“Nefes standin heqê me ye”

: 2017-05-24 10:31

MÊRDÎN - Şêniyên ku li Nisêbîna Mêrdînê di apartmanekê de dijîn destnîşan kirin ev 4 meh e ku ava kanalîzasyonê ketiye mala wan û ew digel ku xeber dabin rayedaran jî tu kes serê xwe bi meselê neêşandiye.

 “Nefes standin heqê me ye”

Şêniyên ku li Nisêbîna Mêrdînê di apartmana bi navê Tandogan de dijîn  destnîşan kirin ev 4 meh e ku ava kanalîzasyonê ketiye mala wan û ew digel ku xeber dabin rayedarên MARSUyê  jî tu kes serê xwe bi meselê neêşandiye û problema wan çareser nekiriye.

Şêniyên apartmanê diyar kirin  ew ji ber avên kanalîzasyonê bi şikleke wan boruyên serşo û destşoyê girtine  û ew pêdivî û îxtiyacên xwe  yên serşo û destavê li malên naskiriyên xwe tedarik dikin.

Qanalên ava avêtî yên li banyoyê bi betonê girtin

Kamîle Ozela ku ji şêniyên apartmanê ye  di derbarê mijarê de diyar kir ev 4 meh çêbûye ku ew ji ber mişkîleyê serî li MARSUya Mêrdîn û Nisêbînê dane, lê muracatên wan pere nekiriye. Ozel dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev 4 meh e ku em di vî halî de ne, Em di jêrzemînê de dijîn. Ava kanalîzasyonê dikeve nava mala min. Me serî li şaredariyê û li MARSUyê da, ji me re dibêjin xebat hene. Dema ku em diçin MARSUyê ji me re dibêjin borî tunene, borî di îhalê de ne û dibe heta salekê jî  bellû nebe. Em şêniyên apartmanê li gor derfeta xwe me bi hezar û 700 banqinotî borî stand. Niha jî ji me re dibêjin xebat heye, ne bellû ye ariza we kengî bê tamîrkirin.”

Ozel di berdewama axavtina xwe de diyar kir her tim ava kanalîzasyonê dikeve mala wê û êdî ew nikarin di mala xwe de xwarinê çêbikin.

Havva Bîlgîça ji şêniyên apartmanê ye ji rewşê bi dowîza ku li ser ‘Standina nefesê heqê me ye’ nivîsandiye bertek nîşan da û diyar kir ew ji ber av û bêhna kanalîzasyonê nema dikarin di malên xwe de bijîn.(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

AK Partî û Saadet HUDA PARê ziyaret kirin

AK Partî û Saadet HUDA PARê ziyaret kirin

2017-06-27 09:28:26

Heyetên AK Partî û Saadetê Navenda Giştî yê HUDA PARê ziyaret kirin û eyda HUDA PARê pîroz kirin.

Êşa ku ev 25 sal e nayê jibîrkirin: Qetlîma Sûsa

Êşa ku ev 25 sal e nayê jibîrkirin: Qetlîma Sûsa

2017-06-27 08:18:49

Êşa wê qetlîama ku PKK di 26ê Hezîrana sala 1992an de li gundê Sûsaya Diyarbekirê kir digel ku di ser 25 sal derbas bûbe jî weke ku îro qewimiye û nayê jibîkirin.

Ji zimanê şahidan  qetlîama Sûsayê

Ji zimanê şahidan qetlîama Sûsayê

2017-06-26 10:31:23

Şahidên wê qetlîama Sûsayê ya ku di 26ê Hezîrana sala 1992an de ji teref PKKê ve hat kirin qala wehşet û hovîtiya PKKê ya we rojê kirin.

HEMÛ NÛÇE

Li Îngilistanê êrîş li Mislimanên ku eyda hev pîroz dikirin hat kirin

Li Îngilistanê kesek wesayîtê di ser Milsimanên ku eyda hev pîroz dikirin de ajot.Di encama êrîşa ku li Mislimanan hat kirin de 3 jê zarok tev de 6 kes birîndar bûn.

Li Mêrdînê coşa Eyda Remezanê

Piştî ku meha Remezanê bi dawî bû re Eyda Remezanê li Mêrdînê ji teref Mislimanan ve bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu nimêja eydê li Êlihê kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku çû Êlihê nimêja eydê li Mizgefta Şevket Başakê eda kir.

Ji Rêberê Cemaeta Hîzbullah peyama Eyda Remezanê

Rêberê Cemaeta Hîzbullah Edîb Gumuş ji ber minasebeta Eyda Remezanê peyam weşand, Gumuş di peyama ku weşand de diyar kir îttîhad, yekîtî û digelheviya Mislimanan ji bo bihêzkirina têkliyên biratiyê yên di nav Mislimanan de çareya dawî ye.

Qatar wê teleba ku ji 13 maddeyan pêk dihat û dihat xwestin pê bidin qebûlkirin red kir

Qatar bi daxuyaniya ku belav kir destbîşan kir ew wê teleba ku ji 13 maddeyan pêk dihat û dihat xwestin ji teref 4 welatên Ereban ve pê bidin qebûlkirin red kiriye.

HEMÛ NÛÇE