A A A

Serokatiya Bajêra Agiriyê yê HUDA PARê bernameya fitarê tertîp kir

: 2017-06-04 18:04

AGIRÎ - Li Agiriyê ji teref Serokatiya Bajêra Agiriyê yê HUDA PARê ve bi beşdarbûna partiyiyan bernameya fitarê hat tertîpkirin.

Serokatiya Bajêra Agiriyê yê HUDA PARê bernameya fitarê tertîp kir

Hat ragihandin li Agiriyê ji teref Serokatiya Bajêra Agiriyê yê HUDA PARê ve bi beşdarbûna partiyên siyasî, temsîlkarên STKyan, rîspî û xelkê bernameya fitarê hat tertîpkirin.

Arîkarê Serokê Giştî yê Berpirsiyarê Perwerdehiyê yê HUDA PARê Mehmet Alî Doyarê ku hatibû bajêr beriya bernameya fitarê esnafên bajêr ziyaret kir  û bi welatiyan axivî.

Bernameya ku bi tîalweta Qur’ana Kerîm derst pê kir bi axavtina silavdayînê ya  Serokê Bajêra Agiriyê berdewam kir.

M. Alî Doyarê ku di bernamê de qala zehmetî û mişkîleyên ummeta Îslamê ya ku niha di nav de ne kir û diyar kir  xaye û armanca me yekîtî û digelheviya ummetê ye.

Doyar di berdewama axavtina xwe de diyar kir îro li erdnigariya ummetê xwîna Mislimanan tê herikandin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em berê xwe bidin kû derê ferq nake, li her derê malên Milsimanan tên hilweşandin, Misliman ji cih û warên xwe tên kirin. Elbet di rewşeke wisa de em ketin  meha Remezanê ku ev yek me mehzûn dike. Dema îro em li cografyaya Mislimanan dinêrin li wan cihên ku di serî de DYA û welatên xerbê mudaxeleyî wan dikin Misliman rondikên çavan dirjînin.”

Doyar di dawiya axavtina xwe de diyar kir divê ev meha Remezanê ya ku ‘Destpêka wê rehmet, nîvê wê mexfîret û dawiya wê jî ji agirê cehnemê rizgarî ye’ bi şikleke gelek baş were nirxandin û wiha dawî li axavtina anî: “ Nexasim divê em ji mazlûm û mustezafan pir zêde dia bikin.”(ÎLKHA)

 

 



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Malbata Yasîn Boru ji walîtiyê re doza tazmînatê vekir

Malbata Yasîn Boru ji walîtiyê re doza tazmînatê vekir

2017-08-19 14:48:35

Malbata Yasîn Boruyê ku di êrîşên 6-7ê Cotmehê de ji tere HDP/PKKyiyan ve hat qetilkirin ji walîtiyê re doza tazmînatê vekir.

HUDA PAR dê li ber konsolxaneya çeteyê siyonîst daxuyaniya çapemeniyê bide

HUDA PAR dê li ber konsolxaneya çeteyê siyonîst daxuyaniya çapemeniyê bide

2017-08-19 13:36:15

Serokatiya Şaxên Ciwanan a Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê dê li ber konsolxaneya çeteyê siyonîst daxuyaniya çapemeniyê bide.

Hilberînerên fistiqan li benda desteka dewletê ne

Hilberînerên fistiqan li benda desteka dewletê ne

2017-08-19 12:07:55

Li Rihaya ku di van salên dawî de lê hişkesalî hakim e, hilberînerên fistiqan diyar kirin ji ber ku ew nikarin darên xwe yên fistiqan av bidin rekolteya fistiqan kêm bûye. Ji ber vê yekê hilberîner ji dewletê alîkariyê teleb dikin.

Hemû Nûçe

“Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

Şêniyên Gundê Şenika girêdayê Çewligê diyar kirin li taxa wan mişkîleyên mîna av, rê û çopan heye û ev yek ji teref şaredariyê ve têt zanîn, lê belê tu kes serê xwe pê naêşîne.

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê tuneleke ku ber bi aliyê Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin.

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

Li Hendeka navçeya Sakaryayê traktora ku karkeran vediguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 7 karker jiyana xwe ji dest dan û 20 karker jî birîndar bûn.

Hewadîsên diziyê Diyarbekiriyan aciz kir

Di van demên dawî de li Diyarbekirê hewadîsên diziyê gelek zêde bûn, ji ber hewadîsên diziyê şênî êdî nema îdare dikin û ji rayedaran alîkariyê teleb dikin da ku ji vê mişkîleyê re çareyek bê dîtin.

Mixtarê windabûyî wek mirî hat dîtin

Mixtarê gund ê ku ev 3 roj in li Gevera Colemêrgê xeber jê nayê standin li çolterê wek mirî hat dîtin.
Hemû Nûçe