A A A

“Tiştê ku îro Mislimanan perçe dike û hildiweşîne milletperestî ye”

: 2017-05-16 15:21

BIDLÎS - Prof. Dr. Îhsan Sureyya Sirmayê ku li Bidlîsê di konferansekê de axivî destnîşan kir tiştê ku îro Mislimanan perçe dike û hildiweşîne milletperestî ye.

 “Tiştê ku îro Mislimanan perçe dike û hildiweşîne milletperestî ye”

Li Zanîngeha Bidlîs Erenê  konferanseke bi navê ‘Dîroka Mislimanan’ hat tertîpkirin. Prof. Dr. Îhsan Sureyya Sirmayê ku di konferansê de axavtinek kir destnîşan kir tiştê ku îro Mislimanan perçe dike û hildiweşîne milletperestî ye.

“Pêşî milletê xwe dibêje û dû re Mislimanbûna xwe”

Sirma di berdewama  axavtina xwe de diyar kir  nexweşiya herî mezin a îro milletperestî ye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Îro temamê Ummeta Îslamê bûye milletperest. Ez 73 salî me û ez mecbûr im ku vê yekê bêjim. Dîn danîne rexekî. Pêşî milletê xwe dibêje û dû re Mislimanbûna xwe dibêje.”

 “Tiştê ku dê saltanata fîrewnan xera bike encax çanda wehyê ye”

Sirma di berdewama axavtina xwe de ji jiyana Hz. Muhammed mînakan da û diyar kir  îro belamên ku zilm û dagirkeriya fîrewna meşrî dikin hene û dû re wiha got: “ Heta roja me fîrewn wisa dijîn, dibe ku navên wan ne fîrewn be lê ji ber ku em Misliman naxwînin em van yekan nabînin. Îro dinyaya Îslamê ji teref van fîrewnên wisa ve tê  îdarekirin. Di temamê pergalên fîrewnî de fîrewn di herî serî de ye. Ew ê hemû kes ji bo fîrewn re bixebite û ew ê tu kes nikaribe  derkeve  derveyê prensîbên wan. Ji wan re ji bo ku fîrewntiyan wan meşru bike lazim e. Qur’ana Kerîm qala van kesan dike. Ev kes ewil Hamanên ku ji burokratan pêk tên, ya duyem Karunên ku ew ê ji wan re desteka maddî bidin û yên herî girîng jî zilamên dîn û ilmê û seydayên ku  ew ê van rejîmên fîrewnan li ser piyan bigrin e. Qur’ana Kerîm ji van kesan re dibêje ‘Bel’am.’ Ew ê ev kes  pergalên fîrewnan meşrî nîşan bidin da ku ew karibin li ser piyan karibin bisekinin. Ev kesên zilamê dîn her tim bûne dijminên dîn. Herî dawî me sala borî dît. Ev bû 40 sal ku ez qala FETO dikim, lê tu kes dengê min nebihîst. Vaye kesên ku dewletê îdare dikin ev in. Tiştê ku dê saltanata fîrewnan xera bike encax çanda wehyê ye.”

Sirma di berdewama axavtina xwe de diyar kir sedema  perîşanbûna Mislimanan  jibîrkirina emrê ‘bixwîne’ ye.(ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Malbata Yasîn Boru ji walîtiyê re doza tazmînatê vekir

Malbata Yasîn Boru ji walîtiyê re doza tazmînatê vekir

2017-08-19 14:48:35

Malbata Yasîn Boruyê ku di êrîşên 6-7ê Cotmehê de ji tere HDP/PKKyiyan ve hat qetilkirin ji walîtiyê re doza tazmînatê vekir.

HUDA PAR dê li ber konsolxaneya çeteyê siyonîst daxuyaniya çapemeniyê bide

HUDA PAR dê li ber konsolxaneya çeteyê siyonîst daxuyaniya çapemeniyê bide

2017-08-19 13:36:15

Serokatiya Şaxên Ciwanan a Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê dê li ber konsolxaneya çeteyê siyonîst daxuyaniya çapemeniyê bide.

Hilberînerên fistiqan li benda desteka dewletê ne

Hilberînerên fistiqan li benda desteka dewletê ne

2017-08-19 12:07:55

Li Rihaya ku di van salên dawî de lê hişkesalî hakim e, hilberînerên fistiqan diyar kirin ji ber ku ew nikarin darên xwe yên fistiqan av bidin rekolteya fistiqan kêm bûye. Ji ber vê yekê hilberîner ji dewletê alîkariyê teleb dikin.

Hemû Nûçe

“Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

Şêniyên Gundê Şenika girêdayê Çewligê diyar kirin li taxa wan mişkîleyên mîna av, rê û çopan heye û ev yek ji teref şaredariyê ve têt zanîn, lê belê tu kes serê xwe pê naêşîne.

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê tuneleke ku ber bi aliyê Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin.

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

Li Hendeka navçeya Sakaryayê traktora ku karkeran vediguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 7 karker jiyana xwe ji dest dan û 20 karker jî birîndar bûn.

Hewadîsên diziyê Diyarbekiriyan aciz kir

Di van demên dawî de li Diyarbekirê hewadîsên diziyê gelek zêde bûn, ji ber hewadîsên diziyê şênî êdî nema îdare dikin û ji rayedaran alîkariyê teleb dikin da ku ji vê mişkîleyê re çareyek bê dîtin.

Mixtarê windabûyî wek mirî hat dîtin

Mixtarê gund ê ku ev 3 roj in li Gevera Colemêrgê xeber jê nayê standin li çolterê wek mirî hat dîtin.
Hemû Nûçe