A A A

DYA 484 kesên siwîl ‘bi şaşîtî’ kuşt!

: 2017-06-04 10:25

NAVENDA NÛÇEYAN - DYA ragihand di van 3 salên dawî di operasyonên ku li dijî DAEŞê hatin kirin de 484 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniya ku hatiye dayîn de hat ragihandin kesên siwîl ‘bi şaşîtî’ hatine kuştin.

DYA 484 kesên siwîl ‘bi şaşîtî’ kuşt!

Ji teref CENTCOM (Fermandariya Hêzên Navendî ya DYA)  ve hat ragihandin  koalîsyona ku DYA jê re pêşîvantiyê dike di van 3 salên dawî de di operasyonên ku li dijî DEAŞê hatine kirin de bûye sedema mirina 484 kesên siwîl.

Di daxuyaniya ku ji  Pentegonê hat dayîn de hat ragihandin heta niha zêdetirî 21 hezar û 35 operasyonên asimanî  hatine kirin û di ji sedî 0.27ên  van operasyonan de  kesên siwîl jiyana xwe ji dest dane.

Tê ragihandin hejmera kesên ku jiyana xwe ji dest dane zêdetir e

Lê belê ev hejmarên ku hatine daxuyandin  bi hejmarên ku  rêxistinên mafên mirovan dane re li hev nagire.

Li gor agahiyên ku  rêxistina  bi navê Aîrwarsa ku navenda wê Londra ye ji çavkaniyên mehelî wergirtiye  ji sala 2014an vir ve  di operasyonên ku li dijî DEAŞê hatin kirin de 3 hezar û 800 kesên siwîl mirin.

 Li gor Çavderxaneya Mafên Însanan a Sûriyê di mehên Nîsan û Gulanê de  li Sûriyê 225 kesên  jiyana xwe ji dest dane.

Di 17ê Adarê de   di operasyonên ku ji teref DYAyê ve li Misûlê li dijî nîşagirên DEAŞê hatin kirin de   zêdetirî 105 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dabûn.(ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Li Rûsyayê êrîşa bi kêr: 8 birîndar

Li Rûsyayê êrîşa bi kêr: 8 birîndar

2017-08-19 16:18:36

Li Surguta bajêra Rûsyayê kesek bi kêrê 8 kesan birîndar kir.

Li Venezuelayê di girtîgehê de pevçûn: 37 mirî

Li Venezuelayê di girtîgehê de pevçûn: 37 mirî

2017-08-17 08:14:25

Li başûrê Venezuelayê di girtîgehekê de di navbera girtiyên çekdar û erkdarên ewlehiyê de pevçûn derket, di encama pevçûna ku derket de 37 kes mirin.

Li Sîerra Leonê hejmara miriyan derket 400î û 600 kes jî winda ne

Li Sîerra Leonê hejmara miriyan derket 400î û 600 kes jî winda ne

2017-08-16 17:58:28

Hejmara miriyan ên kesên ku ji ber barana zêde û lehiyê li Freetowna Sîerra Leonê jiyana xwe ji dest dan derket 400î, her wiha hat ragihandin ji ber lehiyê 600 kes jî winda ne.

Hemû Nûçe

“Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

Şêniyên Gundê Şenika girêdayê Çewligê diyar kirin li taxa wan mişkîleyên mîna av, rê û çopan heye û ev yek ji teref şaredariyê ve têt zanîn, lê belê tu kes serê xwe pê naêşîne.

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê tuneleke ku ber bi aliyê Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin.

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

Li Hendeka navçeya Sakaryayê traktora ku karkeran vediguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 7 karker jiyana xwe ji dest dan û 20 karker jî birîndar bûn.

Hewadîsên diziyê Diyarbekiriyan aciz kir

Di van demên dawî de li Diyarbekirê hewadîsên diziyê gelek zêde bûn, ji ber hewadîsên diziyê şênî êdî nema îdare dikin û ji rayedaran alîkariyê teleb dikin da ku ji vê mişkîleyê re çareyek bê dîtin.

Mixtarê windabûyî wek mirî hat dîtin

Mixtarê gund ê ku ev 3 roj in li Gevera Colemêrgê xeber jê nayê standin li çolterê wek mirî hat dîtin.
Hemû Nûçe