A A A

Digel temamê nakokî û îxtîlafên di nav me de birayên me yên mumin hezkirinê heq dikin

: 2017-06-06 14:37

ENQERE - Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku li Enqerê beşdarî bernameya fitarê ya ku ji teref partiya wî ve hat tertîpkirin bû destnîşan kir digel temamê nakokî û îxtîlafên di nav me de mumin hezkirinê heq dikin.

Digel temamê nakokî û îxtîlafên di nav me de birayên me yên mumin hezkirinê heq dikin

Ji teref Navenda Giştî yê HUDA PARê ve li Enqerê bernameya fitarê hat tertîpkirin. Gelek siyasetmedar, temsîlkarên STKyan, rîspî, endamên çapmeniyê û karsaz beşdarî beranameya fitarê bûn. Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê beşdarî bernamê bû di bernamê de dide derheqê rojevê de nirxandinan kir.

 “Li Yemenê hejmara kesên ku ji ber nexweşiya kolerayê jiyana xwe ji dest dan gihaşt 600î”

Yapicioglu di axavtina xwe ya ku di bernamê kir de di derheqê qeyrana însanî ya li Yemenê de nirxandinan  kir û wiha got: “ Ez ji Rebbê xwe niyaz dikim ku meha Remezanê ji temamê  ummetê û alema Îslamê re bibe wesîleya  xêran.  Remezan li çar aliyê alema Îslamê bi coşeke mezin hat pêşîwazîkirin. Şadiya fitarê li alema Îslamê  tê jiyan. Lê belê li hinek beldeyên alema Îslamê  gelek zêde tevlîhevî, qeyran û şer hene; hetta ji ber van şeran li van deran gelek mişkîleyên mîna ava pqaij, birçîbûnê hene. Hûn jî dizanin li Yemenê ji ber tunebûna ava paqij  hejmera kesên ku ji nexweşiya kolerayê jiyana xwe ji dest dan derket 600î.”

“Ji bo Xwedê em di nav xwe de hiqûqa biratiyê tesîs bikin”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji bo Xweda em di nav xwe de hiqûqa biratiyê di nav xwe de tesîs bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Malûmê we ye; Li Tirkistana Rojhilat zilm her roj zêde dibin,  ew bûyerên li Afrîkaya Navîn ên ku ev demek bû sekinîbûn dîsa dest pê kirin. Li Afrîkaya Navîn Xiristiyan, li Myanmarê Budîst, li Filistînê Siyonîst, li Tirkistana Rojhilat ateîst û taoîst zilmê dikin û kesên ku li her derî zilm li wan tên kirin birayên me ne. Ew ewladên vê ummetê  bi he dilebikin û xwîna hev dirjînin. Em jî dibêjin; Ey milletên Îslamê! Ew qas êrîş ji derve ve li me tên kirin, divê di vê pêvajoyê de em îxtlafên xwe di nav sikûnet, aştî û silhê de çareser bikin; ger em nikaribin çareser bikin qet nebe divê em taloqê bidin wan îxtilafên xwe. Bi hev nelebikin û şer nekin û xwîna hev nerjînin. Rijandina xwîna hev  zilmeke mezintir e. Ji bo Xweda em di nav xwe de hiqûqa biratiyê di nav xwe de tesîs bikin.”

 “Tu meseleyê me yê ku çareser nebe û neyê çareserkirin tune ye”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de qala edalet û biratiyê kir û wiha got: “ Bi rastî jî em bûbana bira û ger weke ku Xweda ji em xwestiye em riayetî hiqûqa biratiyê kiribana û ger me meseleyên xwe di çarçoveya edaletê de çareser kiribana û niyeteke me wisa hebana  bawer bikin  ev qas tevlîhevî û qeyranên me çênedibûn û kesên ku dixwazin mudaxeleyî karên welatên Îslamê bikin bi hêsanî nikaribûn mudaxele bikin, her wiha ew ê nikarîbana tovên fitnê di nav Mislimanan de bireşînin.”(ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Bajêr bajêr wextên Nimêja Eydê

Bajêr bajêr wextên Nimêja Eydê

2017-06-24 19:02:55

Eyda Remezanê wê sibe bê îdrakkirin.Wextê nimêjên ku ew ê di vê roja pîroz de ji teref Mislimanan ve bên edakirin hatin diyarkirin.

Kerwana Ûmudê xebatên xwe yên alîkariyê bênavber didomîne

Kerwana Ûmudê xebatên xwe yên alîkariyê bênavber didomîne

2017-06-23 10:00:22

Kerwana Ûmudê ya ku ji ber minasebeta meha Remezanê seferberiya alîkariyê dabû destpêkirin di bergeha seferberiyê de xebatên xwe yên alîkariyê bênavber didomîne.

Şeva Qedrê bi dia û zikiran hat îhyakirin

Şeva Qedrê bi dia û zikiran hat îhyakirin

2017-06-22 11:56:48

Ji ber minasebeta Şeva Qedrê Diyarbekirî berê xwe dan camiyan û beşdarî bernameyên ku di camiyan de hatin tertîpkirin bûn. Welatiyên ku çûn mizgefta Şeva Qedrê bi dia û zikirina îhyakirin.

Hemû Nûçe

“Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

Şêniyên Gundê Şenika girêdayê Çewligê diyar kirin li taxa wan mişkîleyên mîna av, rê û çopan heye û ev yek ji teref şaredariyê ve têt zanîn, lê belê tu kes serê xwe pê naêşîne.

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê tuneleke ku ber bi aliyê Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin.

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

Li Hendeka navçeya Sakaryayê traktora ku karkeran vediguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 7 karker jiyana xwe ji dest dan û 20 karker jî birîndar bûn.

Hewadîsên diziyê Diyarbekiriyan aciz kir

Di van demên dawî de li Diyarbekirê hewadîsên diziyê gelek zêde bûn, ji ber hewadîsên diziyê şênî êdî nema îdare dikin û ji rayedaran alîkariyê teleb dikin da ku ji vê mişkîleyê re çareyek bê dîtin.

Mixtarê windabûyî wek mirî hat dîtin

Mixtarê gund ê ku ev 3 roj in li Gevera Colemêrgê xeber jê nayê standin li çolterê wek mirî hat dîtin.
Hemû Nûçe