Li Goganê bernameya Wîladeta Pîroz hat lidarxistin

: 2017-04-23 15:41

RİHA - Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li Gogana Xelfetiyê bernameya Wîladeta Pîroz hat lidarxistin.

Li Goganê bernameya Wîladeta Pîroz hat lidarxistin

Beraname bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir û axavtina silavdayînê ji teref Temsîlkarê Xelfetiyê yê Platforma Evîndarên Pêxember  Seîd Esen ve hat kirin.

Mela Evdilbarî Çelîkê ku wek axavtvan beşdarî bernamê bûbû di derheqê girîngiya rojevê de axavtinek kir. Çelîk di axavtina xwe  ya ku kir de qala edalet û heqiya Hz. Muhammed kir.

Çelîk di berdewama axavtina xwe de diyar kir Hz. Muhammed ji bo tesîskirina edalet û heqiyê hatiye şandin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Xweda erd û asîmanan bi heqiyê afirandiye. Xweda dîsa tav, deşt, çiya, behr, bajêr û gundan bi heqiyê  afirandiye. Xweda 124 hezar pêxemberî bi heq afirandiye û Hz. Muhammed bi heq ji me re şandiye. Pêxemberê pêxemberek adil bû.  Li ba wî feqîr û dewlemend, azad û êsîr, bajarî û gundî wek hev bin.  Ew edaleta Xweda li ser rûyê erdê belav dikir. Weke ku Xweda jê re emir kiribû li însanan dinihêrt û ji me dixwast ku em adil bin.”(ÎLKHA)

 

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

ÎLKHA vîdyoyên temamê bernameyên Wîladeta Pîroz parve kir

ÎLKHA vîdyoyên temamê bernameyên Wîladeta Pîroz parve kir

2017-06-25 14:20:46

ÎLKHA vîdyoyên temamê bernameyên Wîladeta Pîroz ên ku îsal ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve bi sedan cihî bi coşeke mezin hatin tertîpkirin parve kir.

 “ Bi qasî ku em bîata xwe nû bikin em dikarin di riya Wî de bin”

“ Bi qasî ku em bîata xwe nû bikin em dikarin di riya Wî de bin”

2017-05-09 12:05:03

Muhammed Emîn Yildirimê Serokê Weqfa Lêkolînên Siyerê yê ku li Stenbolê beşdarî bernameya Wîladeta Pîroz bû destnîşan kir bi qasî ku em bîata xwe nû bikin em dikarin di riya Wî de bin.

 “Însanetî tu carî ev qas muxtacî edaletê nebûbû”

“Însanetî tu carî ev qas muxtacî edaletê nebûbû”

2017-05-09 10:23:26

Zekeriya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê yê ku li Stenbolê beşdarî bernameya Wîladeta Pîroz bû destnîşan kir însanetî tu carî ev qas muxtacî edaletê nebûbû.

HEMÛ NÛÇE

AK Partî û Saadet HUDA PARê ziyaret kirin

Heyetên AK Partî û Saadetê Navenda Giştî yê HUDA PARê ziyaret kirin û eyda HUDA PARê pîroz kirin.

Êşa ku ev 25 sal e nayê jibîrkirin: Qetlîma Sûsa

Êşa wê qetlîama ku PKK di 26ê Hezîrana sala 1992an de li gundê Sûsaya Diyarbekirê kir digel ku di ser 25 sal derbas bûbe jî weke ku îro qewimiye û nayê jibîkirin.

Ji zimanê şahidan qetlîama Sûsayê

Şahidên wê qetlîama Sûsayê ya ku di 26ê Hezîrana sala 1992an de ji teref PKKê ve hat kirin qala wehşet û hovîtiya PKKê ya we rojê kirin.

Li Behra Egeyê di mezinahiya 4,1 de erdhej

Li Behra Egeyê di mezinahiya 4,1 de erdhej pêk hat.

4 kesên ku ketin çala foseptîkê mirin

Li Aladaga Edenê 4 kesên ku ketin nava çala foseptîkê jiyana xwe ji dest dan.

HEMÛ NÛÇE