Umut Kapisi ji Remezanê re hazir e

: 2017-05-24 12:37

DIYARBEKIR - Banqaya Zad a Umut Kapisiya ku li Diyarbekirê fealiyetên xwe bi rê ve dibe haziriyên xwe yên meha Remezanê temam kir.

Umut Kapisi ji Remezanê re hazir e

Banqaya Zad a Umut Kapisiyê ya ku bi şikleke birêkûpêk ji jar, feqîr û muxtacan re alîkarî dike ji bo meha Remezanê haziriyên xwe xelas kir.

Serokê Banqaya Zad a Umut Kapisiyê  M. Siddik Furkan  di derbarê mijarê de diyar kir ew ê li Diyarbekirê ji wan kesên feqîr û hewcedar ên ku ji teref Komîsyona Tespîta Malbatên Feqîr ve hatine tespîtkirin ve ew ê alîkarî bê kirin.

Furkan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew di serî xelkê Diyarbekirê û bi gelemperî jî dixwazin hemû kesî di dema belavkirina alîkariyan de li ba xwe bibînin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di van rojên ku em ê bikevin meha mibarek a Remezanê de, em wek  Banqaya Zad a Umut Kapisiya Diyarbekirê  ji bo karibin ji jar û feqîran re alîkariyê bikin amadehiyên xwe didomînin. Îsal me ji xwe re kiriye hedef ku ji zêdetirî 5 hezar kesên feqîr û jar re alîkariya erzaq û cilan bikin.”

Furkan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew  ê di meha Remezanê de alîkariya cil û koliyên erzaqê belav bikin. Furkan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Paketên me yên erzaqê ji 60 û 80 TLyê pêk tên. Werin em tev de ji muxtacan re bibin hêvî. Werin em digel hev bigihijin wan malbatên ku hûn nikarin bigihijin wan û hûn nikarin zikat û fitreyên xwe bidin wan.(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

 “Ziyaretkirina şehîdan ji bo me şeref e”

“Ziyaretkirina şehîdan ji bo me şeref e”

2017-06-25 17:01:23

Ziyaretvanên ku dihatin ser qebra Aytaç Baran, Yasîn Boru û hevalên wî yên ku ji teref PKKyiyan ve hatin qetilkirin diyar kirin di rojên eydê de ziyaretkirina qebrên şehîdan ji bo wan şeref e.

Li Mêrdînê coşa Eyda Remezanê

Li Mêrdînê coşa Eyda Remezanê

2017-06-25 12:36:23

Piştî ku meha Remezanê bi dawî bû re Eyda Remezanê li Mêrdînê ji teref Mislimanan ve bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu nimêja eydê li Êlihê kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu nimêja eydê li Êlihê kir

2017-06-25 12:12:42

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku çû Êlihê nimêja eydê li Mizgefta Şevket Başakê eda kir.

HEMÛ NÛÇE

Bajêr bajêr wextên Nimêja Eydê

Eyda Remezanê wê sibe bê îdrakkirin.Wextê nimêjên ku ew ê di vê roja pîroz de ji teref Mislimanan ve bên edakirin hatin diyarkirin.

Walîtiya Hatayê: 5 êrîşkarên xwekuj hatin girtin

Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Hatayê ve hatiye dayîn de hat ragihandin 5 kesên ku haziriya êrîşa xwekujiyê dikirin hatin girtin.

Li Çînê gundek di bin axê de ma

Li Çînê ji ber ku ji çiyê ax hat xwarê gundek di bin axê de me û zêdetirî 100 kesî di bin axê de maye.

Walîtiya Stenbolê dê destûrê nede ‘Meşa jirêderketî’

Walîtiya Stenbolê ji meşa jirêderketî ya ku dê ji teref endamên LBGTÎyê ve hatibana tertîpkirin re ji ber ku civakên cuda bertek û nerazîbûnên xwe nîşan dan destûr neda.

Kerwana Ûmudê li Êlihê ji 600 malbatî re alîkarî kir

Ji teref Kerwan Ûmudê ve li Êlihê ji 600 malbatên feqîr û jar re alîkariya erzaq û cilan hat kirin.

HEMÛ NÛÇE