A A A

“Cudahiyên me nikarin biratiya me ji holê rakin, em zarokên pak û paqij ên Îslamê ne”

: 2017-04-21 15:55

AGIRÎ - Ji ber minasebeta Hefteya Wîladeta Pîroz li Agiriyê bernameya “Wîladeta Pîroz a Bernameya Taybet’ hat tertîpkirin. Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormezê ku beşdarî bernamê bû diyar kir ‘Cudahiyên me nikarin biratiya me ji holê rakin, em zarokên pak û paqij ên Îslamê ne.”

 “Cudahiyên me nikarin biratiya me ji holê rakin, em  zarokên pak  û paqij ên Îslamê ne”

Li Agiriyê li Navenda Kongre û Çandê ya Zanîngeha Agirî Îbrahîm Çeçenê ji ber minasebeta Hefteya Wîladeta Pîroz li Agiriyê bernameya “Wîladeta Pîroz a Bernmeya Taybet’ hat tertîpkirin. Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez jî wek axavtvan îştîraqî bernamê kir. Gormez di axavtina xwe ya ku di bernamê kir de diyar kir “Cudahiyên me nikarin biratiya me ji holê rakirin, em  zarokên pak  û paqij ên Îslamê ne. Ziman, irq, qewm, aşîret û qabileya wî çi dibe bila bibe em ji Agiriyê ji temamê dinyayê re bibêjin  em zarokên pak û paqij ên Îslamê ne.”

 “Ger kaleya îmanê ne sexlam be em nikarin emanê tesîs bikin”

Gormez di berdewama axavtina xwe de diyar kir Xweda emana xwe ji ser Agirî, welêt û li ser erdnigariya Îslamê kêm neke û Xweda bike nesîp ku em bibin ji wan komên birayan ên ku xwe li hev dû digrin. Gormez dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Beldeyên Îslamê aştiyê û beldeyên îmanê jî emanê winda kirin. Bexda, Şam, Trablus û Sana bûye gola xwînê. Ew şerên ku exlaq û hiqûqê nas nakin hêj xwînê dirjînîn. Ji bo em bibin ummeta emîn a Pêxemberê emîn divê em heyata wî di heyata xwe de tetbîq bikin. Divê em zanibin ku piştî nimeta îmanê nimeta emanê lutfa herî mezin a ku Xweda daye me ye. Ger kaleya îmanê ne sexlam be em nikarin emanê tesîs bikin. Bi heman awayî mumin ew kesê ku bawer dike û bawerî pê tê anîn e. Cudahiyên me nikarin biratiya me ji holê rakirin, em  zarokên pak  û paqij ên Îslamê ne. Ziman, irq, qewm, aşîret û qabileya wî çi dibe bila bibe em ji Agiriyê ji temamê dinyayê re bibêjin  em zarokên pak û paqij ên Îslamê ne.”(ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

ÎLKHA vîdyoyên temamê bernameyên Wîladeta Pîroz parve kir

ÎLKHA vîdyoyên temamê bernameyên Wîladeta Pîroz parve kir

2017-06-25 14:20:46

ÎLKHA vîdyoyên temamê bernameyên Wîladeta Pîroz ên ku îsal ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve bi sedan cihî bi coşeke mezin hatin tertîpkirin parve kir.

 “ Bi qasî ku em bîata xwe nû bikin em dikarin di riya Wî de bin”

“ Bi qasî ku em bîata xwe nû bikin em dikarin di riya Wî de bin”

2017-05-09 12:05:03

Muhammed Emîn Yildirimê Serokê Weqfa Lêkolînên Siyerê yê ku li Stenbolê beşdarî bernameya Wîladeta Pîroz bû destnîşan kir bi qasî ku em bîata xwe nû bikin em dikarin di riya Wî de bin.

 “Însanetî tu carî ev qas muxtacî edaletê nebûbû”

“Însanetî tu carî ev qas muxtacî edaletê nebûbû”

2017-05-09 10:23:26

Zekeriya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê yê ku li Stenbolê beşdarî bernameya Wîladeta Pîroz bû destnîşan kir însanetî tu carî ev qas muxtacî edaletê nebûbû.

Hemû Nûçe

Hevsera arîkarê waliyê Diyarbekirê jî hat girtin

Hevsera arîkarê waliyê Diyarbekirê yê ku berî niha di bergeha lêpirsîna FETO de hatibû girtin jî hat girtin

Qayûm tayînî 29 şîrketan hat kirin

Di bergeha lêpirsîna FETO ya ku li Uşakê tê birêvebirin de qayûm tayînî 29 şîrketan hat kirin.

Ji zimanê şahidan berxwedana 15ê Tîrmehê-7

Tarik Şebîkê ku Serokê Giştî yê Komeleya 15ê Tîrmehê ye destnîşan kir tu eleqeya 15ê Tîrmehê ji nêz ve û ji dûr ve bi bûyereke mehelî re tune ye.

Li Manchesterê camîyek hat şewitandin

Li Manchesterê bajêra Îngilistanê camiyeke ku berî niha çendîn caran êrîş lê hatibû kirin hat şewitandin.

Li Stenbolê baran

Barana ku di wextên êvarî de li Stenbolê de dest pê kir di derdora wextên şeveqê de tesîra xwe zêde kir. Digel baran ku bariye bahoz jî dest pê kir.
Hemû Nûçe