“Bila dewlet zêdetir destekê bide cotkarî û ajaldariyê”

: 2017-05-18 16:58

MÛŞ - Gundiyên ku li Mûşê bi karê cotkarî û ajaldariyê mijûl dibin ji ber bêîmkaniyan gazin û giliyên xwe anîn zimên û li benda çareseriya mişkîleyan e.

 “Bila dewlet zêdetir destekê bide cotkarî û ajaldariyê”

Kesên ku karê cotkar û ajaldariyê li Gundê Aşmanuka Mûşê hewil didin bi karên xwe debara xwe bikin û ji bêderfetiyan gazin û giliyan dikin. Cotkkar diyar kirin ji ber ku di deşata Mûşê de qenalên avdanê tunene ew nikarin temamê erdên xwe bajon û gundiyên ku heywanan xwedî dikin jî diyar kirin ji wan re desteka pêwîst nayê dayîn.

 “Bila dewlet mêrg û çergehên me negire”

Kesê bi navê Celaleddîn Ardîl di derbarê mijarê de diyar kir ew debara xwe bi ajaldariyê dike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dewlet mêrg û çergehên me digire û dike daristan. Ji ber vê yekê cî namîne ku em heywanên xwe lê biçêrînin.  Ger dewlet mêrg û çergehên me bigire û bixe daristan em ê perîşan bibin û em ê birçî bimînin. Em debara xwe tenê bi ajaldariyê dikin. Em dixwazin ku dewlet mêrgên me negire û em heywanên xwe li van deran bidin çêrandin. Jixwe em 6 mehan di bin berfê de dimînin û deynên me çêdibin. Em encax dema ku di biharê de heywanên xwe diçêrenin dikarin deynên xwe bidin.”

 “Em heywanan xwedî dikin lê him dema ku em wan xwedî dikin û hin jî dema ku difiroşin jî zirarê dikin”

Kesê bi navê Abdullah Karakaya jî di derbarê mijarê de diyar kir ew bi zehmetiyê zivistanê derbas dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em heywanan xwedî dikin lê him dema ku em wan xwedî dikin û hin jî dema ku difiroşin jî zirarê dikin.  Ka zêde bûha bûye, em tona ka bi hezaer TLyê distînin. Kesê ku 50 heywanên wî hebe  divê 20 ton ka bistîne ku ev jî dike 20 hezar TL. Hinek ji van heywanan nexweş dikevin û hinek jî dimirin. Dema ku ev tişt diqewimin keda me boşê diçe. Em gelek zêde zehmetiyê dikşînin. Carekê tutun hebû, mirovek 5 donim diçand û debara xwe dikir; lê belê kota anîn çandina tutunê û tutunvaniyê jî qelandin.  Wekî di mijara pincara şekir de jî mişkîle heye. Ger dewlet destekê bide welatian , bihaya mazotê daxe û ger destekê bide ajaldariyê  ew ê însan karibin debara xwe bikin. Destekê dide lê ne bes e.”

Kesên bi navê Nevzat Karakaya û Şefkat Karakaya jî di derbarê mijarê de diyar kir  ji ber ku ev tune ye erdên wan bêyar dimînin û ger welatî feqîr bimîne ew ê dewlet jî bimîne.(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Koncaya HDPyî hat girtin

Koncaya HDPyî hat girtin

2017-05-29 17:57:50

Besîme Koncaya Parlementera Sêrtê ya HDPê ji teref mehkemê ve hat girtin.

Ji ser qetilkirina Muhammed Şerîf û Abdulcelîl 2 sal derbas bûn

Ji ser qetilkirina Muhammed Şerîf û Abdulcelîl 2 sal derbas bûn

2017-05-29 16:11:05

Berî vê 2 salan li gundê Xanikêya Hezexê Muhammed Şerîf Şîmşek û Abdulcelîl Talayhan ji teref HDPyiyan ve hatin qetilkirin.

Li 59 gundên Diyarbekirê qedexeya derketina derve

Li 59 gundên Diyarbekirê qedexeya derketina derve

2017-05-29 12:29:10

Ji ber operasyonên ku dê bên lidarxistin li 59 gundên ku girêdayê 4 navçeyên Diyarbekirê ne qedexeya derketina derve hat îlankirin.

HEMÛ NÛÇE

Xanikêya ku ji zilma PKKê re bûye şahid (4)

Nişteciyên Gundê Xanikê yên ku bûne şahidê cinayet û qetlîamên PKKê, herî dawî ew bûn şahidê Şerîf Şîmşek û Abdulcelîl Talayhanê ku ji teref HDPyiyan ve hat qetilkirin.

Xanikêya ku ji zilma PKKê re bûye şahid(3)

Muhammed Şerîf Şîmşek û Abdulcelîl Talayhan di 29ê Gulana 2015an de ji teref PKK/HDPyiyan ve hatibûn qetilkirin ku ev qetilkirin cardin zilma ku ji teref PKKê ve di salên 90î de li gundê Xanikê hatine kirin anî bîran.

Xanikêya ku ji zilma PKKê re bûye şahid(2)

Gundê Xanikêya ku bûye şahidê wan qetlîam û cinayetên ku di salên 90î de ji teref PKKê ve li gund û bajêrên Kurdistanê dihatin kirin ji bîr nake.

Xanikêya ku ji zilma PKKê re bûye şahid(1)

Abdulxefur Bal, Huseyîn Demîrel, Eyşe û qîza wê ya 8 salî Fatma Oz û herî dawî jî Muhammed Şerîf Şîmşek û Abdulcelîl Talayhan…Hemû jî di dîrokên cûrbecûr de li navçeya Xanikêya Şernexê ji teref PKKê ve hatin qetilkirin.

Wezîrê Karên Hundir çû Çiyayê Katoyê ya ku lê operasyan tê kirin

Wezîrê Karên Hundir Sileyman Soylu li Betûşebaba Şirnexê derket Çiyayê Katoyê ya ku lê ev 40 roj e li dijî PKKê operasyon tê lidarxistin.

HEMÛ NÛÇE