Ji Rojnameya Tirkiyê ya ku ‘Wîladeta Pîroz’ bi FETO re têkîldar nîşan dide re bertek

: 2017-04-21 14:37

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Tirkiyê bernameyên ‘Wîladeta Pîroz’ wek ‘Projeyên FETO’ wesfand, ji ber wesfandina ku hat kirin bertekên tund hatin nîşandan.

Ji Rojnameya Tirkiyê ya ku ‘Wîladeta Pîroz’ bi FETO re têkîldar nîşan dide re bertek

Rojnameya Tirkiyê di hejmera xwe ya îro de  manşeta ‘ Diyanet Çima Hêj lê xwedî derdikeve? Wîladeta Pîroz Projeya FETO ye’  avêt. Di xebera ku bi îmzeya Abdulhekîm Arvas hatiye weşandin de  bernameyên ku her sal bi beşdarbûna sed hezaran tên tertîpkirin nehatin dîtin  û bernameyên Wîladetên Pîroz wek ‘Projeya FETO’ û ‘ecêbî’ hat wesfandin. Ji ber vê wesfandin û têkîldarkirina ku hat kirin  gelek kes ji ser medyaya civakî bertekên tund ji Rojnameya Tirkiyê  re nîşan dan.

Di xeberê de hat diyarkirin di sala 1898an de rojbûna Hz. Muhammed ji teref Prof. Dr. Suleyman HAYRÎ Bolay û Nivîskarên Rojnameya Zamanê Mumtazer Turkone ve  qerar hatiye dayîn ku di bin navê ‘Heftiya Wîladeta Pîroz’ bê pîrozkirin.

Teweccuha xelkê ya li Hz. Muhammed gelo tê xwestin bi rojekê sînordar bikin?

Di xebera ku hat weşandin de hat îddîakirin ku bernameyên Wîladeta Pîroz bi şikleke zanebûn di heftiyên dawiyê yên meha nîsanê de tên tertîpkirin. Di xeberê de her wiha hat diyarkirin divê bername li gor teqwîma Hicrî di  Qendîla Mewlûdê de bê tertîpkirin.

Ev tiştên ku di xebera Rojnameya Tirkiyê de hatine weşandin pirsa ‘Teweccuha xelkê ya li Hz. Muhammed gelo tê xwestin bi rojekê sînordar bikin?’ tînê bîra mirovan.

Her weke ku tê zanîn ji wan  bernameyên ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve  tên tertîpkirin re meha nîsanê têrî nake. Lê ew daxwaza tenê rojekê kirina ‘Wîladeta Pîroz’  dibe sedem şiroveyên gelo ev xeber ji teref hêzên derve ve hatiye ‘sparîşkirîn.

Bikarhenêrên medyaya civakî bertek nîşan dan

Piştî vê xebera Rojnameya Tirkiyê bikarhenêrên medyaya civakî yên xwediyê hessasiyetê ji xeberê re bertek nîşan dan û destnîşan kirin hewil tê dayîn bernameyên Wîladeta Pîroz bi FETO re têkîldar bikin.

Hinek bertekên ku hatine nîşandan wisa ne:

Oktay Gumuş: Rojnameya Tirkiyê ya ku ji kaxizê ye qet nikare yadkirina pêxemberê me asteng bike. Gelo Rojnameya Tirkiyê projeya kî ye?

Aydin Bînboga:  FETO ji  bo ku bi wasitaya Kîmse Yok Mu dizî kir ma em ê temamê komeleyan bigrin? Ma em bibêjin wîladeta pîroz projeya FETO ye  û em pêxemberê xwe nedin naskirin?

Îbrahî Avci: Bibêjin niwêj jî projeya FETO ye şaş nemînin.

Halkin Portali: Ew fehmdariya FETO ya ku dihat xwestin li dijî bernameyên Wîladeta Pîroz bê çêkirin  ji manşetan dan. Heddê xwe bizanin.(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Daniştay îtîraza CHPê red kir

Daniştay îtîraza CHPê red kir

2017-04-25 12:55:58

Ji teref Daniştayê ve di derheqê îtîraza CHPê ya ku ji bo encamên refendûmê hatibûn kirin qerara redê hat dayîn.

Li Şernexê 2 PKKyî hatin kuştin

Li Şernexê 2 PKKyî hatin kuştin

2017-04-25 12:38:40

Hat ragihandin ku li Şernexê di derdora Çiyayê Cudî de 2 PKKyî hatine kuştin.

 “Em dixwazin kesên teşwîqkar bên darizandin”

“Em dixwazin kesên teşwîqkar bên darizandin”

2017-04-25 12:05:01

Piştî niştina qerarê ya doza ku tê de bersûcên qatil ên Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Riyad Guneş û Hasan Gokgoz dihatin darizandin re malbatên maqtulan diyar kirin ew dixwazin esil kesên teşwîqkar bên darizandin.

HEMÛ NÛÇE

“Pêwîst e Tirkiye ji OHALê xelas bibe”

Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekcî, destnîşan kir divê ku Tirkiye berê gavekî ji rewşa awarte xelas bibe.

Em ê destûr nedin gotinên wisa da ku asayî bibin

Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin di derheqê banga teşebûsa sûîqestê ya li hember Serokkomar Erdogan de destnîşan kir “Em ê destûr nedin gotinên wisa asayî bibin û em ê nehêlin ev gotin bibin gotrinên ji rêzê.”

“Ev edaleteke kêm e edaleta eslî dê di roja mehşerê de bibe”

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmaz, lencama biryara Doza Yasîn Boru nirxand. Yilmaz destnîşan kir ku ev edaleke kêm e edaleta eslî dê di roja mehşerê de bibe.

Di Doza Yasîn Boru de ji 16 kesan re cezaya sermedî ya hatiye girankirin

Biryara Doza Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz ên ku qetîlên wan tê de dihatin darizandin hat dayîn. Di biryarê de 24 bersûc hatin cezakirin.

Tekneya penaberan bin av bû: 16 mirî

Li nêzî Ayvacika navçeya Çanakkaleyê tekneya penaberan bin av bû, di encama biavbûnê de 16 penaber jiyana xwe ji dest dan.

HEMÛ NÛÇE