Ji ber ku beriya Remezanê bihaya nan hat zêdekirin xelkê bertek nîşan da

: 2017-05-10 11:16

WAN - Nanê ku li Wanê bi 90 qurişî dihat firotin ji ber ku beriya Remezanê 20 quriş zam lê hat kirin welatiyan ji rewşê re bertek nîşan dan.

Ji ber ku beriya Remezanê bihaya nan hat zêdekirin xelkê bertek nîşan da

Li Wanê nanê ku ev demeke bi 90 qurişî dihat firotin 20 quriş zam lê hat kirin. Welatiyan ji ber zama ku beriya Remezanê li nan hat kirin nerazîbûnên xwe nîşan dan û ji rewşê re bertek nîşan dan. Welatî teleb kirin ku qerara zamê bila bê betalkirin.

Ji teref Odaye Taştêvan, Pastavan, Firinvan û Lokantavanên Wanê ve ji bihaya nanê ku bi 90 qûrişî dihat firotin re beriya Remezanê 20 qûriş zam hat kirin û buhaya nan derkete 1,10 TL. Ji ber vê zama ku hat kirin xelk ji rewşê re bertek nîşan da.

Kesê bi navê Îskender Botan di derbarê mijarê de diyar kir ji ber zama ku hatiye kirin ew şaş mane û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em wek xelkê ji ber zama ku li nan hatiye kirin şaş man. Me di nava van zehmetiyan de hêvî dikir ku buha bê kêmkirin, lê buhaya nan zêde bû û ev yek jî ji bo me bû suprîz. Ji ber vê yekê divê rayedar dest bavêjin vê meselê. Ji 1,10 qurîşî firotina nan ji bo a niha nebaş e. Êdî kî bi van karan mijûl dibe bila li ser vê meselê bisekine.”

Her wiha welatiyên bi navê M. Siddiq Demîr, Veysel Tunul, Omer Guner, Ridvan Orhan, Haşîm Yilmaz û Salîh Guneş  jî di derbarê mijarê de nerazîbûnên xwe anîn zimên û wiha destnîşan kirin ‘ Însan bi zehmetî debara xwe dikin û buhaya nan tê zêdekirin, ev  zêdekirina buhaya nan ne rast e, bila tu kes vê yekê qebûl neke û bila şaredarî firinên nan ên xelkê vekin.’(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Şehîdên Sûsayê li ber serê qebrên xwe hatin yadkirin

Şehîdên Sûsayê li ber serê qebrên xwe hatin yadkirin

2017-06-27 12:04:34

Şehîdên ku di 26ê Hezîrana sala 1992an de li Sûsaya Farqînê ji teref PKKê ve di qetlîama camiyê de hatin şehîdkirin li ser qebrê xwe hatin yadkirin.

Şehîdiya Sûsayê û mizgefta ku lê qetlîam hat kirin bi şikleke girseyî hat ziyaretkirin

Şehîdiya Sûsayê û mizgefta ku lê qetlîam hat kirin bi şikleke girseyî hat ziyaretkirin

2017-06-27 11:13:54

Kesên ku beşdarî bernameya yadkirina şehîdên Sûsayê bûn Şehîdiya Sûsayê û camiya ku lê qetlîam hatibû kirin ziyaret kirin.

AK Partî û Saadet HUDA PARê ziyaret kirin

AK Partî û Saadet HUDA PARê ziyaret kirin

2017-06-27 09:28:26

Heyetên AK Partî û Saadetê Navenda Giştî yê HUDA PARê ziyaret kirin û eyda HUDA PARê pîroz kirin.

HEMÛ NÛÇE

Li Pakistanê tankera sotemeniyê teqiya: 148 jiyana xwe ji dest dan

Tankera ku li Pakistanê qulibî teqiya, di encama teqîna ku pêk hat de 148 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan û 51 kes jî birîndar bûn.

ÎLKHA vîdyoyên temamê bernameyên Wîladeta Pîroz parve kir

ÎLKHA vîdyoyên temamê bernameyên Wîladeta Pîroz ên ku îsal ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve bi sedan cihî bi coşeke mezin hatin tertîpkirin parve kir.

Li Îngilistanê êrîş li Mislimanên ku eyda hev pîroz dikirin hat kirin

Li Îngilistanê kesek wesayîtê di ser Milsimanên ku eyda hev pîroz dikirin de ajot.Di encama êrîşa ku li Mislimanan hat kirin de 3 jê zarok tev de 6 kes birîndar bûn.

Li Mêrdînê coşa Eyda Remezanê

Piştî ku meha Remezanê bi dawî bû re Eyda Remezanê li Mêrdînê ji teref Mislimanan ve bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu nimêja eydê li Êlihê kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku çû Êlihê nimêja eydê li Mizgefta Şevket Başakê eda kir.

HEMÛ NÛÇE