A A A

“Kalekala pez betilandina me ya temamê rojê dibe”

: 2017-05-04 11:13

ENTAB - Birayên ku ji zaroktiya xwe pê ve şivantî dikin, destnîşan kirin ew şivantiya ku karê pêxemberan bû bi eşq û şewq dikin û piştî kalîna mêşin û bizinan ew betilandina xwe ya temamê rojê ji bîr dikin.

“Kalekala pez betilandina me ya temamê rojê dibe”

Bira Mustafa û Îsmaîl Kaplan ên ku li gundê Gureniza girêdayê Entabê dijîn destnîşan kirin ew şivantiya ku karê pêxemberan bû bi eşq û şewq dikin û piştî kalîna mêşin û bizinan ew betilandina xwe ya temamê rojê ji bîr dikin.

Mustafa Kaplan (22) û Îsmaîl Kaplan (18) ku destnîşan kirin ew vê karê bi eşq û şewq dikin diyar kirin xeyala wan ew e ku ew çêwligeke mezin saz bikin. Wan destnîşan kirin ku kalekala pez betilandina me ya temamê rojê dibe.

Mustafa Kaplan, diyar kir ji ber ku ji şivantiyê hez kiriye wî dev ji xwendinê berdayê û li cem bavê xwe dest bi şivantiyê kiriye. Kaplan, ragihand û ew û birayê xwe vê karê hez dikin.

Kaplan, diyar kir hêj kû roj neavêtiye ew şiyar dibin û pirranî wextê xwe bi pez re derbas dikin. Dûvre Kaplan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Debara me bes ji heywandariyê tê. Em kareke din nakin. Em li derveyê bajêr naxebitin. Em bes bi heywandariyê mijûl in. Em ji zaroktiya xwe pê ve di nav heywanan de ne. Ji ber vê yekê em ji karê heywandariyê hez dikin.”

Kaplan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em bi jiyana sirûştî re hemhal in. Em her tim di van zozanan de dizivirin. Em di saet 08.00an de dikevin rê. Di saet 12.00an de jî av didin pez. Dûvre qasê 2 saetan pez radizê. Piştî vê yekê em pez diçêrînin. Di germahiya esrê de jî em av didin pez û heta êvarê diçêrînin.”

“Çawa ku însaneke li zarokên xwe mêze dike em jî bi heman şiklê li heywanên xwe mêze dikin”

Kaplan wiha pê de çû: “Em her roj 6 saet vê karê dikin. Em bi vê yekê aramî û hizûrê dibînin. Em havînê zêdetir dixebitin. Em zivistanên êm didin heywanan. Dema ku dibe behar em dûbare pez derdixin zozanan. Bi taybet ji ber ku di mehên baharê de çêrandina pez heye em ji şîrê wan baş îstîfade dikin. Çawa ku însaneke li zarokên xwe mêze dike em jî bi heman şiklê li heywanên xwe mêze dikin.”

“Em ji dibistanê direvîna dihatin vira”

Kaplan, diyar kir ji ber ku wan ji pez hez dikirin dev ji dibistanê berdane û vê karê kirine. Dûvre Kaplan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ji zaroktiya xwe pê ve eleqedarbûna bi pez re hez dikin. Heta em ji dibistanê direvîna dihatin vira. Niha em qet poşman nînin. Em ji jiyana xwe memnûn in. Ji ber ku em vê karê dikin dizanin ku hevalên me tune. Lê wisa nîne. Em jî wek şivan bi hevdû re dibin heval.”

“Kalekala pez betilandina me ya temamê rojê dibe”

Kaplan wiha dawî li axavtina xwe anî: “Piştî ku em êvarê tên malê em kêfxweş in. Dengê zingilên di sitûyê mêşin û bizinan de me şad dike. Kalekala pez betilandina me ya temamê rojê dibe. Em bi dengê wan heywanan hizûrê dibînin.”

Îsmaîl Kaplan jî diyar kir ku ew karê şivantiyê hez dike û ji ber vê yekê wî dev ji dibistanê berdaye. Her wiha Îsmaîl destnîşan kir ku zivirîna bi heywanan re ya li zozanan wî kêfxweş dike.” (ÎLKHA) 



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

 “Em bi qasî keda xwe qezenc nakin”

“Em bi qasî keda xwe qezenc nakin”

2017-08-02 15:47:09

Kêsên ku li Rihayê di bin wê germahiya zêde de karê zûwakirina firingiyan dikin destnîşan kirin ew bi qasî keda xwe qezenc nakin û ji ber vê yekê jî ew dixwazin fabrîkayeke ku ew karibin mehsûlên xwe lê bifiroşin bê damizrandin.

Di bin 45 pile germehiyê de firingiyan berhev dikin

Di bin 45 pile germehiyê de firingiyan berhev dikin

2017-07-07 15:07:34

Cotkarên li Êlihê di bin 45 pile germahiyê de ji bo karibin debara xwe bikin hewil didin firingiyan berhev bikin.

Şikeftan wek sarincê bi kar tînin

Şikeftan wek sarincê bi kar tînin

2017-07-06 13:06:15

Hekariyên ku di demsala havînê de pincarên ku ji serê çiyayan berhev dikin û xurekên ku hazir dikin ji bo ji germahiya havînê mihafeze bikin şikeftên heremê wek sarincê bi kar bînin.

Hemû Nûçe

“Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

Şêniyên Gundê Şenika girêdayê Çewligê diyar kirin li taxa wan mişkîleyên mîna av, rê û çopan heye û ev yek ji teref şaredariyê ve têt zanîn, lê belê tu kes serê xwe pê naêşîne.

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê tuneleke ku ber bi aliyê Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin.

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

Li Hendeka navçeya Sakaryayê traktora ku karkeran vediguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 7 karker jiyana xwe ji dest dan û 20 karker jî birîndar bûn.

Hewadîsên diziyê Diyarbekiriyan aciz kir

Di van demên dawî de li Diyarbekirê hewadîsên diziyê gelek zêde bûn, ji ber hewadîsên diziyê şênî êdî nema îdare dikin û ji rayedaran alîkariyê teleb dikin da ku ji vê mişkîleyê re çareyek bê dîtin.

Mixtarê windabûyî wek mirî hat dîtin

Mixtarê gund ê ku ev 3 roj in li Gevera Colemêrgê xeber jê nayê standin li çolterê wek mirî hat dîtin.
Hemû Nûçe