Li Entabê coşa Wîladeta Pîroz

: 2017-04-24 11:02

ENTAB - Ji teref Koordînatoriya Bajêra Entabê ya Platforma Evîndarên Pêxember ve vi beşdarbûna bi dehhezaran kesî bernameya Wîladeta Pîroz hat tertîpkirin.

Li Entabê coşa Wîladeta Pîroz

Bername li qada mîtîngê ya li kêleka Lîseya Endustrî Meslek a Mehmet Akîf Ersoyê hat lidarxistin. Entabiya eleqeyeke mezin nîşanî bernameya ku hat lidarxistin dan. Di dema bernamê de Qur’ana Kerîm hat xwendin, îlahî û ezgî hatin bidengkirin û di derbarê giringiya rojevê de axavtin hatin kirin.

Endamê  Îttîhadul Ulemayê Mela Osman Teyfur di axavtina xwe ya ku di bernamê kir de destnîşan kir di bin temamê neyîniyên li dinyayê de neheqî û bêedaletî heye. Teyfur dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xweda ji bo însan li ser dengeyekê bijî û ji bo jiyana xwe di çarçoveya heq û edaletê de bidomîne eql, fikir, îrfan, fitrat, wijdan û merhemet dayê. Xweda ji bilî van tiştan dîsa ji bo rêya rast nîşanî însanan bide ji wan re digel kitêban pêxemberan şand. Hêz û qewet da wan. Mîzan da pêxemberan da ku kitêbê li ser mîzanê bijîn û di jiyana însanetiyê de edaletê înşa bikin.

“Xweda zilmê ji însanan re herem kiriye”

Tayfur di berdewama axavtina xwe de diyar kir Xweda zilmê ji însanan re herem kiriye û ji wan xwestiye ku li ser heq û edaletê bijîn. Teyfur dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Muheqqeq Xweda ji kesên bi edalet  hez dike û ji kesên zilmê dikin jî hez nake. Ji ber vê yekê Rebbê me zilmê heram kiriye û ji wan xwestiye ku li ser heq û edaletê bijîn. Ji ber vê yekê însan mecbûr e jiyana xwe di çarçoveya wê xêzê de bijî. Ji ber ku însan ji vê heqîqetê dûr ketine û ji bo cardin edalet bê tesîskirin pêxemberên xwe şandiye. Resûlê Xweda ewil bi şîrka ku zilm e re micadele kiriye. Lewra şîrk di heqîqetê de zilm e.”

Teyfur di berdewama axavtina xwe de diyar kir di bin temamê neyîniyên li dinyayê de neheqî û bêedaletî heye û dûre wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji ber sepanên zilm û neheqiyê yên ku ji teref îdarevanan ve hatine kirin dinya ketiye haleke wisa. Nexasim îro ji ber ku erdnigariya Îslamê ji edalet û heqqaniyetê dûr ketiye û ji ber ku dev ji rêbertî û pêşivantiya Resûlullah berdaye bûye behra xwînê, bûye mîna diyarê cehnemê.  Çareseriya vê halê nebaş cardin vegerîna  Resûlullah e.

 “Divê însanê vê erdnigariyê heq û edaletê li tû derê din negere, lewra heq û edalet di Îslamê de ye.”

Teyfur di berdewama axavtina xwe de diyar kir ev erdnigarî bi Kurd, Tirk û Ereban bi temamê reng û zimanan ev hezar û tiştek sal ku bi şîara heq û edaletê gihaşt îro. Teyfur dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Lê nexasim di vê sedsala dawî de ev erdnigarî ji  haveynê xwe tê dûrxistin. Dema ku wisa bû însanê vê erdnigariyê perçe bû û ji hev re bûn dijmin. Însanê vê erdnigariyê divê edalet û heqiyê li dereke din negerin. Lewra heq û edalet Îslamê, fermanên Xweda ye, Qur’an e û Tewhîd e. Lewra ev dîn temamê şîarên heq û edaletê bi xwe re aniye.”

Teyfur di dawiya axavtina xwe de diyar kir rêya ji zilma emperyalîstan xelasbûn di bin rêbertiya Resûlullah da civîn e.(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

ÎLKHA vîdyoyên temamê bernameyên Wîladeta Pîroz parve kir

ÎLKHA vîdyoyên temamê bernameyên Wîladeta Pîroz parve kir

2017-06-25 14:20:46

ÎLKHA vîdyoyên temamê bernameyên Wîladeta Pîroz ên ku îsal ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve bi sedan cihî bi coşeke mezin hatin tertîpkirin parve kir.

 “ Bi qasî ku em bîata xwe nû bikin em dikarin di riya Wî de bin”

“ Bi qasî ku em bîata xwe nû bikin em dikarin di riya Wî de bin”

2017-05-09 12:05:03

Muhammed Emîn Yildirimê Serokê Weqfa Lêkolînên Siyerê yê ku li Stenbolê beşdarî bernameya Wîladeta Pîroz bû destnîşan kir bi qasî ku em bîata xwe nû bikin em dikarin di riya Wî de bin.

 “Însanetî tu carî ev qas muxtacî edaletê nebûbû”

“Însanetî tu carî ev qas muxtacî edaletê nebûbû”

2017-05-09 10:23:26

Zekeriya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê yê ku li Stenbolê beşdarî bernameya Wîladeta Pîroz bû destnîşan kir însanetî tu carî ev qas muxtacî edaletê nebûbû.

HEMÛ NÛÇE

Li Pakistanê tankera sotemeniyê teqiya: 148 jiyana xwe ji dest dan

Tankera ku li Pakistanê qulibî teqiya, di encama teqîna ku pêk hat de 148 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan û 51 kes jî birîndar bûn.

ÎLKHA vîdyoyên temamê bernameyên Wîladeta Pîroz parve kir

ÎLKHA vîdyoyên temamê bernameyên Wîladeta Pîroz ên ku îsal ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve bi sedan cihî bi coşeke mezin hatin tertîpkirin parve kir.

Li Îngilistanê êrîş li Mislimanên ku eyda hev pîroz dikirin hat kirin

Li Îngilistanê kesek wesayîtê di ser Milsimanên ku eyda hev pîroz dikirin de ajot.Di encama êrîşa ku li Mislimanan hat kirin de 3 jê zarok tev de 6 kes birîndar bûn.

Li Mêrdînê coşa Eyda Remezanê

Piştî ku meha Remezanê bi dawî bû re Eyda Remezanê li Mêrdînê ji teref Mislimanan ve bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu nimêja eydê li Êlihê kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku çû Êlihê nimêja eydê li Mizgefta Şevket Başakê eda kir.

HEMÛ NÛÇE