A A A

Kesên ji teref karkerê banqayê ve hatine şelandin alîkariyê dixwazin

: 2017-05-02 12:22

MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê hemwelatiyên ku diyar kirin xebatkerê banqayê wan şelandiye ji ber ku ev mexdûriyeta wan nehatiye çareserkirin bertek nîşan da.

Kesên ji teref karkerê banqayê ve hatine şelandin alîkariyê dixwazin

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê hemwelatiyên ku diyar kirin ew nêzî 2 meh berê ji teref xebatkerê banqayê ve hatine şelandin ji ber ku ev mexdûriyeta wan nehatiye çareserkirin bertek nîşan da.

Hat idîakirin ku M.Vyê li navçeya Nisêbînê di banqeke taybet de dixebite 5 milyon TLyê nêzî 100 mişteriyan diziye û niha jî li tu ciyê naxwiyê. Di derbarê mijarê de ji teref dozgeriyê ve lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Gor idîayên hatine bidestxistin M.V, bi mişteriyên ku di hesabên wan de zêde pere heye têketiye têkiliyê û ji bo ku mişterî pere qezenc bikin wan teşwîqê guzîneyên cûr bi cûr kiriye. M.Vyê ku karî şmişteriyan bixapîne hêrî kêm 5 milyon TL pere zêde sitandiye û ji holê winda bûye.

Suleyman Kayayê ku diyar kir ew 3 sal e bi heman banqayê re dixebite mexdriyeta xwe anî ziman. Kaya, diyar kir ku xebatkerê banqayê 3 defter daye wî û jina wî Latîfe.

Kaya wiha pê de çû: “Xebatkerê banqayê 3 defter da min û jina min. Di deftereke de 12 hezar û 200 TL, ya duyemîn de hezar û 500 dolar û ya sêyemîn de jî hezar dolar hebû. Bi pereyê ku min ji dest da re bi tevahî 25 hezar TL perê me hebû.

Kayayê 70 salî idîa kir ku bê wî ji heman banqayê 40 hezar TLyên din jî hatiye kişandin. Dûvre Kaya wiha li axavtina xwe zêde kir: “Kîjan banqe 40 hezar TL dide zilamê 70 salî? Ez ji banqe, personel û ji rêvebirên wê gilîdar im. Perê min nedan. Ev 3 meh e dibêjin ku dê perê min bidin û min egle dikin. Niha divê ku banqe 25 hezar û 400 TL pere bidin min.” (ÎLKHA) 



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

 “Me bo azadiya xwe raya xwe da”

“Me bo azadiya xwe raya xwe da”

2017-09-25 20:16:36

Rerefandûma serxwebûnê ya ku di seat 08.00an de dest pê kir di seat 19.00an de bi dawî bû. Hilbijêrên ku ji ÎLKHAyê re axivîn diyar kirin ew bo azadiya xwe çûn ser sindoqan û raya xwe dan.

Walîtiya Colemêrgê: Di êrîşa PKKê de penaberek mir û 5 jî birîndar bûn

Walîtiya Colemêrgê: Di êrîşa PKKê de penaberek mir û 5 jî birîndar bûn

2017-09-25 19:18:03

Di êrîşa PKKê ya ku li Şemzînana Colemêrgê hat kirin de penaber bûn hedef, di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Colemêrgê ve hatiye dayîn de hat diyarkirin di êrîşê de penaberek mir û 5 jî birîndar bûn.

Di êrîşa PKKê de penebar bûn hedef: Kesek jiyana xwe ji dest da û 5 kes birîndar bûn

Di êrîşa PKKê de penebar bûn hedef: Kesek jiyana xwe ji dest da û 5 kes birîndar bûn

2017-09-25 19:10:47

Li navçeya Şemzînana Colemêrgê di êrîşa ku PKKê li dar xist de kampa ku pênaber lê bûn bû hedef.

Hemû Nûçe

“Referandûm bo Tirkiyê ne faktoreke gefê ye”

Neçîrwan Barzanî piştî ku raya xwe da re daxuyaniyek da, Barzanî di daxuyaniya ku belav kir de diyar kir “Referandûm bo Tirkiyê qet ne tehdîd e. Em hêvî dikin ku Tirkiye me fêm bike û vê yekê ji xwe re wek gefê nebîne.”

“Heqê xelkê Kurdistanê heye ku wek gelên din azad bijî”

Li Herema Kurdistana Başûr “referandûma serxwebûnê” îro di seat 08.00an de dest pê kir. Alî Bapîrê Rêberê Komel piştî ku raya xwe da re ji endamên çapemeniyê daxuyanî da.

Serokkomar Erdogan: Em referandûmê di hukmê tune de qebûl dikin

Serokkomar Erdoganê ku di lûtkeya obdusmantiyê de axaivî ji qerara referandûmê ya Kurdistana Iraqê re bertek nîşan da û diyar kir “Em referandûmê di hukmê tune de qebûl dikin.”

“Dema ku mijar Misliman bin hemû kes kerr û lal dibe”

Arîkarê Serokê Giştî yê Îttîhadul Ulemayê Mela Beşîr Şîmşek derheqê wefata Mehdî Akîfê ji rêberên Îxwanê de diyar kir, zalim ji bêdeng û bêhesasiya ummeta Îslamê cesaret distînin û alimên Îslamê bêperwa şehîd dikin.

Mesûd Barzanî raya xwe avêt sindoqê

Serokê Herema Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî bo referandûma serxwebûnê li Hewlêrê raya xwe avêt sindoqê.
Hemû Nûçe