wan ji gunahan paqij bikî, ew ê tu wan pak û alî bike.’ Ger mirov zikatê bide ew ê ji gunahên xwe paqij û tahit bibe.”

 “Di wan qernên ku Misliman tê de zikatên xwe dane de tu kes feqîr û hezan nemaye”

Îçlek diyar kir divê miheqqeq zikat bê dayîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Bi şikleke mitleq divê ji mal bê dayîn. Mesela em li dîroka Îslamê dinêrin. Di wan qernên ku Misliman tê de zikatên xwe dane de tu kes feqîr û hezan nemaye. Em dikarin ji dewra Omer b. Evdilezîz mînakan bidin. Wek mînak;  dema ku memurên zikatê zikata ku zêde maye ji Evdilezîz re tînin û jê pirs dikin em çi bikin ji vê, ew dibêje wan xortên ku gihaştine emrê zewacê û nikarin bizewicin bizewicînin, ger dîsa me ji  zanaatkaran re dikan vekin û ji wan re amûran bistînin bila hûnerê bikin. Ger dîsa xelas nebû ji koran re xizmetkar bigrin. Dîsa jî ger ew zikat xelas nebe temamê heywanan li derekê bicivînin û bayterekî bigrin û meaş bidinê.”

 “Ger zengîn zikatên xwe bidin dê feqîr birçî nemînin”

Îçlek herî dawî got Xweda ferz li ser dewlemendan kiriye ji bo zikatê bide da ku feqîr birçî nemîne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ger zengîn zikatên xwe bidin dê feqîr birçî nemînin. Encax ger dewlemend wezîfeya xwe bi cî neyênin ew ê birçî bimînin. Ger hemû kes wezîfeya xwe ya zikatê bi cî bîne ew ê tu feqîr nemîne. Yanî zikat muhîm e.”(ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Çêkirina dimsa tûyan a ku kahniya şifayê ye

Çêkirina dimsa tûyan a ku kahniya şifayê ye

2017-07-23 17:11:10

Li gund û gundikên Çewlîgê dest bi çêkirina dimsa tûyan hat kirin.

Rektorê Zanîngeha Şirnexê ji ber qrîza qelb jiyana xwe ji dest da

Rektorê Zanîngeha Şirnexê ji ber qrîza qelb jiyana xwe ji dest da

2017-07-23 16:02:53

Prof. Dr. Mehmet Nûrî Nasê ku Rektorê Zanîngeha Şirnexê ye ji ber ku qrîza qelb derbas kir wî rakirin nexweşxanê. Nasê ku hat rakirin nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

 “Harema Şerîf namûs û rûmeta temamê alema Îslamê ye”

“Harema Şerîf namûs û rûmeta temamê alema Îslamê ye”

2017-07-23 14:21:33

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan beriya ziyareta ku ew li welatên kendavê bike li balafirgehê derheqê êrîşên ku ji teref siyonîstan ve li Mescîda Eqsayê tên kirin de daxuyanî da.

Hemû Nûçe

Ji zimanê şahidan berxwedana 15ê Tîrmehê-8

Serokê Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê Erdal Elîbuyukê ku di teşebûsa 15ê Tîrmehê de ji wan kesên ku ewil derketibûn derve şexsek bû qala wê şeva teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê kir.

Bi dîmenan xwepêşanên ku ji bo Mescîda Eqsayê hatine tertîpkirin

Li gelek bajêr û navçeyan xelkê Misliman xwe berdan kolan û meydanan û ji bo Mescîda Eqsayê xwepêşanan li dar xistin.

“Heta ku ew çeteya siyonîst ji wê derê neyê avêtin ji tû kesî re rihetî tuneye”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ji wan astengkirin û şehîdkirinên ku ji teref siyonîstan ve tên kirin re bertek nîşan da û got ‘Heta ku ew çeteya siyonîst ji wê derê neyê avêtin ji tû kesî re rihetî tuneye.’

Siyonîstan 3 Mislimanên din jî qetil kirin

Di xwepêşanên ku doh piştî nimêja înê hatin tertîpkirin de 3 Mislimanên din jî ji teref siyonîstên îşxalker ve hatin qetilkirin û bi sedan Misliman jî hatin birîndarkirin.

Berdevkê Serokkomartiyê Kalin: Mescîda Eqsa ne bêxwedî ye

Berdevkê Serokkomartiyê Îbrahîm Kalin di civîna çepemeniyê ya ku li dar xist de destnîşan kir ‘Mescîda Eqsa ne bêxwedî ye.'
Hemû Nûçe