“Ez ne ji bo xwe ji bo lawê xwe yê bi gurçikekî kar dixwazim”

: 2017-05-17 14:33

RİHA - Welatiyê ku li Rihayê dijî û bêkar e ji bo lawê xwe yê ku bi gurçikekî ye û divê birêkûpêk bê tedawîkirin alîkarî teleb kir.

 “Ez ne ji bo xwe ji bo lawê xwe yê bi gurçikekî kar dixwazim”

Feyzeddîn Ayê 28 salî yê ku li Akçakaleya Rihayê dijî  ji rayedaran alîkarî teleb kir. Ay diyar kir ev bû 3 sal ku li kar digere lê bi tu wechî nikare kar peyde bike. Ay niha bi alîkariya  kekê xwe li 2 zarokên xwe dinêre ku yek ji wan bi gurçikekî dijî.

Ay di derbarê mijarê de diyar kir nexweşiya lawê wî yê bi navê Talha her roja ku derbas dibe girantir dibe. Ay diyar kir mesrefên tedawiyê ji teref SGKyê ve tên tedarikkirin lê belê roj tê heqê riya wî di berîka wî de çênabe û ew mecbûr e ku birêkûpêk lawê xwe bibe Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Înan.

Ay di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ji ber nexweşiya lawê xwe nikare li bajarekî din bixebite  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Du zarokên min chene. Yek ji zarokên min 18 mehî ye û bi gurçikekî ye. Divê birêkûpêk bê tedawîkirin. Mala ku ez lê rûdinim a birayê  min e. Sertîfîka min a ewlehiyê û ehliyeta min heye. Di serî de min serî li ÎŞKURê û dû re li gelek cihên da, lê tu kes bersiv neda min. Li Akçakaleyê gelek kesên wek min bêkar hene. Ev rewşeke giştî ye. Ez dikarim ji bo kar biçim bajareke din, lê ji ber nexweşiya lawê xwe yê biçûk nikarim biçim.  Ji ber ku xanima min jî Sûriyeyî ye nikare karên nexwşeşxanê bike.”

Ay di berdewama axavtina xwe de bang li rayedaran kir da ku jê re bibin alîkar û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Raporên nexweşiyê yên lawê min hene. Lawê min bi gurçikekî ye û ev yek min xemgîn dike. Ez ji vê derê bang li mezin û rayedar dikim. Kar ji min re peyda bikin. Ne ji bo min ji bo lawê min ê ku bi gurçikekî ye ez kar dixwazim.”(ÎLKHA)

 

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Koncaya HDPyî hat girtin

Koncaya HDPyî hat girtin

2017-05-29 17:57:50

Besîme Koncaya Parlementera Sêrtê ya HDPê ji teref mehkemê ve hat girtin.

Ji ser qetilkirina Muhammed Şerîf û Abdulcelîl 2 sal derbas bûn

Ji ser qetilkirina Muhammed Şerîf û Abdulcelîl 2 sal derbas bûn

2017-05-29 16:11:05

Berî vê 2 salan li gundê Xanikêya Hezexê Muhammed Şerîf Şîmşek û Abdulcelîl Talayhan ji teref HDPyiyan ve hatin qetilkirin.

Li 59 gundên Diyarbekirê qedexeya derketina derve

Li 59 gundên Diyarbekirê qedexeya derketina derve

2017-05-29 12:29:10

Ji ber operasyonên ku dê bên lidarxistin li 59 gundên ku girêdayê 4 navçeyên Diyarbekirê ne qedexeya derketina derve hat îlankirin.

HEMÛ NÛÇE

Xanikêya ku ji zilma PKKê re bûye şahid (4)

Nişteciyên Gundê Xanikê yên ku bûne şahidê cinayet û qetlîamên PKKê, herî dawî ew bûn şahidê Şerîf Şîmşek û Abdulcelîl Talayhanê ku ji teref HDPyiyan ve hat qetilkirin.

Xanikêya ku ji zilma PKKê re bûye şahid(3)

Muhammed Şerîf Şîmşek û Abdulcelîl Talayhan di 29ê Gulana 2015an de ji teref PKK/HDPyiyan ve hatibûn qetilkirin ku ev qetilkirin cardin zilma ku ji teref PKKê ve di salên 90î de li gundê Xanikê hatine kirin anî bîran.

Xanikêya ku ji zilma PKKê re bûye şahid(2)

Gundê Xanikêya ku bûye şahidê wan qetlîam û cinayetên ku di salên 90î de ji teref PKKê ve li gund û bajêrên Kurdistanê dihatin kirin ji bîr nake.

Xanikêya ku ji zilma PKKê re bûye şahid(1)

Abdulxefur Bal, Huseyîn Demîrel, Eyşe û qîza wê ya 8 salî Fatma Oz û herî dawî jî Muhammed Şerîf Şîmşek û Abdulcelîl Talayhan…Hemû jî di dîrokên cûrbecûr de li navçeya Xanikêya Şernexê ji teref PKKê ve hatin qetilkirin.

Wezîrê Karên Hundir çû Çiyayê Katoyê ya ku lê operasyan tê kirin

Wezîrê Karên Hundir Sileyman Soylu li Betûşebaba Şirnexê derket Çiyayê Katoyê ya ku lê ev 40 roj e li dijî PKKê operasyon tê lidarxistin.

HEMÛ NÛÇE