A A A

HUDA PAR: Xelkê Kurd teleb dike mişkîleyên wan bi rêyên siyasî bên çareserkirin

: 2017-05-15 15:26

ENQERE - Di nirxandina rojevê ya ku ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hat weşandin de hat destnîşankirin xelkê Kurd teleb dike ku mişkîleyên wan bi rêyên siyasî bên çareserkirin.

HUDA PAR: Xelkê Kurd teleb dike mişkîleyên wan bi rêyên siyasî bên çareserkirin

Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniya ku hat dayîn de di derheqê qetlîama Baqewsa ku tê de 16 kes hatin qetilkirin, cînayetên  sîyonîstên îşxalker  û di derheqê îstîsmarên zarokên penabera de nirxandinên balkêş hat kirin.

“Xelkê Kurd teleb dike mişkîleyên wan bi rêyên siyasî bên çareserkirin”

Di nirxandina ku di derheqê salvegera Qetlîama Baqewsê de wiha hat gotin: “ Di 12ê Îlona sala 2012an de ji ber ku ji teref PKKê ve li gundika Baqewsa  Diyarbekirê qamyona bombebarkirî hatibû înfîlakkirin û di netîcê de 16 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 23 kes birîndar bûbûn. Ew PKKya ku ji roja ku derketiye ve  ji rijandina hêstir û xwînê pê ve tu tiştî nedaye  Kurdan   li ber bi rêya siyasî ya çareserkirina mişkîleyan û li ber telebên meşrû yên Kurdan astenga herî mezin e. Xelkê Kurd êdî îtîbarî vê rêxistinê nake û dixwaze ku mişkîleyên wan bi rêyên siyasî bên çareserkirin

 “Rûmeta herî mezin a ku dê ji xatiraya wan însanên masûm ên ku jiyana xwe ji dest dane re bê nîşandan demildest di qada sîyasî  de çareserkirina vê meselê ye”

Di berdewama nirxandinê de ji malbatên kesên ku di qetlîam Baqewsê de jiyana xwe ji dest dane re sabir hat telebkirin û dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Rûmeta herî mezin a ku dê ji xatiraya wan însanên masûm ên ku jiyana xwe ji dest dane re bê nîşandan demildest di qada sîyasî  de çareserkirina vê meselê ye ku ew ê digel vê yekê ev yek ji îstîsmara mîhraqên derve bê xelaskirin. Em bi vê wesîlê  ji Xweda Teala ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dane re rehmet û ji bo malbatên wan jî  sebra cemîl teleb dikin.”

“Temamê geşedanên ku li herema me pêk tên  ji planên şeytanî yên rejîma sîyonîst ne xweser in”

Di berdewama daxuyaniyê de di derheqê cinayetên îsraîlê siyonîst û di derheqê zarokên penaberan de wiha hat gotin: “ Xeteya herî wehîm a welatên Îslamê ehemiyetê nadin planên rejîma sîyonîst. Temamê geşedanên ku li herema me pêk tên  ji planên şeytanî yên rejîma sîyonîst ne xweser in. Ji ber vê yekê em bang li  temamê Mislimanan dikin da ku li dora Mescîda Eqsa û Qûdsa Şerîf li hev bicivin. Her wiha hejmera  zarokên penaberan ên ku dikevin tora fuhuş, tiryak û mafya organan bi sedhezaran tê îfadekirin.  Em bang li hemû kesî dikin, bila hemû kes derfetên di destên xwe de bikar bînin da ku vê agirê ku pêketiye bitefe.”(ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Parlamenteriya Hezer û Sariyildizê HDPyî hat betalkirin

Parlamenteriya Hezer û Sariyildizê HDPyî hat betalkirin

2017-07-27 16:17:03

Parlementeriya Tugba Hezer Ozturk û Faysal Sariyildizê HDPyî hat betalkirin

Siyonîst dê  ofîsa Al Jazeerayê bigrin

Siyonîst dê ofîsa Al Jazeerayê bigrin

2017-07-27 13:17:29

Bînyamin Netanyahuyê îşxalkerê siyonîst diyar kir wî talîmat daye da ku ofîsa Al Jazeera ya li Qudsê bê girtin.

 “Heqê Kurdan heye ku derheqê dahatûya xwe de qerarê bidin”

“Heqê Kurdan heye ku derheqê dahatûya xwe de qerarê bidin”

2017-07-25 09:41:26

Heyeteka ku ji partiyiyan û nûnerên STKyan pêk dihat Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu ziyaret kirin.

Hemû Nûçe

“Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

Şêniyên Gundê Şenika girêdayê Çewligê diyar kirin li taxa wan mişkîleyên mîna av, rê û çopan heye û ev yek ji teref şaredariyê ve têt zanîn, lê belê tu kes serê xwe pê naêşîne.

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê tuneleke ku ber bi aliyê Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin.

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

Li Hendeka navçeya Sakaryayê traktora ku karkeran vediguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 7 karker jiyana xwe ji dest dan û 20 karker jî birîndar bûn.

Hewadîsên diziyê Diyarbekiriyan aciz kir

Di van demên dawî de li Diyarbekirê hewadîsên diziyê gelek zêde bûn, ji ber hewadîsên diziyê şênî êdî nema îdare dikin û ji rayedaran alîkariyê teleb dikin da ku ji vê mişkîleyê re çareyek bê dîtin.

Mixtarê windabûyî wek mirî hat dîtin

Mixtarê gund ê ku ev 3 roj in li Gevera Colemêrgê xeber jê nayê standin li çolterê wek mirî hat dîtin.
Hemû Nûçe