Li Entabê 70 hafiz îcazet standin

: 2017-05-22 12:21

ENTAB - 70 hafiz ku li Entabê perwedehiya xwe ya hafiztiyê temam kirin îcazeta hafiztiyê standin.

Li Entabê 70 hafiz îcazet standin

Li Şahînbeya Entabê 70 hafizên ku li Entabê perwedehiya xwe ya hafiztiyê temam kirin bi meressîma ku hat tertîpkirin îcazeta hafiztiyê standin.

Merasîma îcazet dayînê li Navenda  Kongre û Çandê ya Şehîdkamîl hat tertîpkirin. Pîsporê Xizmetên Dînî Davut Kaya, Miftiyê Bajêra Entabê Ahmet Çelîk,  temsîlkarên STKyan û malbatên telebeyên hafiz û hafîze beşdarî merasîmê bûn.

 “Ji Qur’anê re xizmet kirin karê temamê Mislimanan e”

Miftiyê Bajêra Entabê Ahmet Çelîkê ku di bernam de axavtinek kir diyar kir  xwendina Qur’anê û hafiztî ne karek e û ji Qur’anê re xizmet kirin karê temamê Mislimanan e. Çelîk dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Kitêba me Qur’an e.  Em çi karî dikin ferq nake. Xwendina Qur’anê û hafiztî ne meslekek e. Ji Qur’anê re xizmet kirin ne meslekek e. Ji Qur’anê re xizmet kirin karê temamê Mislimanan e.”

Çelîk di berdewama axavtina xwe de wiha diyar kir: “Em îro dibêjin çima zarokên me û xortên me bi nasname û şexsiyeteke Îslamî mezin nabin? Mişkîleya me ya herî mezin ev e. Ger agahî û ilma tiştekî tunebe nasnameya wê jî çênabe. Ger ilma tiştekê neyê hînkirin fikra wê jî nikare bê hînkirin. Îro mişkîlkeya li welat û alema Îslamê tê kişandin ev e. Ger em dibêjin exlaqa Qur’anê divê em Qur’an Kerîm hîn bibin û ilma wê tedrîs bikin. Divê em wê hîn bibin û fêm bikin.”(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Ji ser parsek 71 hezar TL derket

Ji ser parsek 71 hezar TL derket

2017-06-29 08:50:23

Li Balikesîrê ji ser parsekekî ku hat girtin 71 hezar TL derket.

Wezareta Karên Derve êrîşên li Venezuelayê şermezar kir

Wezareta Karên Derve êrîşên li Venezuelayê şermezar kir

2017-06-29 07:21:06

Wezareta Karên Derve wan êrîşên ku li Venezuelayê li avahiyên Wezareta Aştî û Edaletê, Karên Hundir û avahiya Mehkemeya Makeqanûnê hatin kirin şermezar kir.

Evîndarên Pêxember li Diyarbekirê eyda hev pîroz kirin

Evîndarên Pêxember li Diyarbekirê eyda hev pîroz kirin

2017-06-28 14:05:56

Li Diyarbekirê ji teref Koordînatoriya Bajêra Diyarbekirê ya Platforma Evîndarên Pêxember ve bernameya pîrozbahiyê hat tertîpkirin. Eleqeyeke mezin nîşanî bernamê hat nîşandan.

HEMÛ NÛÇE

AK Partî û Saadet HUDA PARê ziyaret kirin

Heyetên AK Partî û Saadetê Navenda Giştî yê HUDA PARê ziyaret kirin û eyda HUDA PARê pîroz kirin.

Êşa ku ev 25 sal e nayê jibîrkirin: Qetlîma Sûsa

Êşa wê qetlîama ku PKK di 26ê Hezîrana sala 1992an de li gundê Sûsaya Diyarbekirê kir digel ku di ser 25 sal derbas bûbe jî weke ku îro qewimiye û nayê jibîkirin.

Ji zimanê şahidan qetlîama Sûsayê

Şahidên wê qetlîama Sûsayê ya ku di 26ê Hezîrana sala 1992an de ji teref PKKê ve hat kirin qala wehşet û hovîtiya PKKê ya we rojê kirin.

Li Behra Egeyê di mezinahiya 4,1 de erdhej

Li Behra Egeyê di mezinahiya 4,1 de erdhej pêk hat.

4 kesên ku ketin çala foseptîkê mirin

Li Aladaga Edenê 4 kesên ku ketin nava çala foseptîkê jiyana xwe ji dest dan.

HEMÛ NÛÇE