Ev 20 sal e ku bi tena serê xwe hewil dide di maleke yekodayî de bijî

: 2017-05-11 12:36

ÊLIH - Dayika 77 salî ya ku ev 20 sal e li Êlihê hewil dide bi tena serê xwe bijî û îxtiyaca wê bi alîkariyê heye bi qenaetkarbûna xwe li kesên derdora xwe diheyirîne.

Ev 20 sal e ku bi tena serê xwe hewil dide di maleke yekodayî de bijî

Fexriye Işika 77 salî ya ku li Kolana Pamukçulara Taxa Ilûhê navenda Êlihê hewil dide bi tena serê xwe  di xaniyeke yekodayî de bijî.  Zilamê Xaltiya Fexriya Işik  di dema ku hewil dide lihevdanekê de  terefan li hev bîne bi berika ku lê ket jiyana xwe ji dest da. Fexriye Işik ji wê rojê ve bi tena serê xwe hewil daye da ku 7 zarokên xwe yên ku 3 ji wan qîz û 4 ji wan jî lawik in mezin bike. Xaltiya Fexriya ya ku di vê halê de ye ev bû 20 sal di maleke yekodayî de bi tena serê xwe dijî.

 “Ez carinan  nanê tisî dixwim”

Fexriya Işika ku diyar kri ‘Ez bimrim jî naçim mala aramiyê’ di derbarê mijarê de wiha axivî: “ Ev ji 20 salan zêdetir e ku ez bi tena serê xwe dijîm. Nexweş û pîr im. Di mala min de av tune ye û tu kesê min tuneye ku ji bo destnimêjê avê dagire misîna min. Ez bi qeweta xwe diçim dadigirim. Carina cirînan xwarinên ku çêdikin ji me re tînin. Ez carinan tenê nanê tîsî dixwim. Mala min sar e  û zivistan bi zehmet in. Ji ber ku tu kesê min yên ku ez li ba wan bimînim tune ye ez li vê derê dimînin.”

“Carekê meaşê teqawîdbûnê dan min û cardin meaşê min raneza”

İşik di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê jê re meaşê teqawîdbûn û pîrbûnê bidinê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev zêdetirî 2 salan e ku meşaên min teqawîdbûn û pîrbûnê birîne. Ez bi alîkariya Mislimanan debara xwe dikim. Cîran çi ji min re anîn ez dixwim.  Hema nan û ava hebe jî besî min e. Hemd ji Xweda re ku ez qenaetkar im. Yekî nîvê meaşê min teqawîdbûnê girt û nîvê din jî da min. Ji wê rojê ve meaşê min nayê razandin. Meaşê min bidin jî û nedin jî Xweda ji wan razî be.”

İşik di berdewama axavtina xwe de diyar kir cîraneke wê di dema ku xew de bû miriye û ew ji ber vê yekê naxwaze weke wê di xew de bimre. Işik di berdewama axavtina xwe de wiha got: “ Dema ku ez li malê bim û bimrim ditirsim ku haya tu kesî jê çenebe. Cîraneke min extiyar heye û li ba zarokên xwe dimîne. Ez carinan diçim balê. Dema ku ez bi tena serê xwe me aciz dibim. Di bergeha li malê lênerînê de ger hinek kes werin bal min ez ê kêfxweş bibim. Ger tiştek wisa tune be jî xem nake. Lê ger hebe ew ê parîkek nan bide min û ew ê ava min dagire.”

Işik di di dawiya axavtina xwe de diyar kir  ger Weqfa Alîkariya Civakî jê re xwarinê bide gelek baş dibe û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Ji odeyeke min pê ve tu tiştekî min tuneye. Di mala min de ne tuwalet û  ne jî banyo heye. Ji ber ku di mala min de av û tuwalet tuneye  ez zehmetiyê dikşînim. Ji ber ku hinek kesan gotin ew ê zarokên wan lê binêrin meaşê min qut kirin. Wellah ez ketim vî halî  û tu kesî 2 qûriş pere ji min re ne şand. Ez bi tena serê xwe hewil didim bijîm.”(ÎLKHA)

 

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

AK Partî û Saadet HUDA PARê ziyaret kirin

AK Partî û Saadet HUDA PARê ziyaret kirin

2017-06-27 09:28:26

Heyetên AK Partî û Saadetê Navenda Giştî yê HUDA PARê ziyaret kirin û eyda HUDA PARê pîroz kirin.

Êşa ku ev 25 sal e nayê jibîrkirin: Qetlîma Sûsa

Êşa ku ev 25 sal e nayê jibîrkirin: Qetlîma Sûsa

2017-06-27 08:18:49

Êşa wê qetlîama ku PKK di 26ê Hezîrana sala 1992an de li gundê Sûsaya Diyarbekirê kir digel ku di ser 25 sal derbas bûbe jî weke ku îro qewimiye û nayê jibîkirin.

Ji zimanê şahidan  qetlîama Sûsayê

Ji zimanê şahidan qetlîama Sûsayê

2017-06-26 10:31:23

Şahidên wê qetlîama Sûsayê ya ku di 26ê Hezîrana sala 1992an de ji teref PKKê ve hat kirin qala wehşet û hovîtiya PKKê ya we rojê kirin.

HEMÛ NÛÇE

Li Îngilistanê êrîş li Mislimanên ku eyda hev pîroz dikirin hat kirin

Li Îngilistanê kesek wesayîtê di ser Milsimanên ku eyda hev pîroz dikirin de ajot.Di encama êrîşa ku li Mislimanan hat kirin de 3 jê zarok tev de 6 kes birîndar bûn.

Li Mêrdînê coşa Eyda Remezanê

Piştî ku meha Remezanê bi dawî bû re Eyda Remezanê li Mêrdînê ji teref Mislimanan ve bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu nimêja eydê li Êlihê kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku çû Êlihê nimêja eydê li Mizgefta Şevket Başakê eda kir.

Ji Rêberê Cemaeta Hîzbullah peyama Eyda Remezanê

Rêberê Cemaeta Hîzbullah Edîb Gumuş ji ber minasebeta Eyda Remezanê peyam weşand, Gumuş di peyama ku weşand de diyar kir îttîhad, yekîtî û digelheviya Mislimanan ji bo bihêzkirina têkliyên biratiyê yên di nav Mislimanan de çareya dawî ye.

Qatar wê teleba ku ji 13 maddeyan pêk dihat û dihat xwestin pê bidin qebûlkirin red kir

Qatar bi daxuyaniya ku belav kir destbîşan kir ew wê teleba ku ji 13 maddeyan pêk dihat û dihat xwestin ji teref 4 welatên Ereban ve pê bidin qebûlkirin red kiriye.

HEMÛ NÛÇE