“Mewlana Xalid ûsula pêşî şerîat û dû re jî terîqet bi xweşiktirîn şiklî tetbîq kiriye"

: 2017-05-06 09:30

ÇEWLÎG - Akademîsyen û nivîskarên ku li Çewlîgê beşdarî sempozyuma bi navê ‘Mewlana Xalidê Baxdadî’ bûn destnîşan kirin Mewlana Xalidê Baxdadî ji bo înşaya civaka Îslamê di çarçoveya Qur’an û Sunnetê de fealiyetên îrşadê bi rê ve biriye.

 “Mewlana Xalid ûsula pêşî şerîat û dû re jî terîqet bi xweşiktirîn şiklî tetbîq kiriye

Dr. Evdirrehman Memîşê ku beşdarî sempozyumê bûbû di derheqê Mewlana Xalidê Baxdadî de  destnîşan kir Baxdadî tenê mirovekî mutesewwif û pîrê terîqetekê tê naskirin, lê di ya rastiyê de ji wan alimên mezin ên heyama xwe alimek û şexsiyeteke ku di ilmên Qur’anê de pêş ve çûye ye.

“Xwe zêde mezin nedîtin û  jî veneqetîna ji pîvana Qur’an û Sunnetê şîarên Baxdadî bûn”

Memîş di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir di întîsaba tesewûfê û di xizmetên din ên Baxdadî de tesîra ilmê wî hebû. Memîş dû re wiha axivî: “ Yanî ew Îslamê ku ew hîn bûye û ew teşeya nêrînê ya rast  dû re bûye bingeha têgihiştina îrşad û xizmetê. Mewlana Xalidê Baxdadî bi wasitayên xalîfeyên xwe tarîqeta xwe belavî li gelek welatên Îslamê kiriye û di wan mektebên ku ji wan re birê dikir de li ser du xalan sekiniye. A yekem  xwe zêde mezin nedîtin û ya duyemîn jî veneqetîna ji pîvna Qur’an û Sunnetê.”

“Bo têgihiştina tesewûfê ya Baxdadî bê fêmkirin pêwîst e lênerîna wî ya Qur’an û Sunnetê bê nihêrtin”

Memîş di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji bo têgihiştina tesewûfê ya Baxdadî bê fêmkirin pêwîst e lênerîna wî ya Qur’an û Sunnetê bê nihêrtin û wiha got: “Ew di warê minasebeta bi erkanên dewletê de ji muntesîbên xwe re mustenqîfbûnê, neketina nav karên wan tewsiye dikir. Baxdadî bi vî awayî ji dêla ku xwe nêzî erkanên dewletê bike ew wan wek muntesîp ji terîqeta xwe re qebûl dikir  û dîsa wan wek xizmetkarê xizmetê dîn qebûl dikir. Lê belê qetiyan muhabbet û ulfeta wî ne di çarçoveya têgihiştina îro de bû.”

“Di perspektîfa Qur’an û Sunnetê de fealiyetên îrşadê bi rê ve biriye”

Memîş di dawiya axavtina xwe de diyar kir jiyana xwe Baxdadî di çarçoveya Qur’an û Sunnetê de û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Baxdadî di derheqê terîqetê de danasîna ‘jîna dîn’ û di derheqê şerîatê de jî danasîna ‘ tetbîqkirina jiyanê ya dîn  û bi şikleke bêkemasî ferziyetên wî bi cî anîn’ kiriye. Em dibînin ku ew bêyî ku navberê bidiye  di perspektîfa Qur’an û Sunnetê de fealiyetên îrşadê bi rê ve biriye.”

 “Mewlana Xalid ûsula pêşî şerîat û dû re jî ya terîqet bi xweşiktirîn şiklî tetbîq kiriye”

Yrd. Doç.  Abdulcebbar Kavakê Endamê Hindekariyê ya Makezanîsta Tesewûfê  ya Fakulteya Ilmên Îslamî ya Zanîngeha Îbrahîm Çeçena Agirî ye jî di derbarê Baxdadî diyar kir nexasim hêla wî ya ilmî derketiye pêş û dû re wiha got: “Mewlana Xalid ûsula pêşî şerîat û dû re jî ya terîqet bi xweşiktirîn şiklî tetbîq kiriye. Baxdadî  ji bo wê civaka li ser cografyaya Osmaniya a  ku ber bi xerabûnê ve diçû  rêya îhyayê nîşan daye û vê yekê bi samîmiyeta sehabiyan kiriye ku taybetiya wî ya herî mezin jî ev e. Vê yekê bi xelifeyên ku hejmera wan zêdetirî 100î ye kiriye ku ev yek jî qenctirîn tiştê ku ji civaka Îslamê r kiriye ye.”

 “Baxdadî hewl daye ku civak bi şiûr û xwînêr-nivîser be be”

Kavak di berdewama axavtina xwe de diyar kir Mewlana Xalidê Baxdadî gelek zêde hewil daye da ku civak bi şiûr û xwînêr-nivîser be û dû re wiha axivî: “  Hema hema li temamê gund û gundikan medrese da vekirin. Ew çanda medresê di Osmaniyan de bû wesîleya çêbûna şiûrekê. Di dewrekê de li ser axên Osmaniyan gelek mektebên biyanî û kolej hebûn. Ev medreseyên ku Baxdadî vekiriye ji wan kolej û mektebên ku hewil didan Osmaniyan hilweşîn in re bûye asteng. Mewlana Xalidê Baxdadî însanekî alimb û.”

“Mewlana Xalid di alema Îslamê de  ji wan şexsiyetên muhîm ên 200 salên dawî şexsiyetek e”

Lêkolîner-Nivîskar Mufîd Yuksel di nirxandina xwe ya ku di derbarê mijarê kir de diyar kir Baxdadî mohra xwe him li Kurdistanê û him jî li temamê Rojhilata Navîn daye. Yuksel dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Baxdadî him di maneya ilmî û him jî di warê irfan û tesewûfê de pêşveçûn kiriye. Bi şexsîyeta xwe ya manewî temamê herem û erdnigariyê têxistiye bin tesîra xwe û ev tesîr hêj berdewam dike. Mewlana Xalid di alema Îslamê de  ji wan şexsiyetên muhîm ên 200 salên dawî şexsiyetek e.”

“Em dikarin bibêjin Mewlana Xalid ji wan şexsiyetên sereke yên alema Îslamê kesek e”

Yuksel di berdewama axavtina xwe de diyar kir terîqeta Baxdadî heta Endonazyayê çûye û dû re wiha axaivî: “ Baxdadî nirovekî ku riya însanan ronî kiriye û hêj ronî dikî ye. Divê em qiymeta wî zanibin. Em dikarin bibêjin Mewlana Xalid ji wan şexsiyetên sereke yên alema Îslamê kesek e. Baxdadî serçeşmeya riya ku di warê ilmî de gelek xizmet kirine û bûye wesîle ku hesasiyetên însanan pêşve biçî ye.  Divê qedr û qiymeta zatên wisa bê zanîn. Mewlana Xalid him ji bo Kurdistanê û him jî ji Rojhilata Navîn û Alema Îslamê nirxek e.”

“Ev zat di nava civakê de pirên girîng in”

Yuksel di dawiya axavtina xwe de diyar kir nexasim di van pêlên dawî de hinek derdor derketine û  hewil didin li hember kesên ku ji nav Kurdan derketine  û bûne sembolê Îslamê operasyona îdrakê  bikin. Yuksel dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Ev operasyona îdrakê li dijî alimên Îslamê bi zanebûn tê kirin. Vaye kesên mîna Mewlana Evdirrehman Camî, Mewlana Xalid,  Molla Goranî û Seîdê Nûrsî yên ku ji nav Kurdan derketine û bûne sembolên Îslamê ji teref hinek derdoran ve tê hewil dayîn ku ev kes bên bêqîmetkirin û hewil tê dayîn ev sembolên Îslamê werin tunekirin. Ev zat di nava civakê de pirên girîng in. Divê em li hember hedefgirtina van zatan karibin bisekinin. Divê em van nirxan biparêzin. Ev şexs nirxên hevpar ên  erdnigariya me  û erdnigariya Îslam û Kurdistanê.”(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

 “Em roja înê xelkê xwe vedixwîn meydanan da ku xwedî li Qudsa Şerîf derkevin”

“Em roja înê xelkê xwe vedixwîn meydanan da ku xwedî li Qudsa Şerîf derkevin”

2017-06-22 18:03:01

Navenda Giştî ya HUDA PARê ji ber minasebeta ‘Roja Qudsê ya Cîhanê’ daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniya ku hat belavkirin de bang li xelkê hat kirin da ku roja înê temamê Mislimanan derkevin qadan û xwedî li Qudsa Şerîf derkevin.

Ji bo ‘Roja Qudsê ya Cîhanê’ bang

Ji bo ‘Roja Qudsê ya Cîhanê’ bang

2017-06-22 14:06:09

Sibe ji bo bal bên kişandin li ser rewşa Mescîda Eqsa ya ku qibleya ewil a Mislimanan e û di bin îşxala îsraîla siyonîst de ye dê li Diyarbekirê bernameya fitarê bê tertîpkirin.

“Di cografyaya ummetê de  tiştekî ku jê re sînor tê gotin tuneye”

“Di cografyaya ummetê de tiştekî ku jê re sînor tê gotin tuneye”

2017-06-22 13:34:26

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmazê ku li Çermîkê beşdarî bernameya fitarê bû di derheqê alema Îslamê de diyar kir di cografyaya ummetê de tiştekî ku jê re sînor tê gotin tuneye.

HEMÛ NÛÇE

Otomobîl û wesayîta polêsan li hev qelibîn: 5 mirî 5 birîndar

Li Diyarbekirê otomobîlek û wesayîta polêsan li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 5 kes jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.

“Şeva Qedrê şeveke ku qedrê temamê însanetiyê zêde dike ye”

Serokê Karên Diyanetê Gormez destnîşan kir Şeva Qedrê şeveke ku qedrê temamê însanetiyê zêde dike ye.

Rihayiyan di derheqê ‘Leyletul Qedrê’ de hest û ramanên xwe parve kirin

Ji Leyletul Qedra ku di nav meha Remezanê de ye re rojek ma, Rihayiyan di derheqê Leyletul Qedra ku jê re rojek maye de hest û ramanên xwe anîn zimên.

Serwîsa karkeran qulibî: 18 birîndar

Li Ergeneya Tekîrdagê mîdîbusa ku serwîsa karkeran bû ji kontrolê derket û qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 18 karker birîndar bûn.

Kerwana Ûmudê ji bi hezaran malbatî re alîkarî belav kir

Ji teref Kerwana Ûmudê ya ku navenda wê Stenbolê ye ve li Diyarbekir û Mêrdînê ji bi hezaran malbatên feqîr re beriya eyda Remezanê alîkarî hat kirin.

HEMÛ NÛÇE