Eşîrên Sûriyeyî HUDA PARê ziyaret kirin

: 2017-05-31 15:22

RİHA - Lijneyeke ku ji mezinên eşîrên Sûriyeyî pêk dihat Serokatiya Bajêra Rihayê ya HUDA PARê ziyaret kirin.

Eşîrên Sûriyeyî HUDA PARê ziyaret kirin

Heyeta ku di nav de Serokê Kombeta Sûriyeya Serbixwe Redîf Mistefa, Reîsê Eşîra Tayyî Nevaf Tayyî, Reîsê Eşîra Şemerayê Huseynel Haçim û Reîsê Eşîra Naîmî Suphudîl Adan  hebû  Serokatiya Bajêra Rihayê ya HUDA PARê  ziyaret kir.

 Heyet ji teref  Serokê Bajêra HUDA PARê Lokman Yalçin ve hat pêşîwazîkirin. Di ziyareta ku di avahiya partiyê hat kirin de meseleya Sûriyê û mexdûriyetên ku pêk tên hat axavtin.

Serokê Kombeta Sûriyeya Serbixwe Redîf Mistefa di dema ziyaretê de destnîşan kir ew polîtikaya Sûriyê ya HUDA PARê gelek baş û di cî de dibînin.

Serokê Bajêra Rihayê ya HUDA PARê Lokman Yalçin di derheqê ziyareta ku hat kirin de daxuyaniyan da diyar kir  ew û eşîrên ku hatine ziyaretê li ser meseleya Sûriyê û polîtîkaya Sûriyê ya HUDA PARê sekinîne.

Yalçin di daxuyaniya ku da de destnîşan kir heyeteke ku ji eşîrên Sûriyeyî pêk tê hatine ziyareta wan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Îro Serokê Kombeta Sûriyeya Serbixwe Redîf Mistefa, Reîsê Eşîra Tayyî Nevaf Tayyî, Reîsê Eşîra Şemerayê Huseynel Haçim û Reîsê Eşîra Naîmî Suphudîl Adan   hatin ziyareta me. Meseleya sereke ya ziyareta me meseleya Sûriyê bû. Lewra ev însan di axên xwe de hatine mexdûrkirin û wek muhacir hatine memleketên me.”

 “PYD dişbihe taksiya tîcarî ya ku renga wê zer e, hemû kesî siwar dike lê Kurdan siwar nake”

Yalçin di berdewama axavtina xwe de diyar kir ziyareta wan pir bi feyde derbas bûye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di dema ziyaretê de him daxuyaniyên Reîsê Eşîra Tayyî Nevaf Tayyî û him jî yên  Reîsê Eşîra Şemerayê Huseynel Haçim me ecêbmayî hişt. Nexasim Serokê Serbixwe Redîf Mistefa PYD şiband taksiya tîcarî ya ku renga wê zer e û diyar kir hemû kesî siwar dike lê Kurdan siwar nake. Ev şibandin me ecêmayî hişt. Ji me re gotin xelk li heremên xwe çi qas zirarê ji DEAŞê û ji rêxistinên din dîtibin bi heman awayî ji PYDê jî dîtine. Hetta diyarkirin ji ber PYDê Kobanî koç kirine. Her wiha ji me re gotin ev şer ne ya xelkê Sûriye ye; berewajî bi temametî bûye şerê wekaletê. Mêvan diyar kirin dewlet li wê derê şer dike  û qeybên herî mezin ew bi xwe dane. Me jî ji wan re polîtîkaya xwe ya Sûriyê îzah kir.”

Ziyaret piştî gotûbêja ku hat kirin bi dawî bû.(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Ji HUDA PARê di derheqê qetlîamên siwîl ên ku li Raqqayê tên kirin de daxuyanî

Ji HUDA PARê di derheqê qetlîamên siwîl ên ku li Raqqayê tên kirin de daxuyanî

2017-06-16 14:08:17

Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê di derheqê qetlîamên siwîl ên ku li Raqqayê tên kirin de hat ragihandin hejmera kesên siwîl ên ku di operasyona Raqqayê de hatine qetilkirin gihaştiye bi hezaran kesî.

"Şirnexê ji statuya bajêrbûnê derxistin tê wateya cezakirina xelkê"

2017-06-01 11:38:16

Ji teref Serokatiya Bajêra Şirnexê ya HUDA PARê ve di derheqê ji statuya wîlayetbûyînê derxistina Şirnexê de daxuyaniyek hat dayîn, di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ew ê ev yek bibe sedem ku xelkê bajêr trawmayan bijî.

Eşîrên Sûriyeyî HUDA PARê ziyaret kirin

Eşîrên Sûriyeyî HUDA PARê ziyaret kirin

2017-05-31 15:22:55

Lijneyeke ku ji mezinên eşîrên Sûriyeyî pêk dihat Serokatiya Bajêra Rihayê ya HUDA PARê ziyaret kirin.

HEMÛ NÛÇE

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu nimêja eydê li Êlihê kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku çû Êlihê nimêja eydê li Mizgefta Şevket Başakê eda kir.

Ji Rêberê Cemaeta Hîzbullah peyama Eyda Remezanê

Rêberê Cemaeta Hîzbullah Edîb Gumuş ji ber minasebeta Eyda Remezanê peyam weşand, Gumuş di peyama ku weşand de diyar kir îttîhad, yekîtî û digelheviya Mislimanan ji bo bihêzkirina têkliyên biratiyê yên di nav Mislimanan de çareya dawî ye.

Qatar wê teleba ku ji 13 maddeyan pêk dihat û dihat xwestin pê bidin qebûlkirin red kir

Qatar bi daxuyaniya ku belav kir destbîşan kir ew wê teleba ku ji 13 maddeyan pêk dihat û dihat xwestin ji teref 4 welatên Ereban ve pê bidin qebûlkirin red kiriye.

Bajêr bajêr wextên Nimêja Eydê

Eyda Remezanê wê sibe bê îdrakkirin.Wextê nimêjên ku ew ê di vê roja pîroz de ji teref Mislimanan ve bên edakirin hatin diyarkirin.

Walîtiya Hatayê: 5 êrîşkarên xwekuj hatin girtin

Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Hatayê ve hatiye dayîn de hat ragihandin 5 kesên ku haziriya êrîşa xwekujiyê dikirin hatin girtin.

HEMÛ NÛÇE