A A A

Şehîd Aytaç Baran li ser qebra xwe hat bîranîn

: 2017-06-10 11:10

DIYARBEKIR - Serokê Yenî Îhya-Derê Aytaç Baranê ku berî vê 2 salan ji teref PKKyiyan ve di sûîqesta ku lê hat kirin de hat şehîdkirin li ser qebra xwe ji teref malbat û hezkiriyên xwe ve bi rehmet û minnet hat yadkirin.

Şehîd Aytaç Baran li ser qebra xwe hat bîranîn

Aytaç Baranê ku Serokê Yenî Îhya-Derê û endamê HUDA PARê bû berî vê 2 salan  ji teref PKKyiyan ve bi şikleke hovane hat qetilkirin. Aytaç Baranê ku ji teref PKKê ve hat şehîdkirin li ser qebra xwe bi bernameya ku hat tertîpkirin bi minnet û rehmet hat yadkirin.

Malbata Aytaç Baranî, Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Huseyîn Yilmaz û endamê GÎKê Vedat Turgut, malbatên Yasîn û Boru û hevalên wî yên ku di 6-7ê Cotmehê de hatin qetilkirin , temsîlkarên STKyan û gelek hezkiriyên Baranî beşdarî bernameya yadkirinê bûn.

Bernameya ku bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir û bi axavtina Serokê Platforma Şehîdan Omer Çelîk berdewam kir.

“Dema ku ew kes bi vî karî mijûl dibûn gelek kesên mîna Aytaç Baran jî hewil didan Îslam li gelek beldeyan hakim bibe”

Çelîk di axavtina xwe ya ku kir de balan kişand li ser nemirîbûna şehîdan û destnîşan kir şehîd li qeta Xweda xwediyê nimetên gelek mezin in û dû re wiha got: “ Kesên ku Aytaç Baran şehîd kirin hewil didin îdeolojiyeke kirêt û bedbext di nav xort û ciwanên heremê de belav bikin. Dema ku ew kes bi vî karî mijûl dibûn gelek kesên mîna Aytaç Baran jî hewil didan Îslam li gelek beldeyan hakim bibe.”

“Însan heye ji bo li dinyayê zêdetir bimîne zêdetir dixebite, însan heye ji bo zûtir bigihije Xweda  hemû tiştê xwe feda dike”

Çelîk diyar kir xebatên Mislimanan nûr û ronahiyek e û dû re wiha got: “ Çawa ku şevşevok ji ronahiyê aciz dibin bi heman awayî kesên bedbext jî  ji xebatên bi xîret û bi nûr  ên Mislimanan aciz dibûn û di serê van kesên ku ji xebatên wî aciz dibûn de birayê Şehîd Aytaç Baran hebû. Însan heye ji bo li dinyayê zêdetir bimîne zêdetir dixebite, însan heye ji bo zûtir bigihije Xweda  hemû tiştê xwe feda dike. Ew kes wesîleyan digerin da ku  bigihijin maşûqên xwe û hemû tiştên xwe feda dikin. Ev birayê me yê şehîd jî  ji bo doza Xweda bçi şev û rojan bi xortan re eleqedar bû û Xweda û Resûlê WÎ ji wan re got. Ev birayê me hewil da her yek ji van xortan bibin xwediyê dozê.”

Çelîk di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew kesên ku şehîd bûn ji bo  ala Îslamê nekeve erdê wê canê xwe yê pîroz û ezîz di vê oxirê de feda kirin. Şehadet encax bi jiyana wek şehîdan mimkûn e.

Îbrahîm Yazê  ku dostê Aytaç Baranî ye jî di derbarê mijarê de diyar kir hareketeke ku bêşehîd û bêşehadet be mehkûmê tunebûnê ye.(ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Malbata Yasîn Boru ji walîtiyê re doza tazmînatê vekir

Malbata Yasîn Boru ji walîtiyê re doza tazmînatê vekir

2017-08-19 14:48:35

Malbata Yasîn Boruyê ku di êrîşên 6-7ê Cotmehê de ji tere HDP/PKKyiyan ve hat qetilkirin ji walîtiyê re doza tazmînatê vekir.

HUDA PAR dê li ber konsolxaneya çeteyê siyonîst daxuyaniya çapemeniyê bide

HUDA PAR dê li ber konsolxaneya çeteyê siyonîst daxuyaniya çapemeniyê bide

2017-08-19 13:36:15

Serokatiya Şaxên Ciwanan a Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê dê li ber konsolxaneya çeteyê siyonîst daxuyaniya çapemeniyê bide.

Hilberînerên fistiqan li benda desteka dewletê ne

Hilberînerên fistiqan li benda desteka dewletê ne

2017-08-19 12:07:55

Li Rihaya ku di van salên dawî de lê hişkesalî hakim e, hilberînerên fistiqan diyar kirin ji ber ku ew nikarin darên xwe yên fistiqan av bidin rekolteya fistiqan kêm bûye. Ji ber vê yekê hilberîner ji dewletê alîkariyê teleb dikin.

Hemû Nûçe

“Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

Şêniyên Gundê Şenika girêdayê Çewligê diyar kirin li taxa wan mişkîleyên mîna av, rê û çopan heye û ev yek ji teref şaredariyê ve têt zanîn, lê belê tu kes serê xwe pê naêşîne.

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê tuneleke ku ber bi aliyê Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin.

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

Li Hendeka navçeya Sakaryayê traktora ku karkeran vediguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 7 karker jiyana xwe ji dest dan û 20 karker jî birîndar bûn.

Hewadîsên diziyê Diyarbekiriyan aciz kir

Di van demên dawî de li Diyarbekirê hewadîsên diziyê gelek zêde bûn, ji ber hewadîsên diziyê şênî êdî nema îdare dikin û ji rayedaran alîkariyê teleb dikin da ku ji vê mişkîleyê re çareyek bê dîtin.

Mixtarê windabûyî wek mirî hat dîtin

Mixtarê gund ê ku ev 3 roj in li Gevera Colemêrgê xeber jê nayê standin li çolterê wek mirî hat dîtin.
Hemû Nûçe