A A A

“Tu siyaset ji sekinandina xwîna ku li Sûriyê diherike ne girîngtir e"

: 2017-05-19 13:40

HETAY - Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriyya Yapicioglu yê ku li Hatayê beşdarî merasîma vekirina Navenda Jiyanê ya Zarokan bû destnîşan kir tu menfeata siyasî ya kes, kom û welatan ji astengkirina yetîmmayîna zarokên Sûriyê ne girîngtir e.

 “Tu siyaset ji sekinandina xwîna ku li Sûriyê diherike  ne girîngtir e

Li Reyhanliya Hatayê ji teref ÎHH û RAFa saziya alîkariyê ya Qatarê ve Navenda Jiyanê ya Zarokan hat vekirin. Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriyya Yapicioglu  beşdarî vekirina vê navendê bû. Yapicioglu di bernameya ku beşdarî bû de destnîşan kir tu menfeata siyasî ya kes, kom û welatan ji astengkirina yetîmmayîna zarokên Sûriyê ne girîngtir e.

 “Tu siyaset ji sekinandina xwîna ku li Sûriyê diherike ne girîngtir e"

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir  ji bo şerê navxweyî ya Sûriyê zêdetir dirêj nebe divê hemû kes tiştên ku ji destên wan tê bike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Tu menfeata siyasî ya kes, kom û welatan ji astengkirina yetîmmayîna zarokên Sûriyê ne girîngtir e. Înşallah ew ê ev yek li ser qencî û teqwayê be ku ger ev bibe û ummet vê yekê biştexile ez bawer dikim ku em ê mişkîleyên di nav xwe de em ê bi xwe çareser bikin. Bi vî awayî sekinîna xwînê ne dûr e. Tu kes bi cihên ku di destên wan de ye yan jî bi heqdarbûnên xwe nikare bigihije derekê. Beriya hemû tiştî divê ew xwîna ku diherike bê sekinandin. Beriya hemî tiştî divê ji bo ew şerê navxweyî ya li Sûriyê zêdetir dirêj nebe divê hemû kes hewil bide û tiştên ku ji destên wan tê bikin. Ger sukunet çêbibe û xwîn bisekine wê demê ez bawer dikim ku ew ê temamê meseleyên me bên çareserkirin. Tu menfeata siyasî ya kes, kom û welatan ji astengkirina yetîmmayîna zarokên Sûriyê ne girîngtir e.”(ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

 “Divê ji karkerên zireatê re ji bo ku mecbûr nemînin qadên nû yên kar bên vekirin”

“Divê ji karkerên zireatê re ji bo ku mecbûr nemînin qadên nû yên kar bên vekirin”

2017-08-23 14:40:29

Serokê Bajêra Êlihê yê HUDA PAR Davut Şahîn derheqê karkerên zireatê de diyar kir ji bo xelkê heremê ji wan şert û mercên giran ên karên demsalî re mecbûr neyên mayîn divê qadên nû yên kar bên vekirin.

Ji faciaya traktorê rondik û xeyal man

Ji faciaya traktorê rondik û xeyal man

2017-08-23 12:09:47

Leyla Boza ku di qezaya li Sakaryayê de qîz û hevsera wê wefat kirin bi şikleke kelegirî diyar kir hevserê wê ji bo xaniya ku xeyala wî bû ava bike çûbû findiqan.

 “Ger li Tirkiyê serdestiya hiqûqê hebe bila nîşanî me bidin”

“Ger li Tirkiyê serdestiya hiqûqê hebe bila nîşanî me bidin”

2017-08-23 10:33:31

Zarokên Hamdullah Demîrtaşê ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî bi salan di girtîgehê de tê girtin û nexweş e destnîşan kirin, bavên wan belesebeb û bi neheqî hatiye girtin û tê cezakirin.

Hemû Nûçe

Derket holê ku li Heskîfê teqemenî hatiye bikaranîn

Li Heskîfa dîrokî ya ku navçeya Êlihê ye derket holê latên ku dibûn sedema xeterê bi teqemeniyan hatine hilweşandin.

Di dema derbasbûna wesayîta leşkeriyê de teqîn: 2 birîndar

Li Gevera Colemêrgê di dema derbasbûna wesayîta leşkeriyê de teqemeniya ku berî niha hatibû bicîkirin hat teqandin, di encama teqînê de 2 leşker birîndar bûn.

2 PKKyî hatin kuştin

Di operasyonên ku li Diyarbekirê li dijî PKKê hatin lidarxistin de 2 PKKyî hatin kuştin û PKKyiyek jî wek sax hat girtin.

Kerwana Ûmudê li Sêrtê ji malbatên feqîr re alîkarî kir

Kerwana Ûmudê ya ku kar û barên xwe li Sêrtê birêve dibe ji malbatên feqîr re alîkarî kir.

Di warê zamê de lihevkirin çêbû

Di bazara zamê ya salane ya memûran de lihevkirin çêbû.
Hemû Nûçe