A A A

Hilberînerên pembû mazota erzan dixwazin

: 2017-05-22 15:24

DIYARBEKIR - Cotkarên ku li Diyarbekirê pembû diçînin ji kêmbûna destekê û ji zêdebûna bacan gazinan kirin.

Hilberînerên pembû mazota erzan dixwazin

Li Diyabekirê cotkarên ku pembû diçînin û odaya zireatê ji zêdebûna bihaya mazot û bacê gazin û giliyan kirin.

“Em mazota erzan dixwazin”

Di derbarê mijarê de Serokê Odayên Ziraetê yê Yenîşehîra navçeya Diyarbekirê Sileyman  Iskenderoglu diyar kir ji bo çandina pembû re teşwîq bê kirin divê dewlet  prîmên pembû zêde bike. Îskenderoglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji bo serê kîloya pembû em TLyek prîm dixwazin. Sala borî 75 qirûş bû. Pembû mahsûleke stratejîk e. Diyarbekir pembûyê herî bi qelîte hildiberîne. Pembû ji erdan bigre heta di fabrîkayên tekstîlê de qadên kar vedike. Di serî de bihaya mazot û tiştên kimyewî yên mîna wan bê kêmkirin. Hikûmet KDV daxist, lê fîrma bi zamên ku kirin cihê vê daxistinê dagirtin. Bihaya mazot û gubrê hat zêdekirin. Ji cotkar para TRTê tê standin. Divê OTV bê paqijkirin. Ma ji kesên ku dihilberîne OTV tê xwestin?”

“Ger em pembû nehilberînin ew ê dewlet pembû bi dolaran ji derve bistîne”

Cotkarên bi navê Yasîn Tunç, Eşref Mutlu û Îbrahîm Demîrcan jî di debrarê mijarê de ji bihaya mazot û gubrê gazin kirin û wih axaivîn: “ Ger em pembû nehilberînin ew ê dewlet pembû bi dolaran ji derve bistîne. Gubre, mazot gelek biha ne, tu kes pembû naçîne. Her wiha mesref û karkeriya wê jî zêde ye. Divê di mazotê de destek bê dayîn û bihaya gubrê jî bê daxistin.”(ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Reqemên bêkariyê hatin eşkerekirin

Reqemên bêkariyê hatin eşkerekirin

2017-08-15 11:00:44

Li Tirkiyê reqemên bêkariyê di meha gulanê de 330 hezar kes zêde bû û hejmera bêkaran derkete 3 milyon û 225 hezaran.

Yalçin: Em vê teklîfê wek teklîfa Tirkiyeya berê dibînin

Yalçin: Em vê teklîfê wek teklîfa Tirkiyeya berê dibînin

2017-08-15 09:49:11

Elî Yalçinê Serokê Giştî yê Memûr-Senê yê ku ji heyeta Sendîqayên Erkdarên Qamûyê re serokatiyê dike derheqê teklîfa zamê ya ku hikûmetê teklîf kir de destnîşan kir em vê teklîfê wek teklîfa Tirkiyeya berê dibînin.

Sînora birçîbûnê bû hezar 713 TL

Sînora birçîbûnê bû hezar 713 TL

2017-08-05 14:38:44

Memûr-Senê ku reqemên birçûbûn û feqîrtiyê yên meha tîrmehê eşkere kir diyar kir sînora birçîbûnê bûye hezar û 713 TL.

Hemû Nûçe

Li Yemenê heta niha 500 hezar kes bi nexweşiya kolerayê ketin

Li gor rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê li Yemenê heta niha 500 hezar kes bi nexweşiya kolerayê ketin.

Şêx Raîd Salah ji teref çeteyên siyonist ve hat desteserkirin

Çeteyê terorê ya siyonist Şêx Raîd Salahê ku wek muhafizê Mescîda Eqsayê tê naskirin desteser kir.

Di felaketa lehiyê ya li Sîerra Leoneyê de 312 kes jiyana xwe ji dest dan

Hat ragihandin ji ber barana zêde û lehiyê li Sîerra Leoneya welatê Afrîkayê herî kêm 312 kes jiyana xwe ji dest dan.

Reqemên bêkariyê hatin eşkerekirin

Li Tirkiyê reqemên bêkariyê di meha gulanê de 330 hezar kes zêde bû û hejmera bêkaran derkete 3 milyon û 225 hezaran.

Ev du roj in ku lawê xwe yê ku winda bûye digerin

Li Diyarbekirê ev 2 roj in ku ji Yasîn Yildizê 13 salî xeber nayê standin.
Hemû Nûçe