Yapicioglu: Divê Misliman îxtilafên di nav xwe de bi silh û aştiyê çareser bikin

: 2017-06-05 18:15

QONYE - Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu di bernameya fitarê ya ku li Qonyayê beşdarî bû de diyar kir divê Misliman îxtilafên di nav xwe de bi silh û aştiyê çareser bikin.

Yapicioglu: Divê Misliman îxtilafên di nav xwe de bi silh û aştiyê çareser bikin

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu di bernameya fitarê ya  ku li Qonyayê beşdarî bû de di derheqê rewşa Mislimanan de wiha got: “Ew qas êrîş ji derve ve li me tên kirin, divê di vê pêvajoyê de em îxtlafên xwe di nav sikûnet, aştî û silhê de çareser bikin; ger em nikaribin çareser bikin qet nebe divê em taloqê bidin wan îxtilafên xwe.”

 “Mixabin ummet di nav xwe de dest bi lihevdanê kiriye”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir li cûrbecûr cihên dinyayê ji teref şaxên cûrbecûr ên kufrê ve zilm li birayên me tên kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Malûmê we ye; Li Tirkistana Rojhilat zilm her roj zêde dibin,  ew bûyerên li Afrîkaya Navîn ên ku ev demek bû sekinîbûn dîsa dest pê kirin. Li Afrîkaya Navîn Xiristiyan, li Myanmarê Budîst, li Filistînê Siyonîst, li Tirkistana Rojhilat ateîst û taoîst zilmê dikin û kesên ku li her derî zilm li wan tên kirin birayên me ne.Li cûrbecûr cihên dinyayê ji teref şaxên cûrbecûr ên kufrê ve zilm li birayên me tên kirin û mixabin ummet di nav xwe de dest bi lihevdanê kiriye. Di her beldeya Îslamê de hinek mişkîleyan dixwerînin û hewil didin me berdin hev  û piştî ku me berdan hev jî hewil didin me daqurtînin. Ew qas êrîş ji derve ve li me tên kirin, divê di vê pêvajoyê de em îxtlafên xwe di nav sikûnet, aştî û silhê de çareser bikin; ger em nikaribin çareser bikin qet nebe divê em taloqê bidin wan îxtilafên xwe.”

 “Şerta vê yekê ya herî muhîm bawerkirin e”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir hisûsek heye ku ew li her derê ku diçiyê diyar dike û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Rebbê min ji vê ummeta Îslamê bike nesîp ku bibe yek û bike nesîbê me ku em jî vê yekê bibînin. Û ez vê yekê dibêjim: Gelek kes dibêjin ‘Di nava ew qas  tevlîhevî  û nakokiyê de gelo mimkun e?’  Min li Tarsûsê jî got û îro cardin dîsa li vê derê jî dibêjim. Ustad Aliya Îzzetbegovîç ji xortekî ku jê pirseke wisa ‘Ev yek çawa mimkun e û şertên wê çi ne re ?’ kiriye re wisa bersiv da ‘Ji bo vê yekê şertê herî girîng bawerkirin e.’ Belê divê em pêşî bawer bikin.”(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Bajêr bajêr wextên Nimêja Eydê

Bajêr bajêr wextên Nimêja Eydê

2017-06-24 19:02:55

Eyda Remezanê wê sibe bê îdrakkirin.Wextê nimêjên ku ew ê di vê roja pîroz de ji teref Mislimanan ve bên edakirin hatin diyarkirin.

Kerwana Ûmudê xebatên xwe yên alîkariyê bênavber didomîne

Kerwana Ûmudê xebatên xwe yên alîkariyê bênavber didomîne

2017-06-23 10:00:22

Kerwana Ûmudê ya ku ji ber minasebeta meha Remezanê seferberiya alîkariyê dabû destpêkirin di bergeha seferberiyê de xebatên xwe yên alîkariyê bênavber didomîne.

Şeva Qedrê bi dia û zikiran hat îhyakirin

Şeva Qedrê bi dia û zikiran hat îhyakirin

2017-06-22 11:56:48

Ji ber minasebeta Şeva Qedrê Diyarbekirî berê xwe dan camiyan û beşdarî bernameyên ku di camiyan de hatin tertîpkirin bûn. Welatiyên ku çûn mizgefta Şeva Qedrê bi dia û zikirina îhyakirin.

HEMÛ NÛÇE

Li Îngilistanê êrîş li Mislimanên ku eyda hev pîroz dikirin hat kirin

Li Îngilistanê kesek wesayîtê di ser Milsimanên ku eyda hev pîroz dikirin de ajot.Di encama êrîşa ku li Mislimanan hat kirin de 3 jê zarok tev de 6 kes birîndar bûn.

Li Mêrdînê coşa Eyda Remezanê

Piştî ku meha Remezanê bi dawî bû re Eyda Remezanê li Mêrdînê ji teref Mislimanan ve bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu nimêja eydê li Êlihê kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku çû Êlihê nimêja eydê li Mizgefta Şevket Başakê eda kir.

Ji Rêberê Cemaeta Hîzbullah peyama Eyda Remezanê

Rêberê Cemaeta Hîzbullah Edîb Gumuş ji ber minasebeta Eyda Remezanê peyam weşand, Gumuş di peyama ku weşand de diyar kir îttîhad, yekîtî û digelheviya Mislimanan ji bo bihêzkirina têkliyên biratiyê yên di nav Mislimanan de çareya dawî ye.

Qatar wê teleba ku ji 13 maddeyan pêk dihat û dihat xwestin pê bidin qebûlkirin red kir

Qatar bi daxuyaniya ku belav kir destbîşan kir ew wê teleba ku ji 13 maddeyan pêk dihat û dihat xwestin ji teref 4 welatên Ereban ve pê bidin qebûlkirin red kiriye.

HEMÛ NÛÇE