“Hz. Muhammed rêberê heq û edaletê ye”

: 2017-04-21 13:20

DIYARBEKIR - Di bernameya Wîladeta Pîroz a ku li Gundê Îxliyaya Çinara Diyarbekirê hat tertîpkirin de hat diyarkirin Hz. Muhammed rêberê heq û edalatê ye.

 “Hz. Muhammed rêberê heq û edaletê ye”

Ji teref Koordînatoriya Navçeya Çinarê ya Platforma Evîndarên Pêxember ve bernameya Wîladeta Pîroz a bi temaya ‘Rêberê Heq û Edaletê Hz. Muhammed’ hat tertîpkirin. Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmaz û çend kesên din ji HUDA PARê û her wiha Serokê Navçeya Çinarê yê AK Partiyê Mehmet Alî Arzu beşdarî bernamê bûn. Xelkê gund jî eleqeyeke mezin nîşanî bernamê da.

Serokê Giştî yê  Îttîhadul Ulemayê  Mela Enwer Kiliçarslan di bernamê de axavtinek kir û di derheqê kesayeta nimûna ya Hz. Muhammed de mînakan da û diyar kir ew rêberê heq û edaletê ye.

Kiliçaraslan di berdewama axavtina xwe de diyar kir Xweda di vê qaînatê însan wek heyîna herî bi şeref xuliqand û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Însan muxatabê Xweda ye. Xweda ji nava însanan pêxember şandiye, temamê van kitêbên semawî ji însantiyê re şandiye. Xweda bi wesfê îmanê qala me dike û gazî însanan dike.  Xweda me şand vê dinyayê da ku em Wî û pêxemberê WÎ nas bikin. Xweda me ji bo exretê şand vê dinyayê. Em ji bo qezenckirina cenneta ebedî hatin vê dinyayê. Cennet ebedî ye. Xweda mihafeze bike ger me ji cennetê mahrûm bibin û cehennemê heq bikin felaketa mezin ev e.”

Bernameya Wîladeta Pîroz bi kirina diayan bi dawî bû.

Hat ragihandin beriya bernameya Wîladeta Pîroz Şubeya Îxliyayê ya Îttîhadul Ulemayê bi eleqeyeke mezin hat vekirin.(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Li Kasrîkê bernameya Wîladeta Pîroz hat tertîpkirin

Li Kasrîkê bernameya Wîladeta Pîroz hat tertîpkirin

2017-04-25 11:18:13

Li bajaroka Kasrîka Cizîra Şirnexê bernameya Wîladeta Pîroz hat tertîpkirin.

Ji ber minasebeta Wîladeta Pîroz gul hatin belavkirin

Ji ber minasebeta Wîladeta Pîroz gul hatin belavkirin

2017-04-25 11:00:44

Li Bismila Diyarbekirê ji ber minasebeta wîladeta Hz. Muhammed(s.x.l.) sazîyên civakên siwîl gulan belavkirin.

 “Ji ber ku em beşdarî van bernameyan dibin  serbilindin”

“Ji ber ku em beşdarî van bernameyan dibin serbilindin”

2017-04-24 15:28:47

Hûnermêndên îlahiyan ên ku li Êlihê beşdarî bernameya Wîladeta Pîroz a ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve hat tertîpkirin bûn di derheqê mijarê de hest û ramanên xwe anîn zimên.

HEMÛ NÛÇE

“Pêwîst e Tirkiye ji OHALê xelas bibe”

Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekcî, destnîşan kir divê ku Tirkiye berê gavekî ji rewşa awarte xelas bibe.

Em ê destûr nedin gotinên wisa da ku asayî bibin

Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin di derheqê banga teşebûsa sûîqestê ya li hember Serokkomar Erdogan de destnîşan kir “Em ê destûr nedin gotinên wisa asayî bibin û em ê nehêlin ev gotin bibin gotrinên ji rêzê.”

“Ev edaleteke kêm e edaleta eslî dê di roja mehşerê de bibe”

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmaz, lencama biryara Doza Yasîn Boru nirxand. Yilmaz destnîşan kir ku ev edaleke kêm e edaleta eslî dê di roja mehşerê de bibe.

Di Doza Yasîn Boru de ji 16 kesan re cezaya sermedî ya hatiye girankirin

Biryara Doza Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz ên ku qetîlên wan tê de dihatin darizandin hat dayîn. Di biryarê de 24 bersûc hatin cezakirin.

Tekneya penaberan bin av bû: 16 mirî

Li nêzî Ayvacika navçeya Çanakkaleyê tekneya penaberan bin av bû, di encama biavbûnê de 16 penaber jiyana xwe ji dest dan.

HEMÛ NÛÇE