A A A

Li Gumuşhanê coşa Wîladeta Pîroz

: 2017-04-27 11:10

GUMUŞXANE - Di bernameya Wîladeta Pîroz a ku li Gumuşhanê hat tertîpkirin de qala kesayeta nimûne yê Hz. Muhammed hat kirin.

Li Gumuşhanê coşa Wîladeta Pîroz

.Ji teref Koordînatoriya Gumuşhanê ya Platforma Evîndarên Pêxember bernameya Wîladeta Pîroz a bi  navê ‘Rêberê Heq û Edaletiya Hz. Muhammed’ hat tertîpkirin.

Bernameya Wîladeta Pîroz bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir û bi axavtina  Nivîskar M. Elî Ortaç berdewam kir.

“Hz. Resûlullah ji bo ku wê tarîtiya cehaletê belav bike û ji bo însanan ji tarîtiyê ber bi hizûrê ve dawet bike hat”

Ortaç di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir berî ku Hz. Muhammed were dinyayê hêz û qewet di destê zalim û zorbadaran de bû û bi hatine wî li ser rûyê dinyayê ji mazluman re edalet hat belavkirin. Ortaç dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Qedr û qiymeta wî ji bo me tiştekî cuda ye. Lewra dema ku ew hat dinyayê dil tev de reş bûbûn.Hema hema edalet û heq nemabû. Temamên heqan di destên zalim û zorbadaran de bû. Hz. Resûlullah ji bo ku wê tarîtiya cehaletê belav bike û ji bo însanan ji tarîtiyê ber bi hizûrê ve dawet bike hat. Hat dinyayê da ji me re bide fêmkirin Îslam xelasker e  û hat dinyayê da ku me ji evditiya evdan xelas bike û ji bo heq û edaletê tesîs bike. Ger em heq û edalera wî tesîs bikin ne tenê em bi heman awayî  temamê însanetiyê dê bigihije hizûr û aramiyê.”

 “Di vê dewrê de pêdiviya ummet ji Mislimanên ku Îslamê dijîn re heye”

Ortaç di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê em xwe bişbînin Hz. Muhammed û di vê dewrê de pêdiviya ummet ji Mislimanên ku Îslamê dijîn re heye. Ortaç dû re wiha got: “ Ji bo ku em îro karibin  heq û edaletê tesîs bikin divê em fedakariyê bikin û dînê xwe bijîn. Ji bo em karibin vî dinî bijîn divê kesên derdora me ji me bawer bikin û qinyatiya xwe bi me bînin. Divê em bibin Mislimanên emîn ên ummeta Muhammedul Emîn. Di vê dewrê de pêdiviya ummet ji Mislimanên ku Îslamê dijîn re heye.”(ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Çêkirina dimsa tûyan a ku kahniya şifayê ye

Çêkirina dimsa tûyan a ku kahniya şifayê ye

2017-07-23 17:11:10

Li gund û gundikên Çewlîgê dest bi çêkirina dimsa tûyan hat kirin.

Rektorê Zanîngeha Şirnexê ji ber qrîza qelb jiyana xwe ji dest da

Rektorê Zanîngeha Şirnexê ji ber qrîza qelb jiyana xwe ji dest da

2017-07-23 16:02:53

Prof. Dr. Mehmet Nûrî Nasê ku Rektorê Zanîngeha Şirnexê ye ji ber ku qrîza qelb derbas kir wî rakirin nexweşxanê. Nasê ku hat rakirin nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

 “Harema Şerîf namûs û rûmeta temamê alema Îslamê ye”

“Harema Şerîf namûs û rûmeta temamê alema Îslamê ye”

2017-07-23 14:21:33

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan beriya ziyareta ku ew li welatên kendavê bike li balafirgehê derheqê êrîşên ku ji teref siyonîstan ve li Mescîda Eqsayê tên kirin de daxuyanî da.

Hemû Nûçe

Ji zimanê şahidan berxwedana 15ê Tîrmehê-8

Serokê Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê Erdal Elîbuyukê ku di teşebûsa 15ê Tîrmehê de ji wan kesên ku ewil derketibûn derve şexsek bû qala wê şeva teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê kir.

Bi dîmenan xwepêşanên ku ji bo Mescîda Eqsayê hatine tertîpkirin

Li gelek bajêr û navçeyan xelkê Misliman xwe berdan kolan û meydanan û ji bo Mescîda Eqsayê xwepêşanan li dar xistin.

“Heta ku ew çeteya siyonîst ji wê derê neyê avêtin ji tû kesî re rihetî tuneye”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ji wan astengkirin û şehîdkirinên ku ji teref siyonîstan ve tên kirin re bertek nîşan da û got ‘Heta ku ew çeteya siyonîst ji wê derê neyê avêtin ji tû kesî re rihetî tuneye.’

Siyonîstan 3 Mislimanên din jî qetil kirin

Di xwepêşanên ku doh piştî nimêja înê hatin tertîpkirin de 3 Mislimanên din jî ji teref siyonîstên îşxalker ve hatin qetilkirin û bi sedan Misliman jî hatin birîndarkirin.

Berdevkê Serokkomartiyê Kalin: Mescîda Eqsa ne bêxwedî ye

Berdevkê Serokkomartiyê Îbrahîm Kalin di civîna çepemeniyê ya ku li dar xist de destnîşan kir ‘Mescîda Eqsa ne bêxwedî ye.'
Hemû Nûçe