“Ew çekên ku tên kirîn wiha xuya dike ku ew ê li dijî dijminên ummetê neyên bikaranîn”

: 2017-06-07 14:43

AKSARAY - Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu di bernameta fitarê ya ku beşdarî bûyê de di derheqê çekên ku ji teref welatên kendavê ve tên kirîn de wiha got: “Ew çekên ku tên kirîn wiha xuya dike ku ew ê li dijî dijminên ummetê neyên bikaranîn.”

“Ew çekên ku tên kirîn wiha xuya dike ku ew ê li dijî dijminên ummetê neyên bikaranîn”

Ji teref Serokatiya Bajêra Aksarayê ya HUDA PARê ve bernameya fitarê hat tertîpkirin. Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku beşdarî bernameya fitarê ya partiya xwe bû di derheqê  qeyrana Qatarê û di derheqê wan çekên ku ji teref Erebistana Siûd ve bi çend milyar dolaran hatine standin de nirxandinan kir.

 Yapicioglu di axavtina xwe de başan kişand li ser  hevpeymana çekan a ku di navbera Erebistana Siûd û Amerîka de bi çend sed milyar dolaran hat kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Wisa xuya dike ku ew ê tu carî ev çekên ku hatine standin li dijî wan kesên ku dijminê ummet û baweriya ummetê ne neyên bikaranîn.”

“Ger em ê van çekan li hember hev bikar bînin çima em van çekan distînin?”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de di derheqê rageşiya di navbera Qatar û welatên kendavê de wiha axivî: “ Heta îro di temamê wan bernameyên ku ez beşdarî wan bûm de min hewil da qala meseleyên rojane bikim. Encax  ji ber wan geşedaniyên dawî yên li Kendavê min xwest nirxaninekê bikim. Li Kendavê geşedan çêdibin. Jixwe em bi gelek mesele û zehmetiyên ku  canê ummetê dişewitînin re rû bi rû ne. Li her derê alema Îslamê ji teref şubeyên kufrê ve cûrbecûr zilm li ewladên ummeta Îslamê dikin. Ev jî ne bas e li kêleka me  şereke navxweyî ya ku ev 6 sal e li Sûriyê berdewam dike heye. Ji ber vê şerê zêdetirî 10 milyon birayên me yên Sûrî mecbûr man war û cihên xwe biguherînin û nêzî milyonek însan jî jiyana xwe ji dest da. Ev jî ne bes e dîsa li Kendavê tevlîhevî û kaos tê derxistin. Hêj berî vê çend heftiyan  hevpeymana çekan a ku nirxa wê zêdetirê 100 milyar dolar bû hat kirin. Lê belê wisa xuya dike ku ew ê tu carî ev çekên ku hatine standin li dijî wan kesên ku dijminê ummet û baweriya ummetê ne neyên bikaranîn. Ger em ê van çekan li hember hev bikarbînin me çima stand?”(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Şeva Qedrê bi dia û zikiran hat îhyakirin

Şeva Qedrê bi dia û zikiran hat îhyakirin

2017-06-22 11:56:48

Ji ber minasebeta Şeva Qedrê Diyarbekirî berê xwe dan camiyan û beşdarî bernameyên ku di camiyan de hatin tertîpkirin bûn. Welatiyên ku çûn mizgefta Şeva Qedrê bi dia û zikirina îhyakirin.

“Şeva Qedrê şeveke ku qedrê temamê însanetiyê zêde dike ye”

“Şeva Qedrê şeveke ku qedrê temamê însanetiyê zêde dike ye”

2017-06-20 16:28:54

Serokê Karên Diyanetê Gormez destnîşan kir Şeva Qedrê şeveke ku qedrê temamê însanetiyê zêde dike ye.

Kerwana  Ûmudê ji bi hezaran malbatî re alîkarî belav kir

Kerwana Ûmudê ji bi hezaran malbatî re alîkarî belav kir

2017-06-20 11:13:21

Ji teref Kerwana Ûmudê ya ku navenda wê Stenbolê ye ve li Diyarbekir û Mêrdînê ji bi hezaran malbatên feqîr re beriya eyda Remezanê alîkarî hat kirin.

HEMÛ NÛÇE

Otomobîl û wesayîta polêsan li hev qelibîn: 5 mirî 5 birîndar

Li Diyarbekirê otomobîlek û wesayîta polêsan li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 5 kes jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.

“Şeva Qedrê şeveke ku qedrê temamê însanetiyê zêde dike ye”

Serokê Karên Diyanetê Gormez destnîşan kir Şeva Qedrê şeveke ku qedrê temamê însanetiyê zêde dike ye.

Rihayiyan di derheqê ‘Leyletul Qedrê’ de hest û ramanên xwe parve kirin

Ji Leyletul Qedra ku di nav meha Remezanê de ye re rojek ma, Rihayiyan di derheqê Leyletul Qedra ku jê re rojek maye de hest û ramanên xwe anîn zimên.

Serwîsa karkeran qulibî: 18 birîndar

Li Ergeneya Tekîrdagê mîdîbusa ku serwîsa karkeran bû ji kontrolê derket û qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 18 karker birîndar bûn.

Kerwana Ûmudê ji bi hezaran malbatî re alîkarî belav kir

Ji teref Kerwana Ûmudê ya ku navenda wê Stenbolê ye ve li Diyarbekir û Mêrdînê ji bi hezaran malbatên feqîr re beriya eyda Remezanê alîkarî hat kirin.

HEMÛ NÛÇE