A A A

Yetîm-Der dê li Diyarbekirê 22 kesan bizewicîne

: 2017-05-18 13:01

DIYARBEKIR - Yetîm-Der di bergeha projeya ‘Gava Ber bi Hizûrê ve’ de ew ê li Diyarbekir 22 kesan bide zewicandin.

Yetîm-Der dê li Diyarbekirê 22  kesan bizewicîne

Yetîm-Dera ku di sala 2010an de hatiye damizrandin ji roja ku hatiye damizrandin vir ve xebatên xwe bênavber didomîne. Yetîm-Der ew ê di bergeha projeya ‘ Gava ber bi hizûrê ve’ ya ku di sala 2011an de hatiye destpêkirin de  22 kesan bizwicîne.

Serokê Yetîm-Derê Fîkrî Karavîl di derbarê mijarê de diyar kir  ew ji xortên ku derfetên wan tuneye re alîkariya maddî û manewî  kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew ê daweta 22 kesan di 2ê Tebaxê de roja yekşemê bê kirin. Ji ber vê yekê em li benda alîkariya kesên xêrxwazan in.”

“Heta îro me di warê zewacê de ji 155 kesan re bû alîkar”

Karavîl di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew hewil didin di warê zewacê de ji xortan re hindik û kêm be jî bibin alîkar û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Heta îro me di warê zewacê de ji 155 kesan re bû alîkar û em ê van alîkariyan bidomînin. Ji ber vê minasebetê em li benda alîkariya xêrxwazan in. Em bi vê wesîlê bang li xelkê xwe dikin da ku destekê bidin vê projeya me.”

Karavîl di dawiya axavtina xwe de diyar kir xort serî komeleya wan didin da ku em di warê zewacê de ji wan re bibin alîkar û ew jî ji ber van serîlêdanana nirxandinan dikin û li gor rewşê  ji wan re dibin alîkar.(ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Berdevkê Serokkomartiyê Kalin: Mescîda Eqsa ne bêxwedî ye

Berdevkê Serokkomartiyê Kalin: Mescîda Eqsa ne bêxwedî ye

2017-07-20 17:44:55

Berdevkê Serokkomartiyê Îbrahîm Kalin di civîna çepemeniyê ya ku li dar xist de destnîşan kir ‘Mescîda Eqsa ne bêxwedî ye.'

Ji HUDA PARê ji ummeta Îslamê re banga yekîtiyê

Ji HUDA PARê ji ummeta Îslamê re banga yekîtiyê

2017-07-20 14:55:20

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê M. Bahattîn Temel bang li ummeta Îslamê kir da ku dev ji îxtîlafên beredayî yên di nav xwe de berdin û berê xwe bidin hedefên esil.

Diyarbekirî dê roja înê ji bo Mescîda Eqsayê derkevin meydanan

Diyarbekirî dê roja înê ji bo Mescîda Eqsayê derkevin meydanan

2017-07-20 13:03:44

Ji ber ku îşxalkerên siyonîst li Mescîda Eqsayê ji kirina îbadetan re dibin asteng û di hewşa Mescîda Eqsayê de Mislimanan şehîd dikin ew ê xelkê Diyarbekirê sibe li ber devê Mizgefta Mezin kom bibin û daxuyaniya çapemeniyê bidin.

Hemû Nûçe

Hevsera arîkarê waliyê Diyarbekirê jî hat girtin

Hevsera arîkarê waliyê Diyarbekirê yê ku berî niha di bergeha lêpirsîna FETO de hatibû girtin jî hat girtin

Qayûm tayînî 29 şîrketan hat kirin

Di bergeha lêpirsîna FETO ya ku li Uşakê tê birêvebirin de qayûm tayînî 29 şîrketan hat kirin.

Ji zimanê şahidan berxwedana 15ê Tîrmehê-7

Tarik Şebîkê ku Serokê Giştî yê Komeleya 15ê Tîrmehê ye destnîşan kir tu eleqeya 15ê Tîrmehê ji nêz ve û ji dûr ve bi bûyereke mehelî re tune ye.

Li Manchesterê camîyek hat şewitandin

Li Manchesterê bajêra Îngilistanê camiyeke ku berî niha çendîn caran êrîş lê hatibû kirin hat şewitandin.

Li Stenbolê baran

Barana ku di wextên êvarî de li Stenbolê de dest pê kir di derdora wextên şeveqê de tesîra xwe zêde kir. Digel baran ku bariye bahoz jî dest pê kir.
Hemû Nûçe