Tac li serê zarokên ku Qur’anê xitim kirin hat kirin û bawernameyên wan hat dayîn

: 2017-05-28 11:56

ÊLIH - Li Êlihê tac li serê 35 zarokên ku Qur’anê xitim kirin hat kirin û bawernameyên wan ji wan re hat dayîn

Tac li serê zarokên ku Qur’anê xitim kirin hat kirin û bawernameyên wan hat dayîn

35 zarokên ku di navbera temenên 4-6 salan de ne û di bin bunyeya Şaxa Êlihê ya Cemiyeta Mustezafan de perwerdehiya Qur’anê didîtin  ji ber ku Qur’ana Kerîm xitim kirin  bawernameyên wan hat dayîn û  tac li serê wan hat kirin.

Malbatên zarokan eleqeyeke mezin nîşanî bernameya ku ji bo zarokên wan hat tertîpkirin dan. Ji îdarevanên Bexçeya Zarokên Zêrîn  Hamdiye Îpek di derbarê giringiya rojevê de axavtinek kir. Îpek di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir wan hewil daye ji zarokan de kelama Xweda û her wiha exlaq û sunneta Hz. Muhammed hîn bikin ku ew ji bo vê armancê xebitîne.

Piştî axavtina ku hat kirin re bername bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir. Dû re skeç û leystik hatin pêşkêşkkirin. Do dawiya bernamê de ji 35 zarokên ku xwendina Qur’anê xelas kirine re bawernameyên wan ji wan re hat dayîn.

 “Problema herî mezin a dewra me mezinbûna nesla ku bi şikleke xelet tê perwerdekirin e”

Siltan Demîra Endamê Şaxê Jinan a Cemiyeta Mustezafan e piştî merasîma dayîna bawernameyên zarokan axavtinek kir. Demîr di axavtina xwe de ji malbatên ku zarokên xwe ji wan re teslîm kirine re teşekur kir û wiha pê de çû: “Problema herî mezin a dewra me mezinbûna nesla ku bi şikleke xelet tê perwerdekirin e. Ger em dixwazin nesleke bi sihhet perwerde bikin, wê demê divê sazî û mamosteyên ku li gor bawerî, çand û kevneşopiyên me hebin. Em wek Cemiyeta Mustezafan bawer dikin  Bexçeya Zarokên Zerîn û mamosteyên me di vê mijarê de nimûne ne.”

Piştî axavtina ku hat kirin re ji perwerdekarên ku keda wan di perwerdehiya zarokan de hebû re hediye hat teqdîmkirin.(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Şehîdên Sûsayê li ber serê qebrên xwe hatin yadkirin

Şehîdên Sûsayê li ber serê qebrên xwe hatin yadkirin

2017-06-27 12:04:34

Şehîdên ku di 26ê Hezîrana sala 1992an de li Sûsaya Farqînê ji teref PKKê ve di qetlîama camiyê de hatin şehîdkirin li ser qebrê xwe hatin yadkirin.

Şehîdiya Sûsayê û mizgefta ku lê qetlîam hat kirin bi şikleke girseyî hat ziyaretkirin

Şehîdiya Sûsayê û mizgefta ku lê qetlîam hat kirin bi şikleke girseyî hat ziyaretkirin

2017-06-27 11:13:54

Kesên ku beşdarî bernameya yadkirina şehîdên Sûsayê bûn Şehîdiya Sûsayê û camiya ku lê qetlîam hatibû kirin ziyaret kirin.

AK Partî û Saadet HUDA PARê ziyaret kirin

AK Partî û Saadet HUDA PARê ziyaret kirin

2017-06-27 09:28:26

Heyetên AK Partî û Saadetê Navenda Giştî yê HUDA PARê ziyaret kirin û eyda HUDA PARê pîroz kirin.

HEMÛ NÛÇE

Li Pakistanê tankera sotemeniyê teqiya: 148 jiyana xwe ji dest dan

Tankera ku li Pakistanê qulibî teqiya, di encama teqîna ku pêk hat de 148 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan û 51 kes jî birîndar bûn.

ÎLKHA vîdyoyên temamê bernameyên Wîladeta Pîroz parve kir

ÎLKHA vîdyoyên temamê bernameyên Wîladeta Pîroz ên ku îsal ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve bi sedan cihî bi coşeke mezin hatin tertîpkirin parve kir.

Li Îngilistanê êrîş li Mislimanên ku eyda hev pîroz dikirin hat kirin

Li Îngilistanê kesek wesayîtê di ser Milsimanên ku eyda hev pîroz dikirin de ajot.Di encama êrîşa ku li Mislimanan hat kirin de 3 jê zarok tev de 6 kes birîndar bûn.

Li Mêrdînê coşa Eyda Remezanê

Piştî ku meha Remezanê bi dawî bû re Eyda Remezanê li Mêrdînê ji teref Mislimanan ve bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu nimêja eydê li Êlihê kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku çû Êlihê nimêja eydê li Mizgefta Şevket Başakê eda kir.

HEMÛ NÛÇE