Li Amerîkayê êrîş li pîrekên Misliman hat kirin: 2 kes hatin qetilkirin

: 2017-05-29 17:29

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Amerîkayê dijminekî Îslamê yê nîjadperest di trênê de êrîşî pîrekeke Misliman û pîrekeke reşik kir. Di bûyerê de 2 kesên ku pîrekan mihafeze kirin jiyana xwe ji dest dan.

Li Amerîkayê êrîş li pîrekên Misliman hat kirin: 2 kes hatin qetilkirin

Bûyer li eyaleta Oregona Amerîkayê di nava trênekê de pêk hat.  Li gor agahiyên ku hatine wergirtin rêwiyek  di nava trênê de hewil da êrîşî 2 pîrekên ku yek ji wan Milsiman bû kir. Ji ber vê êrîşê kesên bi navê Rîcky Bestê 53 salî û Talîesîn Namkaî-Meche bi niyeta ku pîrekan mihafeze bikin mudaxeleyî bûyerê kirin.

 Kesê êrîşkar bi kêra bi xwe re êrîşî van her du kesên ku hewil dan mudaxeleyî bikin kir, di encama bûyerê de her du kes bi darbeyên kêran hatin qetilkirin û kesê bi navê Mîcah Davîd-Cole Fletcher jî birîndar bû.

 Hat hînbûn kesê êrîşkar ê ku navê wî Jeremy Chrîstîan e him dijminê Îslamê ye û him jî destekê daye Trump û taqîpkerê wî ye.

Rîcky Bestê 53 salî û Talîesîn Namkaî-Mecheyê ku bi niyeta ku pîrekan mihafeze bikin mudaxeleyî bûyerê kirin di medyaya civakî de wek qehreman hatin îlankirin û êrîşkarê bûyerê jî hat telînkirin.

Ev êrîşa herî dawî cardin dijmintiya Îslam û biyaniyan a li welatên Xerbê anî bîran. Di sala 2016an de li welatên xerbê tev de 2 hezar  800 êrîş hatin kirin ku di sala 2017an de hêj ev êrîş berdewam dikin.(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

HAMAS di derheqê Roja Cîhanê ya Qudsê de peyam weşand

HAMAS di derheqê Roja Cîhanê ya Qudsê de peyam weşand

2017-06-23 17:28:49

Berdevkê HAMASê Fevzî Berhum ji ber minasebeta ‘Roja Cîhanê ya Qudsê’ peyamek weşand, Berhum di peyama ku weşand de diyar kir digel temamê komployên ku hatin kirin û leystikên ku hatin leystin ummeta Îslamê Qudsê ji bîr nekir û dê nede jibîrkirin.

 “Roja Qudsê” roja li dijî Amerîka û Siyonîzmê sekinînê  ye

“Roja Qudsê” roja li dijî Amerîka û Siyonîzmê sekinînê ye

2017-06-22 17:05:08

Ji ber ku îna dawî ya meha Remezanê ‘Roja Qudsê ya Cîhanê’ ye dê li gelek welatan bernameyên cûrbecûr tên tertîpkirin û bal tên kişandin li ser zilma emperyalîzma Amerîka û Siyonîstan.

Li Portekîzê ji bo 3 rojan şîn hat îlankirin

Li Portekîzê ji bo 3 rojan şîn hat îlankirin

2017-06-19 11:20:11

Hejmera kesên ku di şewata daristanê ya ku li Portekîzê derket de jiyana xwe ji dest dan derket 62an û li welêt ji bo 3 rojan şîna neteweyî hat îlankirin.

HEMÛ NÛÇE

Ji bo ‘Roja Qudsê ya Cîhanê’ bang

Sibe ji bo bal bên kişandin li ser rewşa Mescîda Eqsa ya ku qibleya ewil a Mislimanan e û di bin îşxala îsraîla siyonîst de ye dê li Diyarbekirê bernameya fitarê bê tertîpkirin.

“Di cografyaya ummetê de tiştekî ku jê re sînor tê gotin tuneye”

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmazê ku li Çermîkê beşdarî bernameya fitarê bû di derheqê alema Îslamê de diyar kir di cografyaya ummetê de tiştekî ku jê re sînor tê gotin tuneye.

2 esker jiyana xwe ji dest dan

Di operasyonên ku li Bidlîsê berdewam dikin de 2 esker jiyana xwe ji dest dan.

Şeva Qedrê bi dia û zikiran hat îhyakirin

Ji ber minasebeta Şeva Qedrê Diyarbekirî berê xwe dan camiyan û beşdarî bernameyên ku di camiyan de hatin tertîpkirin bûn. Welatiyên ku çûn mizgefta Şeva Qedrê bi dia û zikirina îhyakirin.

Ew ê di derheqê qezayên li Licê de mufettiş bên erkdarkirin

Waliyê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy destnîşan kir ew ê Wezareta Karên Hundir di derheqê 2 qezayên ku li Licê wesayîtên bi zirx ên polêsan tevlî bûbûn de mufettiş erkdar bike.

HEMÛ NÛÇE